Enter your email Address

Cumartesi, Aralık 20, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

Kalkan: “Em ê dest bi pêngaveke berfireh bikin”

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan got, wê li dijî komploya navneteweyî û tecrîdê dest bi pêngaveke berfireh a berxwedanê bikin û wê li her qadê bi rêbazên berbiçav û afirîner bimeşînin.

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
11/02/2020 - 9:19
di nav Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nirxandin, Nûçe
Reading Time: 7 mins read
A A
Kalkan: “Erdogan hewl dide têkçûna xwe veşêre”
ParvekeTweet

BEHDÎNAN – Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan di beşa duyemîn a hevpeyvîna xwe de giranî da ser têkoşîna sala 22’an a li dijî komploya navneteweyî.

‘BIRYARA DADGERIYA BELÇÎKAYÊ MEHKÛMKIRINA KOMPLOYA NAVNETEWEYÎ YE’

Kalkan biryara dadgeriya Belçîkayê ku biryar dabû PKK rêxistineke ‘terorîst’ nîne, bi wate û bandora xwe ya li ser komploya navneteweyî nirxand.

Kalkan destnîşan kir ku biryara dawî ya dadgeriya Belçîkayê girîng e û got, “Ya rast, biryara dadgeriya Belçîkayê mehkûmkirina Komploya Navneteweyî ye. Ji ber ku tevahiya êrişên komploger ên li dijî Rêber Apo xwe dispêrin ‘avakar û rêveberê rêxistina terorê’. Di vir de mebesta wan ji ‘rêxistina terorê’ PKK ye. 21 sal in li ser vê bingehê êrişê dibin ser Rêber Apo. Komploya navneteweyî bi vê feraset û biryarê hate birêxistinkirin û birêvebirin. Sîstema êşkence û tecrîdê ya Îmraliyê di çarçoveya vê biryarê de hate avakirin û heta niha hate dewamkirin. Hemû sûcdariyên ku li Rêber Apo dihatin ferzkirin, xwe dispartin biryara ‘rêxistina terorê’.

Ev biryara dadgeriya Belçîkayê sparteyên êrişên li dijî Rêber Apo hemûyan dirizîne, sûcdariyan pûç dike. Lewma komploya navneteweyî mehkûm dike. Ya rast diviyabû Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ev kiribûya. Her çend li Tirkiyeyê ev yek ji aliyê dadgeriya dewleta Tirk ve nehate kirin, DMME ya ku biryara îdamê ya dadgeha dewleta Tirk nirxand, diviyabû xwe bigihanda encameke wiha. Rewşa hiqûqî ev yek ferz dikir. Pîvana ‘gelo Ewropa xwedî hiqûqeke wekhev û demokratîk a rasteqîn e yan na’ ev bû. Lê belê DMME’yê nekarî biryareke bi vî rengî bide. Nekarî bandora siyaseta komployê ji ser xwe biavêje. Bû amûrek ji siyaseta komployê re. Sekna xwe ya hiqûqî û wekhev nekarî nîşan bide. Dadgeriya Belçîkayê niha ev yek nîşan da. Lewma girîng e.”

‘HÊZÊN KOMPLOGER JI BO LI SER PIYAN BIMÎNIN BI HER RENGÎ ÊRIŞÊN XWE DIDOMÎNIN’

Dûran Kalkan destnîşan kir, hêzên komploger ji bo karibin li ser piyan bimînin êrişên xwe bi her rengî dewam dikin û got, “Faşîzma AKP-MHP’ê konsepta xwe ya şerê taybet a topyekûn, mîna li Bakurê Kurdistanê her wiha li Başûr û Rojavayê Kurdistanê û derveyî welat li dijî gelê me bi zextên qirker û komkujiyan bi rengekî harbûyî dimeşîne. Faşîzma AKP-MHP’ê hebûna xwe dispêre serketina êrişeke bi vî rengî.”

