Enter your email Address

Salı, Şubat 3, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

HPG’ê 3 gerîlayên li Heftanînê şehîd bûn bi bîr anî

HPG'ê 3 gerîlayên li Heftanînê ji ber êrişên hewayî şehîd bûn bi bîr anî û diyar kir, ku wê têkoşîna ji bo 'Rêbertiya Azad û Kurdistana Azad' bi ser bixînin.

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
11/11/2019 - 12:53
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet
Reading Time: 4 mins read
A A
HPG’ê 3 gerîlayên li Heftanînê şehîd bûn bi bîr anî
ParvekeTweet

BEHDÎNAN – Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê der barê mijarê daxuyaniyek weşand.

Daxuyanî wiha ye:

“Di êrişa hewayî ya balafirên şer ên artêşa TC a dagirker de ku 2 û 9’ê Tebaxê li herêma Heftanînê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê kirin, hevrêyên me Andok (Omer Demîr), Çekdar (Hakan Gok) û Gelhat (Mûhammed Ozdemîr) şehîd ketin. Hevrêyên me yên şehîd bûn:

Nasnav: Andok Tatos
Nav paşnav: Omer Demîr
Cihê jidayikbûnê: Erzîrom
Dayik-Bav: Cemîle-Sahab
Dem û cihê şehadetê: 2’ê Tebaxa 2019’an / Heftanîn

***

Nasnav: Çekdar Tolhildan
Nav paşnav: Hakan Gok
Cihê jidayikbûnê: Qers
Dayik-Bav: Gul-Azîz
Dem û cihê şehadetê: 2’ê Tebaxa 2019’an / Heftanîn

***

Nasnav: Gelhat Botan
Nav paşnav: Mûhammed Ozdemîr
Cihê jidayikbûnê: Şirnex
Dayik-Bav: Hizne-Saît
Dem û cihê şehadetê: 9’ê Tebaxa 2019’an / Heftanîn

Hevrêyê me Andok Tatos di sala 1996’an de li navçeya Tekman a Erzîromê li nava malbateke welatparêz ji dayik bû. Di temenê biçûk de zîhniyeta dewletê ya ku Kurdan ji nedîtî ve tê nas kir û di demekê de ku li Kurdistanê şer giran bû di sala 2015’an de tevlî nava Têkoşîna Azadiyê bû. Ji roja ku tevlî nava refên têkoşînê bû û pê ve di mijarên leşkerî, rêxistinî û jiyanî de hewl da xw eşareza bike û bi sekna xwe ya li nava jiyanê ji hevrêyên xwe re her tim bû mînak. Hevrê Andok ku bi girêdana xwe ya bi Rêber Apo û gelê Kurd dihate naskirin li herêma Heftanînê ku bi rengekî fedayî têkoşiya tevlî karwanê şehîdan bû.

Hevrêyê me Çekdar Tolhildan di sala 1989’an de li navçeya Qamuşan a Qersê li nava malbateke welatparêz ji dayik bû. Hevrê Çekdar li devereke ji nirxên çandî yên Kurd û welatparêzî mezin bû, polîtîkayên qirker ên dewleta TC a dagirker ên li dijî gelê Kurd ti carî qebûl nekir û gihîşt wê biryardariyê ku divê li dijî van polîtîkayan têkoşîn bê kirin. Di vê çarçoveyê de di sala 2013’an de tevlî nava refên gerîla bû û dest bi têkoşîna çalak kir. Bi kesayetiya xwe ya pqij û kedkar bandor li hevrêyên xwe kir û li her qada ku lê bû bi mîsyona pêşengiyê rabû. Bi rengekî cidî nêzî hemû wezîfeyên rêxistinê bû û wezîfeyên xwe bêkêmasî pêk anî. Bi tecrûbeya xwe ya rêxistinî û îdeolojîk hevrêyên xwe perwerde kir û dema ku xwe şareza dikir perwerdekirina hevrêyên xwe jî weke wezîfeya xwe didît. Hevrê Çekdar her tim weke mînak dihate nîşandan. Li Heftanînê wezîfeyên xwe bi rengekî serketî pêk dianî û tevlî karwanê şehîdan bû.

