Enter your email Address

Cumartesi, Aralık 20, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

HPG’ê nasnameya 2 Gerîlayên ku li Gabarê şehîd bûbûn eşkere kir

HPG'ê nasnameya 2 gerîlayên li Gabarê şehîd bûn eşkere kir. Her wiha li ser êrişên hewayî yên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê agahî da.

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
20/08/2020 - 14:45
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 5 mins read
A A
HPG’ê nasnameya 2 Gerîlayên ku li Gabarê şehîd bûbûn eşkere kir
ParvekeTweet

BEHDÎNAN – Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ya li ser mijarê wiha ye:

BALAFIRÊN ŞER ÊN TIRK BOMBE LI HERÊMÊN PARASTINÊ YÊN MEDYAYÊ BARANDIN

“19’ê Tebaxê arêşa TC a dagirker êrişên hewayî birin ser Herêmên Parastinê yên Medyayê. Agahiyên berfireh ên li ser êrişan wiha ne:

Balafirên şer saet di 12:00 de bombe li qada gundê Kavilka yê herêma Garê barandin.

Saet di 13:00 de balafirên şer gundê Kanî Mezin, saet di 15:00 de jî qada gundê Kestê yên herêma Metînayê bombe kirin.

Saet di navbera 23:00 û 00:00 de jî balafirên şer bombe li Dola Botê, Girê Şehîd Cîhan û gundê Şêxanê yên Qendîlê barandin.

Balafirên şer her wiha êvarê bombe li qada Tabûra Ereban a herêma Avaşînê bombe kirin.

Piştî êrişa artêşa TC a dagirker a li gundê Kanî Mezin, şewat li qadê rû da û welatiyê me yê sivîl ê bi navê Xalid Abdûrrahman ku ji bo vemirandina şewatê çû herêmê, bû hedefa artêşa TC a dagirker û bi zanebûn hate qetilkirin. Dewleta TC a faşîst bi rêya medya xwe, welatiyên sivîl ên bi zanebûn dikin hedef weke PKK’î nîşan dide û bi vî rengî hewl dide ser komkujiyên xwe binixumîne. Di serî de malbata Xalid Abdûrrahman ku ji ber êrişa dewleta TC a faşîst a dagirker şehîd bû em sersaxiyê ji tevahiya gelê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin û divê were zanîn ku em ê hesabê welatiyên sivîl ên hatine qetilkirin bi rengekî giran bipirsin.

NASNAMEYA 2 GERÎLAYÊN LI GABARÊ ŞEHÎD BÛN

Di daxuyaniya xwe ya 16’ê Tebaxê de me ragihandibû ku 1’ê Tebaxê li herêma Çiyayê Gabarê ya Şirnexê di êrişa hewayî ya artêşa TC a dagirker de hevalên me Argeş û Warşîn şehîd bûne.

Agahiyên li ser nasnameya hevalên me yên şehîd bûne wiha ne:

Nasnav: Argeş Koçer

Nav paşnav: Mehmet Siddik Denker

Cihê jidayikbûnê: Şirnex

Dayik-Bav: Hediye-Mehmet

Dem û cihê şehadetê: 1’ê Tebaxa 2020’an / Gabar

Nasnav: Warşîn Agît

Nav paşnav: Hacer Mûsa

Cihe jidayikbûnê. Tirbespiyê

Dayik-Bav: Roza-Mahmût

Dem û cihê şehadetê: 1’ê Tebaxa 2020’an / Gabar

Gerîlayên azadiyê berxwedana xwe ya destanî ya li dijî dewleta TC a faşîst roj bi roj bi gaveke din nêzî azadiyê dikin. Dewleta TC a faşîst qirker hewldanên aştiyane yên Rêber Apo weke lawaziyekê dît û her carê xwest ku gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê ji holê rake. Lê belê rêbaza têkoşînê û felsefeya Rêber Apo karakterê dewleta Tirk a dagirker bi her awayî raxist pêş çavan. Berxwedana gerîla li ser bingeha dersên ji dîrokê hatin wergirtin dest pê kir û ji bo armanca serketinê gav bi gav bi pêş ve diçe. Di nava serdema çaryeka sedsalê de her gava dewleta Tirk a dagirker hate pûçkirin, li pêşberî îradeya gerîla bêçare man.  Dewleta Tirk a dagirker bi derfetên teknolojiya dawî careke din hewes kir, lê belê ya ku hesab nekir û nexwest bibîne, rastiya yekane ya milîtaniya fedayî ya Apoyî ye. Şehîdên me yên leheng fermana serketinê dide me û ev ferman jî berpirsyariya bingehîn a her ciwanên Kurd e. Hevrêyên me Warşîn û Argeş jî xwedî li vê wezîfeya bingehîn derketin û bûn lehengên pêşeng ên vê berxwedana serketî.