Kalkan diyar kir, di serî de DYE û Rûsya gelek hêzên siyasî di berdêla berjewendiyên siyasî û aborî yên erzan piştgiriyê didin qirkirina Kurdan û got, “Ev yek eşkere ye û li pêş çavan e. Divê mirov nebêjin ku tenê AKP-MHP dixwaze, dewleta Tirk dimeşîne û ew jî ji neçarî piştgiriyê diidn. Berevajî; ew sor dikin, AKP-MHP’ê ji bo kirina komkujiyan teşwîq dikin û piştgiriyê didin.”

Kalkan di vê çarçoveyê de Fransa weke mînak nîşan da û got, “Dewleta Fransa ku weke dewleteke gelekî li dijî Tirkiyeyê xuya dike, hîn jî Komkujiya Parîsê mehkeme nekiriye û mehkûm nekiriye. Eger dewleta Fransayê ev yek kiribûya, bi biryara dadgeriya Belçîkayê re wê pêvajoyeke siyasî dest pê kiribûya ku dawî li êrişên qirker ên faşîzma AKP-MHP’ê yên li ser Kurdistanê hatibûya anîn. Ev pêvajoya hiqûqî dikarîbû vê bikira, lê belê heta niha ev nekirin. Ev yek rewşeke cidî ye û mijara rexnekirinê ye. Wê demê yên ku herî zêde bi Tirkiyeyê re nakok xuya dikin, piştgiriyê didin êrişên li dijî PKK’ê. DYE û rêveberiyên mîna wê vê yekê di asteke bilindtir de dikin.”

‘ŞERÊ SÊYEMÎN Ê CÎHANÊ KETE QONAXEKE NÛ’

Kalkan rakêşî û aloziya navbera Îran û DYE’yê jî nirxand û got, “Şer li Rojhilata Navîn belav dibe. Bi şuştina Qasim Silêmanî û Ebû Mehdî El Muhendîs li Bexdayê, Şerê Cîhanê yê 3’emîn derbasî qonaxeke nû bû. Xuya ye wê çend salên li pêşiya me bi şer derbas bibe. Têkoşîna li Rojhilata Navîn wê li ser vê bingehê kûrtir bibe, belavtir bibe.

Em rewşa nû ya ku bi şerê navbera DYE û Îranê re rû da dinirxînin. Li gorî vê yekê em ê polîtîkayên pêwîst û helwesta pratîkî nîşan bidin. Em teqez li dijî destwerdana derve ya modernîteya kapîtalîst in. Her wiha em dibêjin ku dîktatoriyên netewe dewletê yên li herêmê jî ji aliyê zîhniyet û siyasetê ve divê ji holê bên rakirin û li gorî demokrasiyê biguherin. Me têkoşîna ji bo vê yekê jî li ser bingeha Şoreşa Azadiya Kurdistanê meşand û em ê bimeşînin. Li Rojhilatê Kurdistanê têkoşîneke mezin heye û ji bo demokratîkbûna li Îranê, çareseriya pirsgirêkan li ser vê bingehê, em ê bi her rê û rêbazên afirîner têbikoşin.”

DI SALA 22’AN A KOMPLOYÊ DE PÊNGAVA BERFIREH A BERXWEDANÊ

Li ser amadekarî û plansaziya li dijî komploya navneteweyî jî Kalkan got, “Di sala 22’an a têkoşîna li dijî komployê û tecrîdê de em pêngaveke berfireh a berxwedanê diafirînin. Em ê vê yekê gav bi gav li her qadê berbiçav bikin û bi rêbazên afirîner bimeşînin. Em ê sîstema tecrîdê ya Îmraliyê bişikînin û di sala 22’an de hîn bi xurtî komployê têk bibin. Armanc û biryardariya me li ser vê bingehê ye.

