Enter your email Address

Cumartesi, Aralık 20, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Analîz

Dixwazin Kurdistanê bê dîrok, kurdan bêmaf bihêlin

"Ev êrîş piralî û bi awayekî sîstematîk pêş dikevin. Ne tenê di nava sînorê Tirkiyeyê de li her çar parçeyên Kurdistanê dewleta faşîst a tirk naxwaze kurd bibin xwedî destkeftî. Êrîşên li ser Rojava û bakurê Sûriyeyê pêş dikevin, gefên li ser başûrê Kurdistanê û bi vê girêdayî bombebarankirina herêmên sivîl ne tahamûlkirina hebûna kurdan e."

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
10/11/2019 - 0:02
di nav Analîz, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet
Reading Time: 4 mins read
A A
Dixwazin Kurdistanê bê dîrok, kurdan bêmaf bihêlin
ParvekeTweet

“Desthilatdariya AKP-MHP’ê ji her aliyan ve êrîşî nirxê gelê kurd dikin. Ev êrîş bi hemû leza xwe di warê siyasî, civakî, çandî û dîrokî de berdewam dike. Bi van êrîşên ve tunekirina kurdan tê armanckirin. Netewa ku çanda wî û dîroka wî nebe, dê tune bê hesibandin. Lewma dîktatoriya Erdogan bi hevkariya nijadperestê Bahçelî ve dixwaze kurdan tune bike.

Gelê kurd bi êrîşek pir berfirek re rû bi rû ye. Bi van êrîşên ku ji navenda AKP’ê tên organîzekirin û rêvebirin, hemû nirxên ku kurdan wek netew û xwediyê vê axê dide nîşandan dixwazin tune bikin.

Bi desteserkirina şaredariyên HDP’ê re diktatoriya AKP-MHP dixwaze pêşiya xwe bi xwe rêvebirina civakê bigire. Her wiha bi hilbijartina van şaredariyên HDP’ê re dîsa navê bajar û navçe, gund û kolanan bi navê xwe yê dîrokî ve hatin nasîn. Di şaredariyan de pir zimanî hat pêşxistin û ev ji bo civak li ser hîmê xwe yê netewî û çandî pêş bikeve pîvanekî pir hêja û girîng bû. Ger civak xwe nas bike û çanda xwe bizane wê demê li ser van axa cih ji dagirkeran re namîne. Êrîşên li ser şaredariyan pêş dikevin êrîşên qirkirina çandî ye. Lewma xwedî derketina van şaredariyan erk û berpirsyariya me hemûya ne. Pêwîst e em van şaredariyan wek saziyekê ji rêzê nebînin. Ev şaredarî cihê ku xwedî derketina nirxên xwe yê çandî û hebûna xwe ye.

Di dilê her welatperwerî de bedewiya welatê wî ji bo wî bêhempaye. Di vê mijarê de gelê kurd pir bi şans e. Ji ber ku welatê ku bi navê Kurdistan tê binavkirin bi bedewî û dîroka xwe ve ji şaristaniyê re pêşengtî kiriye. Lewma neyarên gelê kurd ji bo li ser vê axa pîroz kurdan tune bihesibanin beriya her tiştî pêwîst e dîroka wî tune bike. Di pêşengiya diktatoriya AKP-MHP’ê de êrîşên li ser dîroka kurdan her roja diçe kur dibe û pêş dikeve.

Ji ber ku mijar kurd û dîroka Kurdistanê ye hemû hêzên di perçekirina Kurdistanê de xwedî rol in, bêdeng û bêhelwest dimînin. Li Heskîfê qirkirina dîrokî û çandî pêş dikeve. Ji bo bendavek ku emrê wê 50 sal e, şaristaniyek tê tunekirin. Şaristaniya ku Heskîf jê re malovaniyê dike ji bo dîroka mirovahiyê xwedî rolek girîng e. Lê ev şaristaniya ku bi bedewî û dîroka xwe ve ya ji hêla UNESCO wek muzeya servekirî hatiye bi navkirin li ber çavê hemû cîhanê tê tunekirin. Armanca AKP-MHP’ê di vir de tunekirina dîroka Kurdistanê ye. Ew bi têgeha ‘ger dîroka Kurdistanê nebe, dê Kurdistan û kurd jî nebin’ tevdigerin. Lê beriya ku ew ji Asyaya Navîn werin ser van axan kurd li ser vê axê şaristanî avakiribûn.