Hevrêyên me Warşîn û Argeş li herêmên ku welatparêziya Kurd lê xurt de ji dayik bûn. Bi çanda Kurd û çîrokên berxwedanê yên şehîdên leheng mezin bûn. Ji bo xeyalên xwe pêk bînin û ala berxwedanê ya şehîdên leheng dewr werbigirin berê xwe dan çiyayên Kurdistanê. Di felsefeya Rêber Apo de xwe kûr kirin, veguherîn milîtanên fedayî û li her qada têkoşînê bûn xwedî kedeke mezin. Bi wezîfe û berpirsyariyên xwe yên li eniya berxwedanê her tim serketî bûn, bûn mînakên bijarte di kesayetiya milîtaniya Apoyî de. Hevrêyên me Warşîn û Argeş bi berxwedan û dilxwaziya xwe ya azadiyê, li dijî hêzên paramîlîter û teknîka dewleta Tirk a faşîst, bi rengekî destanî li ber xwe dan û îradeya xurt a Apoyî careke din nîşan dan.

Di serî de malbatên hêja yên hevrêyên me yên şehîd bûne em sersaxiyê ji gelê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin û soz didin ku em ê ala azadiyê ya şehîdên xwe yên leheng bi ser bixînin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Parêzerên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan ji bo dîtina muwekîlê xwe serî li rayedaran dan

Nivîsa Pêş

LEZGÎN – Li Pîrbûlayê şerekî dijwar diqewime

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
LEZGÎN – Li Pîrbûlayê şerekî dijwar diqewime

LEZGÎN - Li Pîrbûlayê şerekî dijwar diqewime

LEZGÎN – Ji HPG’ê Çalakî: Li Îdirê 19 leşkerên dagirker ên Tirk hatin kuştin

Şerê li Heftanîn berbelav dibe

Manşet

  • Di 60 Saniyê’de Nûçeyên Rojê
  • Li Gelek Bajaran Xwendekar Daketin Kolanan
  • Li Humsê Cenazeyê Ciwanekî Hat Dîtin
  • Komîna Ciwanan a Şehîd Egîd Saroxan Daran Diçîne Ji Bo Keskkirina Taxê
  • KJK: Êrişa Li Dijî Leyla Zana Êrişa Li Hemberî Rûmeta Jinan û Gelê Me Ye
  • Semînera Perwerdehiya Alîkariya Yekem ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger ve li bajarê Hesekê hat lidarxistin
  • Li Cizîra Şirnexê Gelek Xwendekar Rastî Tacîzê Hatin

Herî zêde hatine xwendin

  • HPG’ê Nasnameya Şeş Gerîlayan Şehîd Ketine Parvekir

    HPG’ê Nasnameya Şeş Gerîlayan Şehîd Ketine Parvekir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Yekîtiya Xwendekaran û Hêzên Ewlehiyê li Qamîşloyê Semînerek Dijî Madeyên Hişber Lidar Dixin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • KJK: Êrişa Li Dijî Leyla Zana Êrişa Li Hemberî Rûmeta Jinan û Gelê Me Ye

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Cizîra Şirnexê Gelek Xwendekar Rastî Tacîzê Hatin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Semînera Perwerdehiya Alîkariya Yekem ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger ve li bajarê Hesekê hat lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Humsê Cenazeyê Ciwanekî Hat Dîtin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komîna Ciwanan a Şehîd Egîd Saroxan Daran Diçîne Ji Bo Keskkirina Taxê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Gelek Bajaran Xwendekar Daketin Kolanan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Êlih ê “Leyla Zana Rûmeta Me Ye”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Civîna Salane ya Yekîtiya Jinên Ciwan a 2025’an li Dêra Zorê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.