Ji bo vê jî em ê li Bakur, Başûr û Rojava, ji bo hilweşandina faşîzma AKP-MHP’ê berxwedaneke topyekûn a piralî bikin. Ji gerîla heta berxwedana gel em ê her şêweyên berxwedanê bi hêzên demokratîk ên li Tirkiyeyê bi rê û rêbazê berfireh û afirîner bimeşînin. Li ser vê bingehê em ê armanca xwe ya hilweşandina faşîzma AKP-MHP’ê û azadkirina Kurdistanê, demokratîkkirina Tirkiyeyê pêk bînin. Sala 22’an ji bo bicihanîna vê armancê saleke dicih de ye û em ê teqez vê bikin.

Divê her kes têkoşîna li dijî êşkenceya Îmrailyê û sîstema tecrîdê weke têkoşîna xwe, weke şertê jiyana demokratîk û azad bibîne û xwedî lê derkeve. Li gorî vê yekê li dijî komployê û tecrîdê divê em di sala 22’an de têkoşîneke mezin a bi bandor ku armanca xwe hilweşandina faşîzma AKP-MHP’ê ye pêk bînin. Di meha Sibatê de gelê me û dostên me divê li her devera ku lê ne li dijî komplo û tecrîdê bi şev û roj têbikoşin, teşhîr bikin, sekneke xurt nîşan bidin. Bi her şêwyeên çalakiyan divê zîhniyet û siyaseta komployê bên mehkûmkirin, nîşan bidin ku ew naxwazin bi komployê bijîn. Hilweşandina zîhniyet û siyaseta komployê, divê weke hilweşandina êşkenceya Îmraliyê û sîstema tecrîdê, afirandina şert û mercên jiyana azad ên Rêber Apo bê dîtin û her kes ji bo vê rabin ser piyan. Sekneke bi vî rengî wê teqez rê li ber serketinê veke.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

ROJEVA 11’Ê SIBATA 2020’AN

Nivîsa Pêş

13 kesên li Ebexê qerisîn hîn nehatine dîtin

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
13 kesên li Ebexê qerisîn hîn nehatine dîtin

13 kesên li Ebexê qerisîn hîn nehatine dîtin

Polîsên Tirk ên dagirker çek xistin serê zarokê 3 salî!

Polîsên Tirk ên dagirker çek xistin serê zarokê 3 salî!

Manşet

  • Di 60 Saniyê’de Nûçeyên Rojê
  • Li Gelek Bajaran Xwendekar Daketin Kolanan
  • Li Humsê Cenazeyê Ciwanekî Hat Dîtin
  • Komîna Ciwanan a Şehîd Egîd Saroxan Daran Diçîne Ji Bo Keskkirina Taxê
  • KJK: Êrişa Li Dijî Leyla Zana Êrişa Li Hemberî Rûmeta Jinan û Gelê Me Ye
  • Semînera Perwerdehiya Alîkariya Yekem ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger ve li bajarê Hesekê hat lidarxistin
  • Li Cizîra Şirnexê Gelek Xwendekar Rastî Tacîzê Hatin

Herî zêde hatine xwendin

  • HPG’ê Nasnameya Şeş Gerîlayan Şehîd Ketine Parvekir

    HPG’ê Nasnameya Şeş Gerîlayan Şehîd Ketine Parvekir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Yekîtiya Xwendekaran û Hêzên Ewlehiyê li Qamîşloyê Semînerek Dijî Madeyên Hişber Lidar Dixin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • KJK: Êrişa Li Dijî Leyla Zana Êrişa Li Hemberî Rûmeta Jinan û Gelê Me Ye

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Cizîra Şirnexê Gelek Xwendekar Rastî Tacîzê Hatin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komîna Ciwanan a Şehîd Egîd Saroxan Daran Diçîne Ji Bo Keskkirina Taxê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Semînera Perwerdehiya Alîkariya Yekem ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger ve li bajarê Hesekê hat lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Humsê Cenazeyê Ciwanekî Hat Dîtin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Gelek Bajaran Xwendekar Daketin Kolanan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Civîna Salane ya Yekîtiya Jinên Ciwan a 2025’an li Dêra Zorê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Êlih ê “Leyla Zana Rûmeta Me Ye”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.