Enter your email Address

Salı, Şubat 3, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Analîz

ANALÎZ – Şoreşa Rojava pîroz be

"Li dijî Şoreşa Rojava ya ji bo gelên Rojhilata Navîn û cîhanê bûye model, hêzên sermayeya kurewî û hevkarên wan ên dewletên herêmê, êrîşên xwe didomînin û ev êrîş hîn berfirehtir kirine."

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
19/07/2020 - 0:03
di nav Analîz, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet
Reading Time: 6 mins read
A A
ANALÎZ – Şoreşa Rojava pîroz be
ParvekeTweet

“Şoreşa Rojava ya 19’ê Tîrmehê, 8 sal li pey xwe hiştin. Di dîroka şoreşan de 8 sal ne hindik e. Jixwe ev 8 salên destpêkê, salên herî dijwar ên şoreşê ne.

Kîjan welat dibe ew dizane, taybetmendiyeke wan a bi vî rengî heye; salên destpêkê yên şoreşan bi dijwarî derbas dibin. Nûbûna şoreşê, pirsgirêkên jinûveavakirina binesazî û sazûmaniya siyasî, rabûna xelayan; ev pirsgirêk her tim hatine jiyîn. Hêzên têkçûyî, ji bo têkçûna xwe li gorî xwe veguherînin serkeftinê, her tim pêngavên dijber avêtine û bi vî awayî hewl dane şoreşê jinav bibin.

Salên destpêkê yên Şoreşa Rojava, li gorî şoreşên li welatên din pêk hatine hîn pirtir bi zor û zehmetiyan derbas bûn. Bêguman sedemên vê hene. Ji van sedeman a yekemîn; tevî ku bi awayê fermî mêtingeha dewletekê ye jî, neçar e li hemberî mêtingerên parçeyên din ên Kurdistanê di bin mêtingeriya wan de ne jî, biparêze. Rojava rasterast hedefa hêzên li Sûriyeyê ye, yên şerê hevdu dikin. Her wiha Kurdisatan bi taybetî Rojava, ji bo hêzên sermayeya kurewî di şerê sazkirina “Pergal Cîhanê ya Nû” pir girîng e. Ev bûne sedem ku Şoreşa Rojava xwe li hemberî hêzên jê xurtir, di çend cebheyan de biparêze û peywir û berpirsiyariyên xwe bîne cih.

Heger em bala xwe baş bidinê ku Şoreşa Rojava di çi şert û mercên zor de, bi derfetên kêm, bi çend çekên di destê xwe de dest pê kir, wê asta zor û zehmetiyan baştir bê fêmkirin.

Şoreşe Rojava, di encama hewldanên mezin ên Rêrber Apo yên demdirêj, hêza xweser û baweriya ji xwe ya gelê Rojava, helwesta biryardar û bi bawerî ya pêşengên şoreşê pêk hat. Şoreş tevî hemû zext, êrîş û zordariyan li ser pêya ma û wê gelek pêşketinên girîng di nav van 8 salan de pêk anîn. Tevî ku her tim di bin êrîşên dagirkeriyê de ye û parçeyek mezin ji axa wê di bin dagirkeriya dewleta TC’ê ya qirker de ye û aboriya wê tê talankirin jî, destkefityên xwe parastine. Dewletên xwe gelek bi hêz didîtin û bi sedan salan kevneşopiya wan a dewletbûnê heye, xwe li hemberî erêşên piralî û dorpêçan ranegirtin lê belê Rojava bi derfetên xwe yên gelek kêm, di nav xwe de rêveberiyeke xweser a demokratîk ava kir û ew parast. Ev hêz û berxwedaneke pir mezin e.

Şoreşa Rojava îro roj, xwebixwe modeleke aboriyê saz kiriye û polîtîkaya pergeleke bi vî rengî daye pêşiya xwe. Di nav xwe de, bi taybetmendiya xwe ya pirnasname, pirçand, pirbawerî xwedî rêveberiya xweser a demokratîk e ku li ser têkiliyên civakî yên herî demokratîk ên cîhanê hatine avakirin. Her wiha, ji ber xwedî Paradîgma û Şoreşa Azadiya Jinê ye, ji bo hemû cîhanê mînak e. Hemû mirovahiya cîhanê ya li hemberî pergala sermayeya kurewî, hêzên demokrat û azadîxwaz vê şoreşê diparêzin û piştgiriyê didinê.

Dema destpêkê ya şoreşê û Rojava îro ne wek hev in, cihê ne. Rojava di despêka şoreşê de dorpêçkirî bû. Pêdiviyên xwe yên sereke yên madî bi zorê peyda dikirin. Kesên ji şer direviyan, yên gumanên wan ên pêşerojê hebûn ji welêt derketin çûn. Niha ev bi dawî bûne. Bi derfetên xwe yên kêm ji bo gel xizmet tê kirin, pirsgirêkên berê dihatin jiyîn dubare nabin, yên ji welêt derketibûn paşve tên lêbelê ev pêşketin nayê wê wateyê ku ewlehiya şoreşê hatiye misogerkirin, pirsgirêk hatine çareserkirin û aramî bi temamî pêk hatiye. Berevajiyê vê yekê, pirsgirêkên ji destpêka şoreşê mezitir jî hene.

