Enter your email Address

Salı, Aralık 9, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

YPJ: Parastina Şoreşa 19’ê Tîrmehê erka me tevan e

Fermandariya Giştî ya YPJ’ê salvegera şoreşê li Rêberê Gelan Abdullah Ocalan, hemû şehîdên azadiyê, gelê Rojava, Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê pîroz kir û got, "Parastina şoreşa 19’ê Tîrmehê erka me tevan e."

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
19/07/2020 - 9:49
di nav Daxuyanî, Dîrok û Berxwedan, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet
Reading Time: 6 mins read
A A
Dadgeha Elman di doza ala YPJ’ê de biryar beraatê da
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN – Fermandariya Giştî ya YPJ’ê salvegera 8’an a Şoreşa 19’ê Tîrmehê li Rêberê Gelan Abdullah Ocalan pîroz kir û got, “Em salvegera 8’an ya Şoreşa 19’Tîrmehê, di serî de ji mamoste û feylesofê jiyan azad, li Rêber Apo, li hemû şehîdên ku canê xwe bexşî axa welat kirine, li tevahî gelê Rojhilata navîn û gelê Bakur- Rojhilatê Sûriyê pîroz dikin. Di şexsê avakarên vê şoreşê Xebat, Herekol, Silava, Rûksen, Jînda, Zîn û Warşîn de em hemû şehîdên şoreşê bi bîr tînin û careke din soza xwe ya serketinê li hemberî têkoşîn û egîdbûna wan nû dikin.”

‘ŞOREŞA ROJAVA BÛ ŞOREŞA SÛRIYEYÊ’

Fermandariya Giştî ya YPJ’ê bi berdewamî diyar kir, Şoreşa 19’ê Tîrmehê ya ku li Rojavayê Kurdistanê dest pê kirî di demeke kin de bûye şoreşa Sûriyeyê.

Fermandariya Giştî ya YPJ’ê wiha got:

“Rastiya gel û civaka ku Rêber Apo bîst salan ji bo wê kar, xebat û têkoşîn meşandiye, di 19’ê Tîrmeha 2012’an de li Rojavayê Kurdistanê bi şoreşê re nûjen bû. Şoreşa Rojava, bi pergala xwe ya neteweya demokratîk a ku di pêşengiya jinê de hemû gelan di nava xwe de hembêz dike, li seranserî cîhanê bû modeleke alternatîf. Di sala 2010’an de li welatên Ereban pêla serhildanê li Tûnisê dest pê kir, gav bi gav herikî nava her bajar û welatî da ku navê vê serhildanê bû, bihara gelan. Ev bihar di sala 2011’an de derbasî Sûriyê bû. Gelê Sûriyê bi hemû pêkhateyên xwe yên ku bi salan bû di bin zilma rejîma Baas de dijî rabû ser piyan.Vê rabûn heqîqeta xwe ya herî şênber û pîroz di pêngava 19’ê Tîrmehê de pênase kir. Ji ber şoreşa 19’ê Tîrmehê ku weke şoreşa gelê Rojavayê Kurdistanê hate nasîn, di nava demeke kin de veguherî şoreşa hemû gelên Sûrî. Gelê Ereb, Sûryan, Çerkez, Ermen, Tirkmen bi baweriyên xwe yên cihêreng ve pênaseya xwe ya şênber di nava şoreşa 19’ê Tîrmehê de dîtin.’’

‘ŞEHÎD BÛNE AVAKAR Û XWEDIYÊN HEQÎQETÊ’

Bi berdewamî daxuyaniya YPJ’ê ya derheqê salvegera Şoreşa 19’ê Tîrmehê wiha ye:

“8 salên bihurî ji bo gelê Sûrî û bi taybet weke gelê Kurd salên bi tekoşîn û berxwedanê dagirtîbûn. Bi qasî serkeftin û destkeftiyên ku hatin bi dest xistin ewqasî êş û janê wê jî xwe dane der. Di serî de jin, tevahî civaka me ji destê çeteyên hov rastî destdirêjiyeke bê sînor hatin. Ji bo parastina axê û xilasiya vî gelî, bi hezaran hevrêyên me yên ku di rêwîtiya azadiyê de canê xwe feda kirin, bêyî ku li pey jiyaneke erzan bigerin, bûn avaker û xwediyên heqîqeta şoreşê. Gelê me yê leheng ku heya roja îro li rex şervanên xwe disekine û li berxwe dide, ji hemû cîhanê re ev rastî nîşanda ku şoreş bi berdêlên giran bûha ve ava dibe.

‘HEYA HENASEYA XWE YA DAWÎ DASTANÊN LEHENGIYÊ NIVÎSÎN’

Êrîşên ku li ser vê xakê hatin kirin êrîşên ne jirêzê bûn. Di serî de dewleta Tirk, bi hevkariya hêzên hegemon ên navdewletî şerekî têkbirina vê şoreşê hate destpêkirin. Ev şer heya roja îro bi awayekî dijwar didome. Li hember vê dagirkeriya giran bi hezaran rêhevalên me canê xwe kirin mertal û heya henaseya xwe ya dawî destanên lehengiyê nivîsandin.

