Enter your email Address

Cumartesi, Aralık 20, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

TAYBET – Gerîla Canfeda Sîpan behsa destan û lehengên Cenga Heftanînê kir

Ji gerîlayên HPG'ê yên di berxwedana Heftanînê de cih xwe girtibû Canfeda Sîpan destnîşan kir ku gerîla bi tarzê tîman li Heftanînê şerekî bêhempa dimeşine got, "Bi rastî jî her Hevaleke/î li Heftanîne wek Komutaneke/î şer e, çi jin dibe çi xort dibe."

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
07/08/2020 - 0:07
di nav Giştî, Hemû Nûçeyan, Hevpeyvîn, Manşet, Taybet
Reading Time: 9 mins read
A A
TAYBET – Gerîla Canfeda Sîpan behsa destan û lehengên Cenga Heftanînê kir
ParvekeTweet

BEHDÎNAN – Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Heftanînê li dijî êrîşên dewleta tirk a dagirker bi hemû dijwariya xwe didome. Gerîlayên HPG û YJA-Star bi îrade û taktîkên nûjen derbên giran li artêşa tirk a dagirker didin.

Gerîla Canfeda Sîpan ku li dijî êrişên dagirkeriyê yên dewleta tirk tevlî Pêngava Cenga Heftanînê bû, lê belê piştî ku birîndar bû ji herêmê hate derxistin, destnîşan kir ku gerîlayên li Heftanînê bi îrade û rihekî mezin derbên giran li artêşa tirk a dagirker dixe. Canfeda Sîpan destnîşan kir dewleta tirk a dagirker xwe tenê dispêre teknîka xwe, lê belê Gerîlayên di nava berxwedana Cenga Heftanînê de ev teknîk vala derxistiye.

Gerîlayê HPG’ê Canfeda Sîpan destpêka Cenga Heftanîn bi vî rengî anî ser ziman:

“Em li benda dijmin bûn, ji ber agahî hebû ku dijmin dixwaze tevahî Heftanîn dagir bike. Beriya ez biçim jî amadekarî hebû, yanî ez yekser ketim nava amadekariya. Çi di milê hevalê jin de çi di milê hevalê xort debe, fedakartiyek di asta jor de bû. Ew rihê hevaltî besî xwe bû. Destpêka şer jixwe li girên wek Qesrokê, Xantûrê û piştre li milê Şeş Dara bi hewldanên daxistina leşkeran li ser tepan derket. Hevalan dema dijmin xweste leşkerên xwe dayne lê da û derbên giran lêxistin. Dijmin bi hêviya ku temamî Heftanîne bigre hatibû herêmê. Gelek Koruciyan destpêkê şandin. Wan wek şokek jiyan kir. Rastiyek me PKK’ê û dewleta tirk heye, ew jî ev ku îradeya me ji ya dijmin hin xurttir e. Dema hêza îradeya hevalên jin û hevalê xort bûn yek û li dijî dijmin derket, ev dem dijmin zehmetiya kişand. Baweriya dijmin jixwe tenê bi teknîk wan bû. Armanca wan ew bû ku bi teknîkê hevalan bixe bin şopdariya xwe û ji dûr ve îmha bikin. Li Xantûrê misal belkî 50 balafiran zêdetir lê da. Lê hevalan ew herêm bernedan. Hin jî Heval doh û îro jî çalakiyan kiribûn. Ev pêvajo bikeve payîzî wê hin xweştir bibe. Di şert û mercên payîzî heval wê hin derbên xurttir li dijmin bidin. Li gorî rewşa hewayî û erdnegarî wê payîz ji bo Gerîla derfetên hin baştir ava bike. Dijmin belkî bi teknîka xwe bawer dike, lê ev têr nake. Ji niha ve dijmin derbe xwarine, wê pêvajoya pêş de hinbetir bikeve nava zehmetiyan û wê êdî nema karîbe li berxwe bide. Wek tê zanîn di çarçoveya ‘jinûve avakirine’ de Gerîla êdî bi tarzê tîman tev digre. Heval Cemal jî gotibû ‘Bi rihê ekîpbûyine’ û bi qalitebûyine êdî Gerîla tarzekî şer ê pisporî dimeşine. Wek hevalên me yê Rêveberiyê dibêjin ‘ev şer li komutanan digre’, rastî jî her Hevalekî Heftanîne jî wek Komutaneki şer e, çi jin dibe çi xort dibe. Di warê rih de be, di warê kar û xebat de be, bîrçî jî dimine êdî xema wan nine, ji ber wiha xwe fêr kiriye. Îradeyek wiha xurt heye, şer jî hin berdewam dike. Em car carna agahî ji hevalan digrin, rewşa hemûyan baş e.“

‘XWESTEKÊN DERBE LI DIJMIN XISTINÊ HERTIM LI PÊŞ E’