Li dijî Şoreşa Rojava ya ji bo gelên Rojhilata Navîn û cîhanê bûye model, hêzên sermayeya kurewî û hevkarên wan ên dewletên herêmê, êrîşên xwe didomînin û ev êrîş hîn berfirehtir kirine. Her wiha van hêzan hin kurdên noker jî kirine hevkarên xwe. Ev kes li Efrînê, li bajarên kurdan ji bo provakasyonan, êrîşên bombeyî, qelîaman sîxuriya îstixbaratên mêtinger dikin û zanyariyan didin wan; li hemberî gelê xwe çek bi kar tînin û bi vî awayî sûcên mirovî dikin. Dîsa kesên dixwazin Şoreşa Rojava ji taybetmendiyên wê yên azadiya jinê, demokratîk û kolektîvîst dûr bixin jî hene. Bi vî awayî hewl didin şoreşê ji armanca wê dûr bixin û wê têk bibin.

Heger bersiva van êrîşên ji gelek aliyan ve tên kirin, di hemû qadan de bên dayîn, wê ewlehiya şoreşê bê misogerkirin. Hêza gelê Rojava û pêşengiya şoreşê dikare vê serkeftinê bi dest bixe. Berxwedana mezin a li hemberî êrîşên her roj tên kirin û pêngavên ber bi armanca şoreşê ve hatine avêtin, ev yek têra xwe îspat kiriye. Şoreşa Rojava di salvegera xwe ya 8’emîn de hatiye asta pêkanîna peywir û berpisiyariyên xwe yên dîrokî û diyarkirina pêşeroja xwe. Çawa ku tu hêz ne li bendê bû, Şoreşa 19’ê Tîrmeha 2012’yan pêk were, di salvegera xwe ya 8’emîn û di salên bê de jî wê serkeftina xwe bidomîne û teqez bi ser bikeve.

Şoreşa Rojava; li gelê Rojava û Kurdistanê, gelên Rojhilata Navîn û cîhanê, hêzên sosyalîst, şoreşger, demokratîk û azadîxwaz, li mirovahî û hemû jinên hêz û rengê xwe dane şoreşê pîroz be!”

ÇAVKANÎ: e-rojname – Cûmalî Dogan

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

BI DÎMEN – 19’ê Tîrmehê: Şoreşa Rojava û Şoreşa Gelan

Nivîsa Pêş

TAYBET – Jinên Ciwan: ‘Şoreşa Rojava Şoreşa Jinê ye’

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
TAYBET – Jinên Ciwan: ‘Şoreşa Rojava Şoreşa Jinê ye’

TAYBET - Jinên Ciwan: 'Şoreşa Rojava Şoreşa Jinê ye'

LEZGÎN – HBDH: Me li Bagcilara Stenbolê li polîsên faşîst da

LEZGÎN - HBDH: Me li Bagcilara Stenbolê li polîsên faşîst da

Manşet

  • Li Kobanê 12 şehîd hatin oxir kirin
  • DFG’ê: Di Meha Çileyê De 14 Rojnamevan Hatin Binçavkirin û Yek Hat Girtin
  • Pêşwazîkirineke Bi Coş ji bo Hêzên Ewlekariya Navxweyî li Hesekê
  • Gelê Ereb: Em ê Neteweya Demokratîk Biparêzin!
  • ‎Bi ços gelê Kobanê şahiye xwe ye di roja 15’emîn de didome
  • Ciwanên Qamişlo Bi Stranên Xwe Nobet Digirin
  • Ciwanên Kurd Li Berlînê Piştgiriya Xwe Ji Bo Rojava Nîşan Dan: 14 Rojên Xwepêşandanên Bênavber

Herî zêde hatine xwendin

  • Jinên Ciwan ên Kobanê fêrî çekê dibin

    Jinên Ciwan ên Kobanê fêrî çekê dibin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Kobanê 12 şehîd hatin oxir kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Qamişlo Bi Stranên Xwe Nobet Digirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Kurd Li Berlînê Piştgiriya Xwe Ji Bo Rojava Nîşan Dan: 14 Rojên Xwepêşandanên Bênavber

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • ‎Bi ços gelê Kobanê şahiye xwe ye di roja 15’emîn de didome

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Gelê Êzidî û Ereb Ji Bo Rojava Meşiyan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Gelê Ereb: Em ê Neteweya Demokratîk Biparêzin!

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Pêşwazîkirineke Bi Coş ji bo Hêzên Ewlekariya Navxweyî li Hesekê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komeleya Ciwanên Rojhilatê Kurdistanê (KCR) gerîllayê şehîd Çalak Ciwanro bi bîr anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG: Têkoşîna li ser xeta serketinê ji hevrêyên xwe re weke mîrate hiştin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.