Enter your email Address

Pazartesi, Aralık 15, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

PKK’ê Şehîdên meha Gulanê bi bîr anî

Komîteya Rêveber a PKK’ê ya ku têkildarî Şehîdên Meha Gulanê daxuyaniyek nivîkî da got: “Hevrê Hakî Karer di salvegera 43’an a şehadetê de bi rêzdarî, heskirin û minet bi bîr tînin, di şexsê wî de li ber bîranînên şehîdên xwe yên leheng rêz digirin.”

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
02/05/2020 - 11:07
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 9 mins read
A A
PKK: “Em pêngava berxwedanê pêşbixin û bibin serkeftinê”
ParvekeTweet

BEHDÎNAN – Komîteya Rêveber a PKK’ê ya têkildarî Şehîdên Meha Gulanê daxuyaniyek nivîskî da, şehîdên vê mehê bibîr anî û got: “Wek tevger û gel dikevin meha Gulanê ya Meha Şehîdan. Li ser bingehê ronîbûna rastiya Rêbertî û şehîdên me, li hember rewşên di qewimin hê zêdetir fam dike û li dijî vê hê zêdetir têkoşîna azadî û demokrastiyê xurtir pêş dixin.”

Komîteya Rêveber a PKK’ê xeteriya vîrûsa Koronayê ya siberoja azadiya mirovahiyê tehdîd dike û diyar kir ku di rewşekî wiha de dikevin meha Gulanê. Komîteyê destnîşan kir ku şewba bi mirin belavî her alî dibe û qetlîameke nû ya mirovahiyê pêk tê û got: “Ti guman li vê yekê nîne ku ev şewb ne encameke ya sîstema modernîteya kapitalîst a qetilkirina xwezayê derketibe holê be, dîsa parçeyeke ya jê qût nebe ya Şerê Cîhanê yê Sêyemîn ku ev 30 sal in diqewime. Li ser vî bingehî li aliyekê kaos û krîzên ku kapitalîzm dijî kûr dibe li aliyê din jî hinek derdorê sermayedar sermayeya xwe qad bi qad zêdetir dike. Sîstema dewletparêz û dîktatoriya faşîst û paşverû ya bi lez li ber hilweşînê, ji vê rewşa qetlîamê sûdê digire û dixwaze emrê xwe dirêj bike.”

‘FAŞÎZMA AKP-MHP’Ê LI HER DERÊ TIRKIYEYÊ ZILM Û ZEXTÊ ZÊDETIR DIKE’

Komîteyê diyar kir ku Faşîzma AKP/MHP’ê ji her aliyê Tirkiyeyê ve zext û zilmê dike û ev nirxandin kir: “Bê şik û guman di serî de faşîzma AKP/MHP’ê ku pişta xwe dide qetlîamên bi şewba Koronayê dixwaze emrê xwe dirêj bike. Dîktatoriya Erdogan û Bahçelî yên faşîst, êrîşa koronayê ya ku mirovahiya hejar tar û mar dike ji bo xwe weke ‘nemetekî ya xwedê’ dinirxîne. Li ser vî bingehî ji bo civakê hemû teslîm bigire şerê pîskolojîk biqasî jê tê kûr dike. Ji aliyekê ve rastiyê ji gel vedişêre û li aliyê din her cûre qedexeyê tîne û li ser bingehê kampanyaya ‘Li mal bimînin’ li ser hemû civakê zextên giran dixwaze bixe kontrola xwe.”

Komîteya Rêveber a PKK’ê bal kişand ku faşîzma AKP-MHP’ê di serî de li Kurdistan û her derê Tirkiyeyê her ku diçe zext, zilim û mêtingeriya xwe kûrtir dike û got: “Berî ku şewba koronayê derkeve li Kurdistanê bi qeyûman şaredarî desteser û dagir kirin. Di demekê de ku ji ber şewbê bi rojane mirov dimirin, li girtîgehan alîgirên xwe efûkirin û hemû hêzên antîfaşîst terkî qetlîamê kirin û qanûna mirinê derxist. Mirovahî ne xwe ji koronayê dixwaze biparêze, belkû dixwazin xwe ji teror û zextên faşîzan ên xwe dispêrin qirêjiya kujer a mijara gotinê biparêzin. Çawa ku zilmê li Kurdê zindî dike, li miriyên wê jî êşkencê dike. Goristanan texrîb dike. Êşkence û tecrîda li Îmralî zêdetir bûye. Jiyan û tenduristiya Rêber Apo tehdîd dike, şerê qirker-faşîst ê bi rê ve dibe li Rojava û Başûrê Kurdistanê hê zêdetir dixwawze belav bike. Ji DYE’yê jî hêzê digire û bi dan pêş a PDK’ê êrîşên li ser Tevgera Azadiyê hê zêdetir dike.”