Em jî niha xwe jinûve amade dikin ku dîsa beşdarî hevalan bibin. Niha jî pêwistiyên me ên tendurîstiye xelas. Em dîsa dixwazin biçin tevlî hamelyê bibin, ger alîkariyek hebe em bidin hevalan. Dijmin dixwaze bi wan êrîşên xwe Heftanîn, Metîna û Gare bixe perçeyek da ku riyên me yên aktîf ji bo çûyina Bakur qut bikin. Lê encam nagre. Dijmin di riyên kaçax dikeve Heftanîne, wek heval Cemal jî gotiye, em wan riyên kaçax bigrin û amadekariyên xurt bikin, ew dem em ê encam xurt bidest bixin. Di vî şerî de hevalên me yên tercûbeyên wan kêm bû jî hebû, lê bi vê hameleyê ew jî bûn xwedî tercûbeyên giring, ev jî bi alîkariya hevalên bi tercûbe çêbû. Hemû Heval bi coş û moral bû, xwestekên wan ên şer kirin û derb li dijmin xistinê hertim li pêş bû.

‘LI BAJARAN ÇEKA CIWANÊN ÇEQMEQ E’

Hamleya Cenga Heftanîn bi rihê hevalên şehîd wek Amara, Egîd, Şahinan û sê hevalên jin, Esmer, Ararat, û Bêrîvan ku bi rojan li Şeşdarê li dijî teknîk û leşkerên dijmin li berxwe dan hatiye avdan. Li ser vî esasî jî bangawaziya me ji bo ciwanan ew ku bi aqlekî zanist, bi tevger, ku mirov bizane çawa hereket bike xwe xurt bikin. Çi di warê YPS’ê de be, çi di warê tevlîbûnê de be. Dibe ku ji ber hin nexweşiyên ku derketiye hindek astengî çêbibe. Ya giring ew ku di cih û mekana em lê ne tişta ji me tê xwestin em bikin. Ger ciwan di bajaran de tiştê dikeve ser milê wan pêk bine, em jî li çiya, hevalên din li Rojava û Rojhilat, ew dem dijmin dixwaze bila li 1.500 cihî de êrîş bike, ji bo me nabe mişkule. Ger em li her deverê, li çiya û bajaran çalakiyên bi bandor bikin, ew dem dijmin wê bikeve rewşa şokê. Baweriya dijmin bi teknîka wî dihat, lê ev jî vala derket. Mînaka vê Heftanîn e. Hevalên me di nava bombebaranê de diçe çalakiyan ser dijmin dikin. Li bajaran dibe ku çekên ciwan tune be, li çiya çeka me destê me deye, lê li bajaran çeka ciwanan çeqmeq e. Bi çeqmeqekî dikare bajarekî bişewitînin. Demên dawî dijmin êrîşî gorîstanên me kir, li Amed, li Garzanê, li herêmên Botanê, Dêrsimê heta Serhadê jî. Ev ne ji ber dijmin xurt e, ji ber binketina wî û lawaztiya wî ye. Tenê kesên binketiye pêl miriyan dike û êrîşî cenazeyan dikin. Mirovekî mirî pê nayê leystîn. Çandek û exlaqî şer jî heye. Yê dijminê me dervî exlaq e, ev rastiyek wan e. Rihê ciwanan germe, pêwiste di cihê xwe de neskine. Bila ji Mersinê bigre heta Enqere û Stenbolê bênavber di nava çalakiyan de bin. Ger wusa be dijmin wê nikare be vê hêza ciwanan bide sekinandin.

‘ESKER JI TIRSA “DAYÊ (ANNE)” QIR DIKIR’

