Enter your email Address

Cumartesi, Şubat 7, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

KCK: Divê ev Remezan bibe sedema azadiya Kurdan

Komîteya Gelan û Baweriyan a KCK'ê ji bo meha Remezanê daxuyanî da û hêvî kir ku ev meh bibe sedema ku yekîtî, zindîbûn û azadiya Kurdan.

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
23/04/2020 - 10:29
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 6 mins read
A A
KCK: Wê hesab ji kujerên Cemîl û Demhat bê pirsîn
ParvekeTweet

BEHDÎNAN – Komîteya Gelan û Baweriyan a KCK’ê ji ber meha Remezanê daxuyaniyek da. Komîteyê got,”Misilman ketine meha Remezanê ku her roja wê xêrek e. Di meha Remezanê de ku rojî tê girtin maneyeke cihê ya îbadetan û tefekûrê heye. Bi vê wesîleyê em hêvî dikin ku dia û hêviyên Misilmanan ku berê xwe didin rastî, edalat, xwîşk û biratiyê û parvekirinê qebûl bibe. Di vê meha rojiyê de ku ji ber pandemiya vîrûsa koronayê em di nav atmosfereke cihê de ne em em giringiya hişyariyên ilmî bi bîr dixin. Di vê meha Remezanê de, di serî de Kurdistanî em dixwazin ku hemû Misilmanên halxweş nanê xwe bi cîranên xwe yên hewce re par ve bikin. Em fermana exlaqî, ya, ‘dema ku cîranê wî birçî ye, kesên ku bi zikekî têr radize ne ji me ye’ di vê rojiyê de bi bîr bînin.”

QUTBÛNA JI EXLAQÊ CIVAKÎ DERÎVEKIRINA LI HER NEQENCIYÊ YE

Di daxuyaniyê de hate gotin, ”Mirovahî ji ber talana ku kapîtalîzmê rê li ber vekiriye û ji ber pandemiya ku ji qirkirina civakî pêk hatî rojên giran dijî” û bi hate domandin, ”Em ji metnên pîroz pê dizanin ku bobelatên wiha beriya niha jî hatine jiyîn. Di metnên pîroz de tê gotin ev belayên wan ji ber sedema serwerên zalim û li keysa xwe, ji ber wan kesan e ku bi van xapiyan e û ji exlaqê qut bûne. Qutbûna ji exlaqê civakî, derîvekirina li her neqencî, bebela û xirabiyê ye. Bi wesîleya Remezanê em dixwazin ku Misilman, alm û seyda li ser van rastiyên sereke dîsa bifikirin. Di serî de alim û seydanên Kurdistnaê, Misilmanên demokrat em bawer dikin ku di civat, weaz, xutbeyên xwe de bêhtir bi ilmî û exlaqî li ser meseleyên mirovayê bisekinin, wê tim bi bîr bixin ku parvekirin, adelet û xwîşk û biratî xawênên wiha ne ku mirov nikare dev ji wan biqere. Em ban li aliman dikin ku li dijî kesên ku fitnê derdixin, zilmê dikin, ziyanê didin ser sirûşta me û jiyana me ya civakî bêhtir wêrek bin.”

FITRE Û ZIKATAN DIVÊ EM BIDIN SAZÎ Û KESÊN WELATPARÊZ

Komîteya Gelan û Baweriyan di daxuyaniya xwe de bal kişande ser van hêlan:

”Kurdistanî li gel pandemiya vîrûsê bi êrîşên deleta Tirk a faşîst ketiye meha remezanê. Êrîşên dewleta Tirk talokeyên mezin tir û pirsgirêkên girantir tîne ser gelê me. Em bawer dikin ku bi têkoşînê em dikarin van talokeyan bişkînin. Em careke dî dixwazin bi bîr bixin ku têkoşîna gelê Kurd a li dijî mêtingeriya qirker wê bi ser bikeve.

Em bang li Misilmanên Kurdistanî dikin ku fitre û zekatên xwe bidin sazî û kesên welatparêz. Kurdistaniyên li Bakur û li derveyî welat divê zikata we nedin dewleta Tirk a mêtinger û sazî û kesên pê ve têkildar.  Ji ber ku ti xêr li wê dewlet û rejîmê nabe ku kesên wiha li desthilatê ne ku dizan, çeteyan, tecawizkaran, bertîlxurrran efû dikin lê kesên ku nirxên mirovî diparêzin li girtîgehan dihêlin û wan bi hêviya mirinê ve dihêlin. Hemû dîn û bawerî desteka li dewlet û hikûmetên wan guneh qebûl kiriye, têkoşîna li dijî wan xêr hesêb kiriye.

