Enter your email Address

Cumartesi, Şubat 7, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

PJAK: Gelê Rojhilatê Kurdistanê xwedî li bîryara boykotê derket

PJAK’ê diyar kir ku gelê Rojhilatê Kurdistanê bi berpirsyariyeke welatperwerî xwedî li biryara boykotê ya PJAK, hizbên Kurd û derdorên demokratîk derket û helwesta xwe raber kir.

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
26/02/2020 - 15:10
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet
Reading Time: 5 mins read
A A
PJAK: ”Li hember senaryoyên Komara Îslamî helwesta xwe diyar bikin”
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN – PJAK’ê diyar kir ku gelê Rojhilatê Kurdistanê bi berpirsyariyeke welatperwerî xwedî li biryara boykotê ya PJAK, hizbên Kurd û derdorên demokratîk derket û helwesta xwe raber kir.

Meclîsa PJAK’ê têkildarî hilbijartinên parlementoyê ya Îranê k udi 21’ê Sibatê de pêkhat, daxuyaniyek weşand.

Daxuyaniya PJAK’ê wiha ye;

“Di dîroka 21’ê Sibatê di li Îranê hilbijartina Meclîsa Şoraya Islamî pêk hat. Li gor rêjeya resmî ya ji hêla dewletê ve hatiye îlankirin ji %42 beşdarî çêbûye, lê belê li gor agahiyên ku gihîştine ber destên me rêjeya beşdarbûna gel di vê hilbijartinê de ji %30-%25 derbas nekiriye. Ev hilbijratin bi tu awayî li gor usulên navnetewî pêk nehatiye û ji ber tu rêgezên huquqî bicih nehatiye, gelên Îranê bi giştî helwesta xwe bi boykotê li beramberî pergala îdeolojîk ya Îranê nîşan daye. Em helwesta gelên Îranê di cih de dibînin, pîroz dikin.

Wek tê zanîn desthilatdariya rejîma Îranê ya otokratîk û totalîter di berdewamiya hakimiyeta xwe de ji bo civakê, ji bo jin, ciwan, ji bo etnîsîte û nasnameyên dîtir yên gelan tu mafek xwe îfadekirinê nedaye, dikare were gotin xisleta kevenşopiya desthilatdariyê ya muhafezekar û mutleq bi her awayî li ser civakê hatiye sepandin. Sîstema Îranê ruxmî ku di navxweyî de pir nakokî û pevçûnên desthilatê jiya, karî bi rêbazên curbecur vê rastiyê binuximîne, veşêre û wek sîstemeke yekgirtî xwe nîşan bide. Di kêleka vê de bi propagandaya ‘dijmin’ ango dijîtiya Emerîka-Îsraîlê muxalefeta li hundir lewaz bike, jixwe bi teror, îşkence û îdaman jî kesayetên ku egeriya pêşengtiya civakî bigirtana ser milên xwe tesfiye bike. Di vê navberê de pirsgirêkên aborî, gendelî û hwd. jî serpuş kir. Di encam de gelên Îranê ji mafên xwe bêpar man. Di bin ala netewî (Fars) û mezhebî (Şîebûnê) de şanoyek bi navê ‘Yekgirtina Netewî’ hate pêşkêşkirin. Encama ku niha derdikeve holê nîşan dide ku Îranê tenê di herêmê û ji ber zextên Sîstema Hegemon ya Cîhanî xwîn wenda nekiriye, di esas de di hundir de dînamîka geş û zindî ya civakê ku wek wolqanekê ber bi teqînê ve diçe, sîstem xistiye nav tengasiyeke mezin. Jixwe gelên Îranê li gor hemû civakên li Rojhilata Navîn xwedî potansiyeleke hîna zindî û bi tevger e. Îran jî di ferqê de ye, ji vê yekê ditirse. Nakokî û gendeliya di nav sîstemê de jî ewçend zêde bûne ku bi tu awayî nayêne veşartin, roj nîne ku xwe nede der.

Me wek PJAK’ê bi caran ev rewşa aloz û krîz ya li Îranê ku ji pergala netew-dewlet ya dij-demokrasî û dij-civakê tê, pênase kiriye û rêyên çareseriyê danîne holê. Ruxmî vê jî Îran li beramberî pêwîstî û daxwaziyên gel de di rewşeke hişk û dogmatîk de ye, bi şûna vê jî bi xapandin, zext û şanoyên curbecur di hewlê de ye temenê xwe dirêj bike.

Dikare were gotin rejîma heyî êdî jihev ketiye, westiyaye, rewabûna xwe wenda kiriye û nikare ji vê krîzê derketinê çêbike. Serhildanên di zivistana 2018 û payîza 2019’an de li tevahiya Îran û Rojhilatê Kurdistanê bi seranserî rû dan, destpêka pêvajoyeke nû ji bo gelên Îranê îfade dike, bi qasî wê jî nîşaneyên dawîhatina rewabûna rejîmê ye. Kuştina Qasim Silêmanî ku xwestin bikin semboleke mezhebî û netewî jî têr nekir ku dubare civakê li xwe bicivînin û di kêleka vê de zêdebûna zextên aborî rewşa civakê jî girantir kiriye, ev jî nerazîbûn zêdetir kiriye. Beriya Hilbijratina Meclîsa Şoraya Îslamî pêk were, ji hêla PJAK’ê, aliyên muxalîf, tevger, kesayet û derdorên demokatîk ve bangewaziya boykotê hate kirin.