Hevrêyê me Gelhat Botan li navçeya Cizîrê ya Şirnexê ku bi welatparêzî û çanda xurt a Kurdîtiyê tê naskirin ji dayik bû. Bi nirxên Kurdîtiyê mezin bû. Êrişên dijmin ên li dijî gelê Kurd û nirxên Kurdan yek bi yek şahidî jê re kir. Gihîşt wê biryardariyê ku divê her ciwanekî Kurd li ber vê zilm û asîmîlasyonê rabin û têbikoşin. Ji bo parastina gel û nirxên Kurdîtiyê di sala 2015’an de tevlî nava refên gerîla bû. Bi taybetmendiya xwe ya ciwan û dînamîk di demeke kurt de hînî jiyana gerîla bû û bû gerîlayekî şareza. Hevrê Gelhat her tim hewl da xwe bi pêş ve bibe û bû şervanekî xurt ku kesayetiya xwe di mijarên leşkerî û îdeolojîk de ji nû ve ava bike. Bi nêzîkatiyên xwe yên fedakar û samîmî dihate naskirin û ji bo hevrêyên xwe hemûyan bû cihê hurmetê. Lİ herêma Heftanînê wezîfeya xwe bi rengekî serketî pêk anî û dema bi wezîfeya xwe radibû ji ber êrişa dewleta TC a dagirker tevlî karwanê şehîdan bû.

Di serî de malbatên hêja yên hevrêyên me yên şehîd bûne bila serê gelê Kurdistanê yê welatparêz sax be. Em soz didin ku em ê ala berxwedanê ya şehîdên xwe bi ser bixînin û têkoşîna ‘Rêbertiyê Azad û Kurdistana Azad’ bi ser bixînin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Şêniyên Bîr Kinîse bi kevir û pêlavan dewriya dagirkeran a Rûs-Tirkan şermezar kir

Nivîsa Pêş

QSD’ê bîlançoya binpêkirina agirbestê ragihand

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
Li Baxozê ji aliyê Şervanên QSD’ê ve 164 çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin

QSD'ê bîlançoya binpêkirina agirbestê ragihand

Ciwanên Şoreşger li Amûdê bi meşa meşaleyî berxwedanê silav kir

Ciwanên Şoreşger li Amûdê bi meşa meşaleyî berxwedanê silav kir

Manşet

  • Li Kobanê 12 şehîd hatin oxir kirin
  • DFG’ê: Di Meha Çileyê De 14 Rojnamevan Hatin Binçavkirin û Yek Hat Girtin
  • Pêşwazîkirineke Bi Coş ji bo Hêzên Ewlekariya Navxweyî li Hesekê
  • Gelê Ereb: Em ê Neteweya Demokratîk Biparêzin!
  • ‎Bi ços gelê Kobanê şahiye xwe ye di roja 15’emîn de didome
  • Ciwanên Qamişlo Bi Stranên Xwe Nobet Digirin
  • Ciwanên Kurd Li Berlînê Piştgiriya Xwe Ji Bo Rojava Nîşan Dan: 14 Rojên Xwepêşandanên Bênavber

Herî zêde hatine xwendin

  • Jinên Ciwan ên Kobanê fêrî çekê dibin

    Jinên Ciwan ên Kobanê fêrî çekê dibin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Qamişlo Bi Stranên Xwe Nobet Digirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Kobanê 12 şehîd hatin oxir kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Gelê Êzidî û Ereb Ji Bo Rojava Meşiyan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Gelê Ereb: Em ê Neteweya Demokratîk Biparêzin!

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Pêşwazîkirineke Bi Coş ji bo Hêzên Ewlekariya Navxweyî li Hesekê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Kurd Li Berlînê Piştgiriya Xwe Ji Bo Rojava Nîşan Dan: 14 Rojên Xwepêşandanên Bênavber

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komeleya Ciwanên Rojhilatê Kurdistanê (KCR) gerîllayê şehîd Çalak Ciwanro bi bîr anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG: Têkoşîna li ser xeta serketinê ji hevrêyên xwe re weke mîrate hiştin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bîlançoya çalakiya meha Hezîranê ji Înîsiyatîfa Zarokên Agir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.