Enter your email Address

Perşembe, Aralık 18, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

Navenda Parastina Gel: Şehîd çavkaniya bingehîn a xurtkirina rêya me ya serketinê ye!

Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) di şexsê Şehîdên Meha Gulanê de şehîdê şoreşê hemû bi rêz bi bîr anî û diyar kir, "Şehîd ji bo me çavkaniya bingehîn a jiyanê ne."

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
18/05/2020 - 10:18
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet
Reading Time: 5 mins read
A A
HPG: “Dagirker dixwazin hemû herêmê ji mirovan vala bikin”
ParvekeTweet

BEHDÎNAN – Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) têkildarî Meha Şehîdan daxuyaniyek weşand.

Daxuyanî wiha ye:

“Di partîbûyîna partiya me PKK’ê û têkoşîna bi heybet de şehîdên me yên nemir û leheng xwedî kedeke mezin in û çavkaniya me ya bingehîn a hêzê ne. Pêşengê şoreşger ê enternasyonal ê mezin hevrê Hakî Karer ku di 18’ê Gulana 1977’an de li Dîlokê şehîd bû, şehîdê me yê destpêkê bû û PKK ji bo bîranîna vê şehadetê ava bû. Bi têkoşîna xwe ya li ser vê bingehê veguherî partiyeke şehîdan. Ev berxwedana ji bo bîranîna şoreşgerê mezin Hakî Karer dest pê kir ku Rêber Apo ji bo wî digot ‘Mîna ruhê min ê veşartî ye’, bi berxwedana Hîlwan û Sêweregê, bi berxwedana zindanan a mezin a 1982’an û pêngava gerîla ya 15’ê Tebaxê, bi serhildanên gel ên 1990’î, bi şoreşa vejînê ya neteweyî û şoreşa azadiyê ya jinê bi pêş ket û gihîşt heta vê serdemê. Ev pêngavên şoreşgerî hemû ji bo bîrîna şehîdên me yên leheng pêk hatin ku bi hevrê Hakî Karer dest pê kir.

Meha Gulanê meheke şehîdan e ku tevî fermandarê me yê destpêkê hevrê Mehmet Karasûngûr gelek pêşengên şoreşger ên têkoşîna şoreşê ya Kurdistan û Tirkiyeyê şehîd bûn. Ji ber vê yekê partiya me PKK’ê 18’ê Gulanê weke Roja Şehîdan, meha Gulanê jî weke Meha Şehîdan ragihandiye.

Her sal meha Gulanê weke meheke welê tê nirxandin ku şehîd tên bîranîn, dilsoziya bi şehîdan re tê xurtkirin, li pêşberî rastiya şehîdan em sekna xwe ji nû ve dinirxînin, ji bo bîranîna şehîdan biryardariya xwe ya pêkanîna armancên wan xurt dikin. Em jî bi navê hevrêyên wan ên ku dane ser şopa şehîdên fedayî û soz dane ku di têkoşîna xwe de xwedî li bîranînên wan derkevin, di salvegera 43’an e şehadeta wî de hevrê Hakî Karker û di şexsê Şehîdên meha Gulanê de jî şehîdên şoreşê hemûyan bi rêz û minet bi bîr tînin û soza xwe dubare dikin ku em ê armancên wan bi ser bixînin.

Partiya me PKK encameke têkoşînê ye ku bi keda mezin a Rêber Apo û destanên bêhempa yên lehengiyê yên şehîdan afiriye. Her şehadeta di dema têkoşînê de pêk hat partiya me PKK xurtir kir, biryardarî mezintir kir û bû bingeh ji pêngavan re. Di dema her şehadetê de mezinkirina têkoşînê veguherî kevneşopî û pîvaneke bingehîn û têkoşîna me ya azadiyê îro mezintir kiriye.

Rêber Apo hîn di roja destpêkê de rastiya ku şehîdan canê xwe di oxira wê de feda kirin yek bi yek raxist pêş çavan, li ser wê bingehê di nava şert û mercên bêeman de berxwedan meşand û ev rastiya bingehîn jî bi milîtanên PKK’ê da fêhmkirin. Raperîna ku Rêber Apo li dijî sîstema înkar û tunekirinê ya li Kurdistanê da destpêkirin, îro gihîşt bi milyonan mirovî û veguherî asteke girîng a berxwedanê. Di bingeha vê yekê de jî rastiya destanî ya bêhempa ya şehîdan heye.

