Enter your email Address

Perşembe, Aralık 11, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

KJK: Jin divê xwe li dijî sîstema faşîst-mêr bi rêxistin bikin

Koordînasyona KJK'ê bal kişand ser zêdebûna tundî, kuştin, destavêtin û revandina jinê û bang li jinana hemûyan kir ku li dijî sîstema faşîst-mêr xwe bi rêxistin bikin û biparêzin.

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
07/02/2020 - 12:08
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Jinên Ciwan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 6 mins read
A A
KJK: Sekna Zîlan xetek e
ParvekeTweet

BEHDÎNAN – Korodînasyona KJK’ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û bal kişand ser zêdebûna tundî, kuştin, destavêtin û revandina jinan.

Daxuyaniya KJK’ê wiha ye:

“Hate ragihandin ku di meha Çileyê sala 2020’an de hejmara jinên hatin kuştin 37 kes in. Ev hejmar tenê ya hatiye tespîtkirin e. Lê belê hejmara rastî ya jinên hatin qetilkirin gelekî zêde ye. Li Tirkiyeyê hema bêjin her roj du jin ji aliyê mêran ve tên kuştin. Tirkiye ku welatekî wele ye ku mêr ên kujer bi serbestî digerin, di heman demê de bûye welatek ku komkujiya jinan gihîştiye asta hovîtiyê.

Li Dersimê, Gulistan Dokû zêdeyî mehek e winda ye û hîn nehatiye dîtin.

Li Dersimê û tevahiya Kurdistanê destavêtina li zarokan ji aliyê dewletê ve bi rêk û pêk û plankirî tê kirin. Yên ku dest diavêjin zarokan tên berdan. Hewl didin ku bi tecawizkar bidin zewicandin û zewaca di temenê zarokatiyê de fermî bikin. Her wiha bûyera li Şirnexê ya revandina jin û mêr ên Suryanî hîn nehatiye eşkerekirin. Gefên ku demên dawî li Elewiyan tên warin, berdana kiryarê Komkujiya Madimakê; van hemûyan careke din nîşan dan ku dewleta Tirk dijminê jinê ye, dijminê xwezayê ye, nîjadperest û neteweperest e.

‘QANÛNA NOBEDARAN LI DIJÎ JINÊ YE’

Dewleta Tirk bi polîtîkayên li dijî jinan dixwaze hêzên radîkal û azadîxwaz ên civakê bitirsîne, bitepisîne. Bi qanûna nobedaran (bekçî) dixwaze temamiya Tirkiyeyê bixe bin kontrola mêr ên faşîst û welê lê bike ku bêhnê lê biçikîne. Qanûna nobedaran herî zêde li dijî jinan, Kurdan, hêzên demokrasiyê û azadiyê ji bo tepisandina wan tê amadekirin. Hêzeke mîlîtarîst tê afirandin ku ev hêz ji kincên jinan heta şêweyê jiyanê zext û zordariyeke giran li jinan bike. Bi qanûna nobedaran dest li jiyana jinê, dest li jiyana civakê tê werdan. Plan dikin ku jinan li malê bigire, hepis bike, bike mîna maleke mêr, bike milk û objeyeke destavêtinê. Her wiha bingehê ji destavêtina li jin û zarokan re amade dikin. Divê mirov li ber vê qanûnê rabin, li ber xwe bidin.

Çi nêzîkatî, gotin û hewldanên riziyayî yên li derveyî exlaq û wijdanê hebin, hemû ji aliyê hikumeta faşîst a AKP-MHP’ê ve mîna polîtîkayekê tên bikaranîn.

Gulistan Dokû çima nayê dîtin? Ji ber ku lê nagerin. Ji ber ku mesele digihêje dewletê. Bi serkêşiya MÎT’ê polîtîkayên şerê taybet ên gelekî qirêj bi taybetî li dijî jin ên ciwan ên Kurdistanî tên meşandin. Bi polîtîkayeke taybet a têkbirinê nêzî jin ên ciwan ên Kurd ên li zanîngehan, ên karker dibin. Dixwazin hêza herî azadîxwaz û dînamîk a civakê biqedînin. Tiştên ku bi serê Gulistan Dokû anîn ku keçeke ciwan a Amedî ye û li Dersimê dixwend, divê bên eşkerekirin. Ji bo vê jî di serî de Dersim saziyên jinan hemû di nava hewldanan de ne. Lê belê divê dest ji vê meseleya Gulistan Dokû bernedin.

Jin ên ciwan, zarok ew beşên civakê ne ku herî zêde hesas in, li azadî û pêşketinê vekirî ne. Hêzên dest bi xwîn ên qirêj ên dewletê bi taybetî jî MÎT, bi taybetî êrişî vê beşa civakê dikin, bi taybetî bi polîtîkayên narkotîkê, fûhûş û sîxurkirinê hewl didin wan têk bibin.