ALIMÊN KURD DIVÊ XIZMETÊ JI YEKÎTIYA NETEWEYA DEMOKRATÎ RE BIKIN

Kurdistaniyên hêja,

Gelê me çawa ku hewcehiyên dînî bi cih tîne her wiha peywirên xwe yên netewî jî bi pîrozî bi cih tîne. Jiyana bi azadî ya li Kurdistanê ya bi ziman, nasname û çanda xwe mafekî wiha ye ku dînê Îslamê jî fermana vê daye. Dewleta Tirk a mêtinger jî li dijî vî heqê me şer ragihandiye. Di van êrişên qirker de dînê Îslamê bi kar tîne. Dixwaze bi qirkirinê Kurdbûnê ji holê rake.Ji bo vê, weke ku dema hestiyên ji cesedê gerîlayê şehîd mayî bi rêya posteyê şandin ji dayika wî re, berê xwe dide ser rêyê ne exlaqî. Dixwaze fitneyê têxe navbeyna hêzên siyasî yên Kurd. Dixwaze ku Kurd şerê hev bikin. Dewleta Tirk a mêtinger tim berê xwe dide wê polîtîkayê ku fitneyê têxe navbeyna Kurdan, bira bi bira bide kuştin. Mêtingeriya Tirk vê lîstika du sed salî dixwaze vê carê jî li Başûr bi cih bîne. Ji bo vê jî tê dîtin ku li Başûrê Kurdistanê li ser hin hêzan dixebite. Peywireke mezin dikeve ser alim û seydayên Kurd ku vê fitneya TC’ê pûç bikin.  Bi wesîleya meha remezanê ya pîroz em bang li alimên Kurd dikin ku peywirên xwe yên welatparêziyê bi rengekî ku xizmetê ji yekîtiya me ya netewî ya demokratîk re bikin bi xurtî bi cih bînin. Em vê banga xwe bi taybetî li alim û seyda, tarîqat û cemeatên li Başûrê Kurdistanê dikin. Ji bo pûçkirina fitneya dijmin, di  xebata yekîtiya netewî de ji parçeyên din bêhtir berpirsyarî dikeve ser wan. Em bang lşi alim û seydayên Bakur Rojhilatê Sûriyê dikin bi îçtîhada Îslama demokratîk keda xwe li xweseriya demokratîk bikin, destekê bidinê, li dijî milliyetgiriyê û mezhebiyê bi rengekî hê rêxistinî têbikoşin.

Em hêvî dikin ku ev meha rojiyê bibe sedema yekîtî, xurtî û azadiya Kurdan û vê domdar bike. Em hêvî dikin ku diayên Misilmanên demokratîk û pêgirê exlaqa civakî  ebûl bibe û dibêjin remezana wan pîroz be. Em hêvî dikin ku ev remezan bibe sedema jiyaneke bi aştî, aramî û xwîşk û biratiyê.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Ji Pênûsa Gerîlla: Dengê Xaka Egîdan

Nivîsa Pêş

Hejmara kesên bi vîrûsê mirine 183 hezar derbas kir

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
Hejmara kesên bi vîrûsê mirine 183 hezar derbas kir

Hejmara kesên bi vîrûsê mirine 183 hezar derbas kir

Li girtîgehên Wanê binpêkirina mafên mirovan dewam dikin

Rapora Girtîgehên Wanê: Mafê jiyanê ya girtiyan tê binpêkirin

Manşet

  • Li Bakûrê Kurdistan û Tirkiyê 15’ê Sibatê Wê Bi Çalakiyên Hemwext Bê Şermezarkirin
  • “Tu Ji Çi Bawer Dikî?”
  • Bayık: Li Rojava Civaka Demokratîk û Îradeya Kurd Di Hedefê De Ye
  • Ciwanên TCŞ Li Dijî Dorpêçkirina Kobanî Li Kolanên Hamburgê Bûn
  • Ciwanekî Ereb Di Nav QSD De: Neyên Lîstokên Dewletên Derve
  • Nobeta Ciwanan li Hesekê: Yekbûna Li Ser Ramanên Rêber APO
  • Li Berlînê Kampanyaya Broşûran Li Dijî Êrîşên Dagirkirinê Yên Li Ser Rojava

Herî zêde hatine xwendin

  • Ciwanekî Ereb Di Nav QSD De: Neyên Lîstokên Dewletên Derve

    Ciwanekî Ereb Di Nav QSD De: Neyên Lîstokên Dewletên Derve

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Berlînê Kampanyaya Broşûran Li Dijî Êrîşên Dagirkirinê Yên Li Ser Rojava

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bayık: Li Rojava Civaka Demokratîk û Îradeya Kurd Di Hedefê De Ye

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Rêber APO Berî Peymana QSD-Şamê Ji Kê Re Çi Peyam Şand?

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Tu Ji Çi Bawer Dikî?”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Yekîtiya Xwendekarên Welatparêz Daxuyaniyek Piştgiriya Şêx Meqsûd û Gelê Eşrefiyê Dan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Gelê Êzidî û Ereb Ji Bo Rojava Meşiyan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bi Agirê Dilê Me Berxwedan Bê Dawî Dibe

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Jibo Her Jin, Odeyekê Ya Xwe Pewiste”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Nobeta Ciwanan li Hesekê: Yekbûna Li Ser Ramanên Rêber APO

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.