Hilbijartina Meclîsa Şûraya Îslamî ya Îranê di atmosfereke wiha de pêk hat, jixwe gel di rêjeyek pir kêm de beşdarî kir. Bê elaqiya gel ji bo hilbijartinê nabe tenê bi pirsgirêkên aborî ve îzah bibe, di esas de gel ev hilbijartin, ev lîstok boykot kiriye û daye diyarkirin êdî baweriya xwe bi tu baskên rejîmê çi muhafezekar, çi miyanro çi jî reformxwaz nayîne. Gel karî vê hilbijartinê wek derfeta referandomê bikar bîne, meşruiyeta sîstemê xistiye jêr lêpirsîne. Gelê Îranê nîşan da ku dê tu kuştin, qetliam, perçiqandin û zext nekaribin vîna wan ya azadiyê bişkêne. Dê tola şehîdên xwe yên têkoşînê bi taybet jî yên serhildanên meha Dêy ya 2018 û Abana 2019 hilîne.

Bêguman bersiva metrepolên Îranê wek Têhran û Isfehanê girîng bû. Gelê Rojhilatê Kurdistanê jî bi berpirsyariyeke welatperwerî û niştimanî xwedî biryara boykotê ya PJAK, hizbên Kurdî û derdorên demokratîk derket û helwesta xwe raber kir. Elbet ev pêngaveke girîng û hewce bû, lê ji vir pêve jî pêwîstî heye gelê Rojhilatê Kurdistanê vê rola xwe bidomîne û ji têkoşîna azadî û demokrasiyê li Îranê re pêşengtî bikin, gelê Kurd li Rojhilatê Kurdistanê 42 (4 dehê) li beramberî vê sîstemê li berxwe daye û encameke girîng jî derxistiye holê. Gelên Îranê, hemû beşên civakî bi taybet jin û ciwan jî divê ev asta têkoşînê ya derketiye holê hîna berztir bikin. Jixwe vê hilbijratinê jî îsbat kiriye ku rewabûna sîstema heyî ya Îranê ne li welat, ne jî li raya giştî ya cîhanê nemaye, ji ber vê êdî roj roja bilindkirina asta têkoşînê ye.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Ciwanên Şedadê turnuvaya futbolê dest pê kir

Nivîsa Pêş

Li Îranê ji ber vîrûsa koronayê heta niha 19 mirin

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
Li Îranê ji ber vîrûsa koronayê heta niha 19 mirin

Li Îranê ji ber vîrûsa koronayê heta niha 19 mirin

Dagirkeriya dewleta Tirk li Payîzava operasyona leşkerî dest pêkir

Eskerên dagirker ê ku derketin operasyonê kuçikên gundiyan kuştin

Manşet

  • Dayika Emîne: “Şehîd Lewend bi danûstandina xwe diket dilê her kesî”
  • Bang Ji Peymangeha Ranyayê: Hemû Ciwanên Kurdistanê Divê Piştgirîya Rojava’yê Bikin
  • Li Bakûrê Kurdistan û Tirkiyê 15’ê Sibatê Wê Bi Çalakiyên Hemwext Bê Şermezarkirin
  • “Tu Ji Çi Bawer Dikî?”
  • Bayık: Li Rojava Civaka Demokratîk û Îradeya Kurd Di Hedefê De Ye
  • Ciwanên TCŞ Li Dijî Dorpêçkirina Kobanî Li Kolanên Hamburgê Bûn
  • Ciwanekî Ereb Di Nav QSD De: Neyên Lîstokên Dewletên Derve

Herî zêde hatine xwendin

  • Ciwanekî Ereb Di Nav QSD De: Neyên Lîstokên Dewletên Derve

    Ciwanekî Ereb Di Nav QSD De: Neyên Lîstokên Dewletên Derve

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Tu Ji Çi Bawer Dikî?”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bayık: Li Rojava Civaka Demokratîk û Îradeya Kurd Di Hedefê De Ye

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Yekîtiya Xwendekarên Welatparêz Daxuyaniyek Piştgiriya Şêx Meqsûd û Gelê Eşrefiyê Dan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Rêber APO Berî Peymana QSD-Şamê Ji Kê Re Çi Peyam Şand?

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Berlînê Kampanyaya Broşûran Li Dijî Êrîşên Dagirkirinê Yên Li Ser Rojava

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Gelê Êzidî û Ereb Ji Bo Rojava Meşiyan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bi Agirê Dilê Me Berxwedan Bê Dawî Dibe

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Keliyên Berxwedana Rojava

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bangek Ji Ciwanên Hesekê Ji Bo Ciwanên Bakur Ji Bo Seferberiyê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.