‘DIVÊ CIVAK YA PÊWÎST BIKE’

Li Tirkiyeyê, bi taybetî jî li Kurdistanê divê civaka me bi vê zanibe. Ciwan li her devera ku lê ne divê bi zanebûn tevbigerin û bi vî rengî tevlî jiyanê bibin. Pêwîste civak karibe zarok û ciwanên xwe biparêze û dema ku bûyerên bi vî rengî derketin holê nerazîbûna herî rewa û mafdar nîşan bide. Destavêtina li zarokan sûcê herî giran ê li dijî mirovahiyê ye. Dema ku li taxekê, li gundekî, li kolanekî rewşeke bi vî rengî eşkere bû, şêniyên wê herêmê bêyî ku ji hêzên dewletê re bihêlin, divê nêzîkatiya pêwîst li dijî wî kesî nîşan bidin. Eger destavêtin li zarokên civakekê tê kirin, malbat nikare zarokên xwe biparêze, dema ku felaketek bi serê zarokên wan ve hat û nekarî bersivê bide, hingî ew civak qediya ye. Ji ber vê yekê divê civak wijdan û rêxistinbûna xwe ya hevpar xurt bike. Lê belê eger li her tax û kolanê rêxistinbûn hebe, wê ji hev agahdar bin û civak wê karibe xwe biparêze.

‘DIVÊ JIN HEMÛ XWE BIPARÊZE’

Li ser vê bingehê em bang li jinan hemûyan û gelê xwe dikin ku li her devera lê ne rêxistina xwe pêk bînin û xwe biparêzin. Li her gund, tax û bajaran eger mal bi mal rêxistinbûn neyê kirin, eger nebin yek wê faşîzma AKP’ê bibe dewleta herî qirêj a şerê taybet û dijminatiya herî mezin li civakê bike.

‘DIVÊ NE LI HÊVIYA DEWLETÊ BIN, JI BER KU…’

Li ser vê bingehê em bang li gelê xwe, jinan, hêzên demokrasî û azadiyê dikin ku ji dewletê tiştekî hêvî nekin, xwe bi xwe b hêza xwe bi rêxistin bikin û biparêzin. Ji ber ku yên destavêtin, narkotîk, sîxurkirin û fûhûşê dikin tevna dewletê bi xwe ye. Bi xwerêxistiniya civakê dersa pêwîst dikare ji wan re bê dayin. Civak dema hev perwerde bike, agahiyê bidin hev, xwedî li hev derkevin wê hingî karibin xwe biparêzin.

Aqûbeta Gulistan Dokû divê teqez bê eşkerekirin.

Divê civak dersa pêwîst bide kesên dest diavêjin zarokan. Divê gelê me rêxistinbûna xwe pêk bîne.

Jin hemû divê teqez li ber qanûnên ji bo zewicandina zarokan û destavêtinê rabin. Ji bo ev qanûn li meclîsê neyê qebûlkirin divê bi her rengî çalakiyan bikin. Jin ên Kurdistanî û Tirkiyeyî li dijî zîhniyeta serdestiya mêr ê faşîst, li dijî polîtîkayên dewletê yên dijminê jinan têkoşîneke hevpar bimeşînin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Li Stenbolê gelek kes hatin binçavkirin

Nivîsa Pêş

Malbatan ji bo çûyîna Îmraliyê careke din serî li rayedaran dan

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
Parêzeran ji bo dîtina Ocalan serlêdan kirin

Malbatan ji bo çûyîna Îmraliyê careke din serî li rayedaran dan

Şehîdên Cizîrê di salvegera 4’an de hatin bîranîn

Şehîdên Cizîrê di salvegera 4'an de hatin bîranîn

Manşet

  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê
  • Li Kobanê “Turnoveya Şehîd Azê Rojgirav” pêk hat
  • Çalakiyên Dewriya Dibistanê Di Roja Xwe Ya Heştemîn De Berdewam Dike
  • Li Parlamentoyê Erîşên Cinsî Yên Li Dijî Stajyerên Xwendekaran Hatin Protestokirin
  • Ji Yekîtiya Xwendekarên Welatparêz Çalakiyên Li Dijî Madeyên Hişbîr
  • Komîteyên Hişyarkirina Ciwanan a Li hember Hişbirê Hatin Avakirin
  • Li Siwêdayê Ciwanek Hat Kuştin

Herî zêde hatine xwendin

  • Çalakiyên Dewriya Dibistanê Di Roja Xwe Ya Heştemîn De Berdewam Dike

    Çalakiyên Dewriya Dibistanê Di Roja Xwe Ya Heştemîn De Berdewam Dike

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Mîhrîcana Orkêş a Muzîkê ya 3ˊyemîn bi dawî bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Rêber Apo: Tundûtûjî Di Civakê De Gihîştiye Astek Awarte, Divê Tedbîr Bên Girtin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Yekîtiya Xwendekarên Welatparêz Çalakiyên Li Dijî Madeyên Hişbîr

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Dirbêsiyê ewlehiya bajarê xwe diparêzin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Parlamentoyê Erîşên Cinsî Yên Li Dijî Stajyerên Xwendekaran Hatin Protestokirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • 3. Rêxistina Exlaqî û Siyasî ya Ciwanan: Avakirina Sosyolojiya Azadiyê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Kobanê “Turnoveya Şehîd Azê Rojgirav” pêk hat

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Dewreya Şehîd Çiya Hozan li Helebê Bi Dawî Bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.