Ev hêzên dagirker di her êrîşeke xwe de herî zêde destdirêjî li jinê kirin. Xwestin rabûna jina Rojavayî û tevahî jinên bakur-rojhilatê Sûrî ku di şexsê YPJ’ê de şênber bûye bifetisînin. Ji ber wê jî rêbazên xwe yên herî hovane li dijî jinê bikar anîn. Lê bersiva jinan ji hovîtiya wan meztir bû. Piştî ku rastiya Jina Kurd di Kobanê de di şexsê Arîn Mîrkan û Rêvanan ji hemû jinên cîhanê bû çavkaniya hêz û serhildanê, vê carê li Efrînê li dijî hovîtî û dagirkeriya dewleta Tirk Avesta û Barînê canên xwe yên ciwan kirin feda ji bo xaka welatê xwe.

‘HESABÊN DAGIRKERAN PÊK NEHAT’

Ruhê van rêhevalên me yên leheng bû domdariya mîrate û çanda berxwedana jina serîhildêr. Her wiha bû rûmeta gelên herêmê. Ji ber vê ye ku her diçe êrîşên dagirkeran li ser vê xakê mezintir dibe. Dewleta Tirk a dagirker tevî bi hezaran çeteyên xwe êrîşê xaka Serêkaniyê û Til Ebyadê kir. Di van herdû bajaran de careke din xwestin vîna gelê herêmê bişkînin û bê îrade bihêlin. Lê vaye îro ji bilî 2 bajarên bê mirov ti tişt bi dest nexistine. Gelê me îro di bin şert û mercên herî zor de dijî, lê vîna xwe, rûmeta xwe radestî çeteyên dewleta Tirk nekirin. Hesabên ku wan dikir li gor wan pêk nehat, berovajî wê bi hevgirtina giranbiha ya gelê Kurd, Ereb û pêkhateyên din ên herêmê îro pêngava berxwedana rûmetê li hember her awayî êrîşên dagirkeriyê didome. Gelê herêmê bi israre ku pergala netewa demokratîk ava bike û bi hev re li ser xaka xwe ya ku bûye mînaka mozaîka gelan, bijî.

‘PARASTINA ŞOREŞÊ ERKA ME TEVAN E’

Em fermandar û şervanên YPJ’ê di ferqê de ne ku îro barê me girantir bûye, îro gef û xeteriyeke mezin li ser şoreşa me heye. Ji bo parastina şoreşa 19’ê Tîrmehê ku bûye şoreşa tevahî gelê Sûrî, em bi hev re bibin xelekeke ji agir da ku em destûr nedin ti hêz destê xwe dirêjî ser axa me û şoreşa gelan bike. Parastina şoreşê erka me tevan e û di serdî de jî weke YPJ’ê erka me ye. Em ê bi vê giraniyê li hemberî her awayî êrîşan bibin bombeya di destê Arîn Mîrkanan de û hemû hesabên dagirkeran pûç bikin û êrîşên wan têk bibin. Careke din em salvegera şoreşa 19’ê Tîrmehê li Rêber Apo, li şehîdên şoreşê, li hemû jinên azadîxwaz û li gelê xwe yê berxwedêr pîroz dikin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

LEZGÎN – HBDH: Me li Bagcilara Stenbolê li polîsên faşîst da

Nivîsa Pêş

LEZGÎN – Yekîneyên Tolhildanê li Amed û Stenbolê çalakî kirin

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
LEZGÎN – Yekîneyên Tolhildanê li gelek bajaran çalakî kirin

LEZGÎN - Yekîneyên Tolhildanê li Amed û Stenbolê çalakî kirin

Yekîneyên Antî-Terorê li Dêrazorê şaneyek veşartî ya DAIŞ‘ê girt

QSD: 'Di pêngava dijî hucreyên DAÎŞ'ê de herî kêm 28 çete hatin girtin'

Manşet

  • Festîvala Sêyemîn a Orkeşê di Roja Xwe ya Yekem de bi Coşeke Mezin Destpêkir
  • 30 şervan tev li QSD’ê bûn
  • Ciwanên Hamburgê: Serkeftin Dê Ya Me Be
  • HPG-NRÇ’ê Şehîdên Sala 2024’an Bi Hurmet Bi Bîr Anî
  • Semînera “Vegera Welat” ji TCŞ Stuttgart
  • Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk Bi Dawî Bû
  • Ciwanên Kurd li Frankfurtê di Çalakiyeke Çandî de Hatin Gel Hev

Herî zêde hatine xwendin

  • HPG-NRÇ’ê Şehîdên Sala 2024’an Bi Hurmet Bi Bîr Anî

    HPG-NRÇ’ê Şehîdên Sala 2024’an Bi Hurmet Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Kurd li Frankfurtê di Çalakiyeke Çandî de Hatin Gel Hev

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Semînera “Vegera Welat” ji TCŞ Stuttgart

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Hamburgê: Serkeftin Dê Ya Me Be

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • 30 şervan tev li QSD’ê bûn

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bersiva banga QSD’ê ya ciwanên Çelêbi yên Kobanê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Festîvala Sêyemîn a Orkeşê di Roja Xwe ya Yekem de bi Coşeke Mezin Destpêkir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk Bi Dawî Bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Em bang li hemû ciwanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin ku berê xwe bidin bendava Tişrînê”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Helwesta ciwanên beramberî şehîden xwe

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.