Enter your email Address

Cuma, Aralık 12, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

KCK: Divê di asta navnetewî de 3’ê Tebaxê weke ‘Qirkirina Êzidiyan’ bê pejirandin

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê biryara Parlamenta Başûrê Kurdistanê pîroz kir ku êrîşa 3'ê Tebaxê ya çeteyên DAÎŞ'ê weke qirkirinê pejirand û destnîşan kir, divê biryar giştî bibe.

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
05/08/2019 - 17:20
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet
Reading Time: 3 mins read
A A
KCK: “Bi ruhê serhildanê yê Şeladizê li her deverê helwestê nîşan bidin”
ParvekeTweet

BEHDÎNAN – Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê biryara Parlamenta Başûrê Kurdistanê pîroz kir ku êrîşa 3’ê Tebaxê ya çeteyên DAÎŞ’ê weke qirkirinê pejirand û destnîşan kir, divê biryar giştî bibe.

Daxuyaniya nivîskî ya Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê wiha ye:

“Parlamenta Başûrê Kurdistanê êrîşa DAÎŞ’ê ya 3’ê Tebaxê ya li dijî Şengalê, qetilkirina Êzidiyan, revandina bi hezaran jin û zarokên Êzidî û koçberkirina bi sed hezaran Êzidiyan weke ‘Qirkirinê’ pejirand. Em Parlamenta Başûrê Kurdistanê ji ber vê biryara wê pîroz dikin.

Divê ev biryar ji aliyê Parlamenta Iraqê, Neteweyên Yekbûyî, Yekîtiya Ewropa û meclîs û saziyên welatên demokratîk hemûyan ve bê pejirandin.

Qirkirina Êzidiyan tevî ku qirkirina baweriyekê ye di heman demê de qirkirina Kurdan e. Hem xwestin baweriyên cuda yên li Rojhilata Navîn qir bikin hem jî Kurdan qir bikin. Serokkomarê dewleta Tirk ê dijminê Kurdan vê yekê bi gotina ‘yek milet, yek welat, yek dewlet, yek al’ pênase dike. Di nava van ‘yekyekên’ Tayyîp Erdogan de yek bawerî û yek ziman jî heye. Ji ber ku wê maskeya wî bi temamî ji rûyê wî bikeve yek ziman û yek baweriyê bilêv nake. Lê belê mejî û polîtîkaya xwe bi vî rengî dixe meriyetê.

Qirkirina Şengalê careke din nîşan da ku ji bo Êzidî neyên qirkirin divê tedbîr bên wergirtin. Berpirsyariya vê yekê jî beriya her tiştî dikeve ser milê partiyên siyasî yên Kurdan û hikumeta heyî ya Iraqê. Mirovahî û Neteweyên Yekbûyî jî ji bo Êzidî careke din neyên qirkirin divê bi berpirsyarî tevbigerin.

Dema ku DAÎŞ’ê êrîş kir, ne xwerêveberiyeke Şengalê hebû ku biryarê der barê jiyana xwe de werbigirin ne jî hêza xweparastinê. Eger Êzidî xwedî xwerêveberî û xweparastinê bûya wê bi hemû hêza xwe li ber xwe bida û jin, zarok û xaka xwe biparasta.

Ji ber vê yekê Parlamenta Kurdistanê ya Federal a ku êrîşa DAÎŞ’ê weke qirkirinê pejirand, divê ji bo Êzidxan bibe herêmeke xweser a xwedî xweparastinê îradeya xwe nîşan bide û di vê çarçoveyê de bixebite. Civaka Êzidî ancax bi vî rengî dikare ji gefa qirkirinê rizgar bibe. Pejirandina 3’ê Tebaxê weke qirkirinê wê yekê ferz dike ku xweseriya Êzidxanê jî bê qebûlkirin. Xweseriya Şengalê divê hem bi qanûnên Kurdistana Federal hem jî bi destûra bingehîn a Iraqê bê ewlekirin. Ev yek berpirsyariyeke dîrokî ya li pêşberî civaka Êzidî ye. Nirxandina bi rengekî rast û watedarkirina fermanê jî bi vî rengî dibe.

Ji ber biryara wan a der barê qirkirinê de em parlamenta Kurdistana Federal pîroz dikin û bang dikin, li dijî êrîşên li dijî bawerî, çand û nasnameyên cuda yên li Kurdistan û Rojhilata Navîn helwestê nîşan bidin û tevî gelê Kurd û hêzên wê yên berxwedêr li dijî êrîşan rawestin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Balafirên keşfê ên dagirkeran li esmanên Mexmûrê difirin

Nivîsa Pêş

YPG’ê li dijî çeteyên DAÎŞ’ê ên veşartî operasyonek berfireh pêk anî

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
YPG’ê li dijî çeteyên DAÎŞ’ê ên veşartî operasyonek berfireh pêk anî

YPG’ê li dijî çeteyên DAÎŞ’ê ên veşartî operasyonek berfireh pêk anî

HRE: Li Bab û Mareyê 11 çete hatin kuştin

HRE: Li Bab û Mareyê 11 çete hatin kuştin

Manşet

  • Li Mêrdînê Destdirêjiya Cinsî Li Ser Jineke Ciwan: 4 Binçavkirin, 2 Girtin
  • Kongreya Tevgera Ciwanên Mexmûr Berdewam Dike
  • “Şehîd Hemze pêşengê ciwanan yê netewa demokratîk bû”
  • Li Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî Kongreya Ciwana Dest Pê Kir
  • HPG NRÇ’ê Fermandara Pêşeng Berfîn Nûrhaq û Sema Roza Bi Bîr Anî
  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê
  • Li Kobanê “Turnoveya Şehîd Azê Rojgirav” pêk hat

Herî zêde hatine xwendin

  • HPG NRÇ’ê Fermandara Pêşeng Berfîn Nûrhaq û Sema Roza Bi Bîr Anî

    HPG NRÇ’ê Fermandara Pêşeng Berfîn Nûrhaq û Sema Roza Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Çalakiyên Dewriya Dibistanê Di Roja Xwe Ya Heştemîn De Berdewam Dike

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Yekîtiya Xwendekarên Welatparêz Çalakiyên Li Dijî Madeyên Hişbîr

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Yekîtiya Jinên Ciwan ên Qamişlo bi xwendekaran derbare Rêber Apo nîqaş dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Parlamentoyê Erîşên Cinsî Yên Li Dijî Stajyerên Xwendekaran Hatin Protestokirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî Kongreya Ciwana Dest Pê Kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Kobanê “Turnoveya Şehîd Azê Rojgirav” pêk hat

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Siwêdayê Ciwanek Hat Kuştin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Şehîd Hemze pêşengê ciwanan yê netewa demokratîk bû”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.