Ev êrîş piralî û bi awayekî sîstematîk pêş dikevin. Ne tenê di nava sînorê Tirkiyeyê de li her çar parçeyên Kurdistanê dewleta faşîst a tirk naxwaze kurd bibin xwedî destkeftî. Êrîşên li ser Rojava û bakurê Sûriyeyê pêş dikevin, gefên li ser başûrê Kurdistanê û bi vê girêdayî bombebarankirina herêmên sivîl ne tahamûlkirina hebûna kurdan e.

Ji bo AKP-MHP yanî ji bo rejîma dîktator kurdê baş kurdê xirab nîne. Ew kurdan wek dijminê xwe dibîne. Lewma kurdên ku îro bi vê rejîma dîktator re di nav hevkariyê de ne bila nebêjin em ê rehet bijîn.

Bi van êrîşên piralî re pêwîst e mirov berxwedaniya li Rojava pêşdikeve baş analîz bike. Ev berxwedanî ne ji bo perçeyek ax e. Ev berxwedanî xwedî derketina çand, dîrok û hebûna xwe ye. Ger kurd di vî şerî de binbikevin dê hebûna xwe winda bike. Lewma pêwîst e di vî şerê li hemberî rejîma diktator a AKP-MHP’ê de hemû kurdên xwedî şeref di eniya berxwedanê de cihê xwe bigirin. Ger di vê mijarê de yekitiyek pêş bikeve dê ev ruh belavî hemû Kurdistanê bibe û ji bo yekitiya neteweyî bibe gava yekem.

Em ji bîr nekin êrîşên li ser Heskîfê, li ser şaredariyên HDP’ê û li ser Rojava pêş dikevin ji yek navendê tên rêvebirin. Kesên ku ev êrîş plan kirine armanca wan Kurdistan bê dîrok, kurd jî bê mafhiştin e.”


ÇAVKANÎ: e-rojname – Êrîş Qoser

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

ROJEVA 10’Ê MIJDARA 2019’AN

Nivîsa Pêş

DAIŞ çawa bû Artêşa Niştimanî ya Sûriyê-1

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
DAIŞ çawa bû Artêşa Niştimanî ya Sûriyê-1

DAIŞ çawa bû Artêşa Niştimanî ya Sûriyê-1

Artêşa dagirker li bejahiya Til Temir çeteyan û çekên giran bi cih dike

Artêşa dagirker li bejahiya Til Temir çeteyan û çekên giran bi cih dike

Manşet

  • Di 60 Saniyê’de Nûçeyên Rojê
  • Li Gelek Bajaran Xwendekar Daketin Kolanan
  • Li Humsê Cenazeyê Ciwanekî Hat Dîtin
  • Komîna Ciwanan a Şehîd Egîd Saroxan Daran Diçîne Ji Bo Keskkirina Taxê
  • KJK: Êrişa Li Dijî Leyla Zana Êrişa Li Hemberî Rûmeta Jinan û Gelê Me Ye
  • Semînera Perwerdehiya Alîkariya Yekem ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger ve li bajarê Hesekê hat lidarxistin
  • Li Cizîra Şirnexê Gelek Xwendekar Rastî Tacîzê Hatin

Herî zêde hatine xwendin

  • HPG’ê Nasnameya Şeş Gerîlayan Şehîd Ketine Parvekir

    HPG’ê Nasnameya Şeş Gerîlayan Şehîd Ketine Parvekir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Yekîtiya Xwendekaran û Hêzên Ewlehiyê li Qamîşloyê Semînerek Dijî Madeyên Hişber Lidar Dixin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • KJK: Êrişa Li Dijî Leyla Zana Êrişa Li Hemberî Rûmeta Jinan û Gelê Me Ye

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Cizîra Şirnexê Gelek Xwendekar Rastî Tacîzê Hatin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komîna Ciwanan a Şehîd Egîd Saroxan Daran Diçîne Ji Bo Keskkirina Taxê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Semînera Perwerdehiya Alîkariya Yekem ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger ve li bajarê Hesekê hat lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Humsê Cenazeyê Ciwanekî Hat Dîtin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Gelek Bajaran Xwendekar Daketin Kolanan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Êlih ê “Leyla Zana Rûmeta Me Ye”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Civîna Salane ya Yekîtiya Jinên Ciwan a 2025’an li Dêra Zorê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.