‘ALTERNATÎFA DEMOKRATÎK A XWE PÊŞ DIXIN’

Di daxuyaniya xwe de Komîteya Rêveber a PKK’ê qala rastiya Maha Gulanê kir û diyar kir ku weke tevger û gel li ser vî bingehî dikevin meha Gulanê ya weke Meha Şehîdan tê pênasekirin û ev hate bilêvkirin: “Li ser bingehê ronîbûna rastiya Rêbertî û şehîdên me, li hember rewşên di qewimin hê zêdetir fam dike û li dijî vê hê zêdetir têkoşîna azadî û demokrastiyê xurtir pêş dixin. 1’ê Gulanê Roja Yekîtiya karker û kedkaran, piştevanî û têkoşînê li ser vî bingehî pîroz dikin. Bi hêrsa xwe ya li dijî dîktatoriya faşîst re em li aliyekê alternatîfa demokratîk a xwe pêş dixin. Bê şik em ê vê helwesta xwe di devahî meha Gulanê de bi çalakiyên xwe li ser bingehê rastiya şehîdên xwe li dijî dîktatoriya qirker-faşîst û sîstema modernîteya demokratîk em ê li her qadê têkoşîna xwe ya demokratîk û azad hê zêdetir pêş bixin.

Li ser vî bingehî Şehîdên Meha Gulanê bibîr tînin û 18’ê Gulanê Roja Şehîdan silav dikin. Hevrêyê xwe Hakî Karer ê Rêber Apo ji bo wî dibêje; ‘Ruhê min ê veşartî bû’ di salvegera 43’an a şehîdbûnê de bi rêzdarî, heskirin û minet bibîr tînin, di şexsê wî de li ber bîranînên şehîdên xwe yên leheng rêz digirin. Di salvegera 35’an a Remezan Kaplan û koma li gel ên di 1’ê Gulana 1985’an de li Garzanê di şerekê de şehîd bûbûn, di salvegera 37’an a Mehmet Karasûngûr û Îbrahîm Bîlgîn ên 2’yê Gulana 1983’an şehîd bûbûn, di salvegera 4’an a hevrê Azad û Çekdar ên 2’yê Gulana 2016’an li Amedê şehîd bûbûn, di salvegera 48’an a milîtanên pêşeng ên şoreşa Tirkiyeyê Denîz Gezmîş, Yûsûf Aslan, Huseyîn Înan ên 6’ê Gulana 1972’an de şehîd bûbûn, di salvegera 10’an a Şîrîn Elemhûlî û hevrêyên wê yên 9’ê Gulana 2010’an de li Îranê hatin darvekirin, di salvegera 28’an a hevrê Hozan Mizgîn a 11’ê Gulana 1992’an li Garzanê şehîd bûbûn de bi rêzdar, heskirin û minet bibîr tînin, soz dikin ku em ê armancên wan bigihînin serketinê bidin jiyîn.”

Komîteya Rêveber a PKK’ê bi domdarî got: “ Li gel van şehîdan di meha Gulanê de her rojê bi dehan lehengên me şehîd bûne. Bi gotina Rêber Apo ya her ji wan şehîdan abîdeyeke ya mirovahiyê ne. Rastiyên zindî yên gelê me û mirovahiyê yên dijîn ne. Îro, siberoj û rastiya me temsîl dikin. Xwebûna jiyana azad, milîtantiya şoreşger, cesaret û fedekarî ye. Yekane hêza PKK’ê ya neyê têkbirin û hêza bingehîn a ku em anî roja îro ye. Her demê û li her cihî çavkaniya hêzê ya bingehîn a me ye. Yên ku dijminê faşîst dikuje û vîna ji pola ya gelê me çêdike şehîdên me yên leheng in. Em deyndarên wan in. Her tişt ji wan fêr bûn, li ser vî bingehî bi zanistî xwe bi rêxistin kir û têkoşîn kir. Destkeftî li ser vî bingehî me bi dest xist. Bi navê Kurdbûn, Kurdistan û azadî her tiştê hate kirin bi têkoşîna wan hate bidestxistin.

‘DIVÊ EM HEMA GULANÊ VEGUHERÎNIN MEHEK YA ŞOREŞGERTIYÊ YA HÊJAYÎ ŞEHÎDAN’

Ji bo ku rastiya şehîdên xwe yên qehreman rast û têrker fêhm bikin û bi şêwazekî serkeftî pêkbînin, em çiqasî hewldan bikin jî kêm e. Di 44’emîn salvegera şehîdên me divê em di meha şehîdan de li ser wê bingehî nêzî rastiya şehîdên xwe yên qehreman bibin. Divê em wisa xwedî li şehîdên xwe derkevin û wana fêhm bikin. Pêwîste li her cihî şehîdgehên xwe ziyaret bikin, merasîmên bi bîranîna şehîdên xwe li darbixin, li ser rastiya şehîdên xwe biponijin û bi pêşxistina rexne û rexnedanekî rast ya li ser xeta şehîdan divê em xwe paqij bikin û ji nû ve bînin asta milîtan û welatparêzên serkeftî. Divê em meha Gulanê veguherînin mehekî ya şoreşgertiyê ya ku hêjayê şehîdên me be û mehekî ya berxwedan ya tije serkeftina li dijî hişmendî û siyaseta faşîst-qirker.