Li Qesrokê biranînek min, hevalê Hemze û şehîd Amara çêbû. Cihaz li gel hevalê Hemze bû. Em li mangê bû, taştê amade kiribû, min bang heval Amara kir, min got ‘ka were em xwara xwe bixwin ji bo em biçin ser karê xwe’. Em tam li ser xwarinê bû, dengê fîşekan hat. Min got ez biçim kontrol bikim, heval Hemze ji bo keşifê min koordine kir, ez wusa çûm piştê. Min dit ku dijmin hatiye. Ez zivîrim gel Hemza, min jê re got bila xwarin hema li erdê be, were em biçin em ê piştre xwarina xwe bixwin. Hemza got çawa çêbû. Min got mersele ew ku em biçin Şer bikin, çaya xwe em dikarin dîsa bidin ser. Hevala Amara û heval Hemze ji milê çepê bi awayekî çeprast bi kelêşan êrîş kir min jî bi bisving (RPG 7) ji milê rastê ve êrîş kir. Min bala dijmin girte ser xwe, dumana bisvingê hebû ji ber wê hemû bal hat ser min. Ji bo dijmin bala wan were ser min û heval jî bikarin bersiv bidin. Fîşek xweş dihat. Min ji heval Hemze re got sankî Cenga Heftanîn nû li Qesrokê derket. Wî jî bersiv da û got ‘Nizanim, lê wiha xuya dike ku li Heftanînê destpêkê Ceng li Qesrokê destpê dike’. Min hişyarî da heval Amara ji bo xwe nede pêş, min jê re got tu parastina hevalê Hemze bike. Got ‘Temam’. Em piştre ketin nav de. Hemze bangî min kir got Canfeda Canfeda, yek li ser ser cihaz diaxive. Min got eee çiye, lêxe wî daxe xware, ew kesin koordîne ye, ger tu wî daxe xware wê ji bo eskeran bibe şokek. Dema hevalê Hemza koordînê da xware, navbera me eskerek mabû, ez jî ji piştre derketim, ew şok bû û qir kir. Wek bêje ‘Dayê’. Ma li vi çiyaya dayê (anne) heye. Min li wî da, piştre yek din derket min wî jî da xware û min xwe gihand Hemze. Min got Hemze bila kelêş ji tera be, şer buye şerê bisving û bombeyan. Êdî kelêş feyde nake. Me bisvingekê di nava komek eskeran da. Me ya duyemîn da nava komek din jî da, piştre me xwest em xwe şûnde bikşine, ji bo ku em cihê xwe saxlem bikin. Hevalek hebû navê wî Têkoşer e, me nakabê wî xistîbû Hecî. Pirr keyfa min jê re tê. Ew bixwe niha jî li Heftanîne ye. Wî bi me re têkilî danî, ji Hemze re rewşê pirs kir. Hemze jê re got şer derketiye, me li wan daye, niha jî em xwe şûnde dişkînin. Têkoşer ser cihaz dibêje ‘NA, min Canfeda daye kêleka we, pêwiste ew li Qesrokê şer bike.’ Min jî got, ma Canfeda robote, pêwiste mirov carna xwe şûnde vekşine. Min got temam Hemze em biçin hamleyek din jî bikin, piştre em xwarina xwe bixin. Me hemaleyek din jî kir, saetek, saetek û nîv aşot. Me xwest em êdî dakevin. Heval Amara got ger tu dakeve ez jî danakevim. Min got wûn dakevin ez jî li dû we têm. Zaten dema daketinê keşîfe ez girtim. Her dawî min xwe li nexweşxaneyê dit. Bi vî awayî biranînek me bi Heval Amara, heval Hemze û Têkoşer re çêbû.

Xwesteka min ew ku ez dîsa biçim Heftanîn û beşdarî hameleye bibim. Ger em Heftanînê çareser bikin, em ê piştre berê xwe bidin Bakur jî. Em ê teqez vî dijminî têk bibin. Jixwe dijmin li Heftanînê bi binketiye!

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

ROJEVA 07’Ê TEBAXA 2020’AN

Nivîsa Pêş

Cemîl Bayik: Berxwedêrên Heftanînê li ser xeta fermandar Egîd in

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
Bayik: ” Divê alternatîfa Rêber Apo ji ciwanan re baş were vegotin”

Cemîl Bayik: Berxwedêrên Heftanînê li ser xeta fermandar Egîd in

Polisên tirk ên dagirker li Edeneyê 13 ciwan destgîr kirin

Polisên tirk ên dagirker li Edeneyê 13 ciwan destgîr kirin

Manşet

  • Di 60 Saniyê’de Nûçeyên Rojê
  • Li Gelek Bajaran Xwendekar Daketin Kolanan
  • Li Humsê Cenazeyê Ciwanekî Hat Dîtin
  • Komîna Ciwanan a Şehîd Egîd Saroxan Daran Diçîne Ji Bo Keskkirina Taxê
  • KJK: Êrişa Li Dijî Leyla Zana Êrişa Li Hemberî Rûmeta Jinan û Gelê Me Ye
  • Semînera Perwerdehiya Alîkariya Yekem ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger ve li bajarê Hesekê hat lidarxistin
  • Li Cizîra Şirnexê Gelek Xwendekar Rastî Tacîzê Hatin

Herî zêde hatine xwendin

  • HPG’ê Nasnameya Şeş Gerîlayan Şehîd Ketine Parvekir

    HPG’ê Nasnameya Şeş Gerîlayan Şehîd Ketine Parvekir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Yekîtiya Xwendekaran û Hêzên Ewlehiyê li Qamîşloyê Semînerek Dijî Madeyên Hişber Lidar Dixin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • KJK: Êrişa Li Dijî Leyla Zana Êrişa Li Hemberî Rûmeta Jinan û Gelê Me Ye

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Cizîra Şirnexê Gelek Xwendekar Rastî Tacîzê Hatin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komîna Ciwanan a Şehîd Egîd Saroxan Daran Diçîne Ji Bo Keskkirina Taxê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Humsê Cenazeyê Ciwanekî Hat Dîtin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Semînera Perwerdehiya Alîkariya Yekem ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger ve li bajarê Hesekê hat lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Gelek Bajaran Xwendekar Daketin Kolanan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Êlih ê “Leyla Zana Rûmeta Me Ye”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Civîna Salane ya Yekîtiya Jinên Ciwan a 2025’an li Dêra Zorê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.