Yên ku rêya têkoşîna ji bo nirxên bingehîn nîşanî gelê Kurdistanê dan, ji bo vê yekê xwe dan ber her zor û zehmetiyê û li refên herî pêş meşiyan, têkoşîn kirin xeteke bingehîn û bi berxwedana destanî leheniya gelê Kurdistanê afirandin, şehîdên me ne. Şehîdên me ji bo me hêza bingehîn a jiyanê ne, her wiha rastiya me ye ku wê hêzê didin me ku bêyî li astengiyekê bialiqin ber bi armanca xwe ve dimeşin. Gelê Kurdistanê ku ev rastî ji kûrahî ve fêhm kir û pejirand, şehîdên xwe her tim bi rûmeteke mezin pêşwazî kir, danî asta herî bilind, bi bîranînên wan re dilsoz ma û dema ku pêwîstî pê çêbû ji bo xwedîderketina li şehîdan canê xwe feda kir.

Bi navê Hêzên Parastinê yên Gelê Kurdistanê ku bi pêşengiya partiya şehîdan PKK’ê dimeşin, ji her demê bêhtir em bi biryar in ku bîranîna şehîdên xwe, sekna Îmraliyê ya mezin a Rêberê me û berxwedana wî, têkoşîna bi biryar a gelê xwe li ser bingeha ‘Pêngava Têkbirina Tecrîdê, Hilweşandina Faşîzmê û Azadkirina Kurdistanê’ mezin bikin. Em ê Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê di çarçoveya jinûve avakirinê de bigihînin asteke profesyonel, tola mezin a şehîdên xwe hilînin, bibin şopdarên xeta şehîdan, di rêya serketinê de bi gavên ji xwe bawer têbikoşin, têkoşînê bi vî rengî roj bi roj mezin bikin û meşa xwe ya Rêberê Azad Kurdistana Azad bi serketinê tacîdar bikin. Li ser vê bingehê em careke din şehîdên xwe bi rêz û minet bi bîr tînin û soz didin ku di parêzvaniya jiyaneke ku hêjayî bîranîna wan e bêyî dayina tawîzan em ê bijîn.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

ROJEVA 18’Ê GULANA 2020’AN

Nivîsa Pêş

Hewldana 78’an a Amedê Kûrtay, Anyik, Zengîn û Oner bi bîr anî

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
Hewldana 78’an a Amedê Kûrtay, Anyik, Zengîn û Oner bi bîr anî

Hewldana 78'an a Amedê Kûrtay, Anyik, Zengîn û Oner bi bîr anî

KCK: ‘Gerîla wê di sala 36’an a vejînê de bi xurtî li ber xwe bidin’

KCK: Li dijî qirkirinê dem dema xurtkirina têkoşînê ye!

Manşet

  • Li Wan ê Ciwanekî Hat Revandin û Îşkencekirin
  • Ciwanên Şoreşger ên Kantona Firatê civîna xwe ya salane lidarxistin
  • Li Efrînê Jinek Ciwan Hat Qetilkirin
  • Belgefîlma Vartinîs Li Berlînê Hate Nîşandan
  • Di 60 Saniyê’de Nûçeyên Rojê
  • Xwendekar Daristanên Xwe Diparêzin
  • Deklerasyona Mîtînga ‘Hêvî û Azadî’ Hat Ragihandin

Herî zêde hatine xwendin

  • HPG Şehîdên Zapê Bi Bîr Anî

    HPG Şehîdên Zapê Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Efrînê Jinek Ciwan Hat Qetilkirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Deklerasyona Mîtînga ‘Hêvî û Azadî’ Hat Ragihandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Kobanê bi kevir û molotofan bersiv dan dagirkeran!

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Di 60 Saniyê’de Nûçeyên Rojê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanê Ku Hatbû Binçavkirin, Li Girtîgehê Jiyana Xwe Ji Dest Da

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Di 60 Saniyê’de Nûçeyên Rojê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Şoreşger ên Kantona Firatê civîna xwe ya salane lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Xwendekar Daristanên Xwe Diparêzin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.