Em ji bîr nekin ku di her dem û her cihî de rastiya şehîdan rêya rast nîşanê me didin. Ya ku her zehemtiyê bin dixîne û her astengê ji holê radike, rastiya şehîdên me ye. Ya dihêle ku her tim em bi serkeftî têkoşîn bikin jî rastiya şehîdên me ye. çawa ku duh wisa bû, îro û sibe jî wê ew rastî wisa be. Ji bo wê jî li dijî faşîzma AKP-MHP’ê ya ku bi xwe spartina êrîşa vîrûsa Koronayê hewldide li ser pêyan bimîne û temenê xwe dirêj bike, rê û rêbazên bi bandor û rast ên têkoşînê yên ku em ê pêşbixin, em ê ji rastiya şehîdên xwe fêr bibin. Têkoşîna ku wê bikare me bigihîne zaferê, emê li ser şopa şehîdên xwe yên qehreman pêş bixin. Vê demê em hê bêhtir xwedî li rastiya şehîdan derbikevin. Hê rasttir wê rastiyê fêhm bikin û serkeftîtir pêkbînin. Waye wê demê emê bikarin hê baştir lîstokên AKP-MHP yên faşîst bibînin û li dijî wan hêza têkoşîna bi bandortir bi dest bixin.

Li ser wan esasan em carekî din 44’emîn salvegera şehîdên me û meha şehîdan silav dikin; di şexsê heval Hakî Karer, Mehmet Karasûngûr û Hozan Mizgîn de carekî din tevahî şehîdên xwe bi rêz û minet bi bîr tînin; hemû hevalên partiyê, gelê me yê welatparêz û hêzên şoreşger-demokratîk vedixwenîn ku di seranserê meha Gulanê de li ser rastiya şehîdan biponijin, hê rasttir şehîdên xwe fêhm bikin û pêk bînin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Mehmet Karasûngûr; Pêşeng, Mamoste, Şoreşger û Qazidê aştiya Kurdistanê

Nivîsa Pêş

Bavê Celaliyan: Du roj in ku dest û çavên keça min girêdayî ne

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
Bavê Celaliyan: Du roj in ku dest û çavên keça min girêdayî ne

Bavê Celaliyan: Du roj in ku dest û çavên keça min girêdayî ne

Li Helebce Ciwanek xeniqî

Li Cerbablusê 2 çete hatin kuştin û 5 birîndar bûn

Manşet

  • Ji Desteya Ciwanan û Werzîşê Komxebat derbare Koçberiyê
  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê
  • Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin
  • Li ser rêya Dêr Hafir-Helebê 3 ciwan hatin revandin
  • Li Melunê Ciwanan Dirûşmeyên Ji Bo Azadiya Rêber Apo Qîr Kirin
  • Yekîneyên YCWK yên Stenbolê Rapora Siyasî ya ku Rêber Apo ji Kongreya PKK ê re Şandibû Li Şeş Navçeyan Belav Kirin
  • Omer Ocalan: Rêber Apo Dibêje ‘Divê Di Her Malê De Bi Kurdî Were Axaftin û Kurdî Were Parastin

Herî zêde hatine xwendin

  • Civîna Salane ya Yekîtiya Jinên Ciwan a 2025’an li Dêra Zorê

    Civîna Salane ya Yekîtiya Jinên Ciwan a 2025’an li Dêra Zorê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Melunê Ciwanan Dirûşmeyên Ji Bo Azadiya Rêber Apo Qîr Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Omer Ocalan: Rêber Apo Dibêje ‘Divê Di Her Malê De Bi Kurdî Were Axaftin û Kurdî Were Parastin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li ser rêya Dêr Hafir-Helebê 3 ciwan hatin revandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Meşa Azadiyê ji bo Rêber APO, Bi Pêşengiya Komûna Şehîd Derweş Kop, Hate Li Dar Xistin”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Dosya: Di Mexmûrê de Kongreya Ciwanan: Pêşî Azadiya Fizîkî Rêber APO ye

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanêk Li Roboskê ye de Jiyane Xwe Dest Da

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Tunisê di Navbera Ciwanan û Polîsan de Pevçûn Çêbû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Yekîneyên YCWK yên Stenbolê Rapora Siyasî ya ku Rêber Apo ji Kongreya PKK ê re Şandibû Li Şeş Navçeyan Belav Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Jinek û Keça wê Hatin Qetilkirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.