Enter your email Address

Salı, Ağustos 12, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
nuceciwan2@gmail.com
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Analîz

ANALÎZ – Ruhê Şêladizê

"Di dilê gelê herêmê de ruhê yekîtiyê û azadiyê ji her demê zêdetir heye. Berxwadana Şeladizê vê yekê bi awayekî pir aşkera radixe ber çavan. Lewma pêwîst e li her çar perçeyê Kurdistanê em ruhê Şeladizê di nav xwe de ava bikin û dagirkeran ji ser axa welatê xwe biqewitînin."

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
28/07/2019 - 0:04
di nav Analîz, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet
Reading Time: 7 mins read
A A
ANALÎZ – Irak û Başurê Kurdistanê dibin dagirkeriya Rejîma AKP-MHP’ê de ye!
ParvekeTweet

“Di van çend salên dawîn de bi taybetî bi hatina AKP’ê re li Tirkiyeyê gelek tişt hatin guhertin. Di serî de kesî guh neda ev guhertin û mûdaxeleyên ji hêla hikûmeta AKP’ê ve tên kirin. Lê bi demê re hat dîtin ku Erdogan bi van guhertinan ve çi dixwaze pêş bixe û li Tirkiyeyê çi ava bike. Lê xwenên şevan di roniya rojê de tu carî xwe nadin der.

Di vê rewşa ku Rojhilata Navîn di nav kaosek pir dijwar de derbas dibe de yekem armanca Tirkiyeyê ew e ku sînorên xwe fireh bike. Krîza ku li Sûriyeyê tê jiyîn, di Iraqê de nakokiyên hikûmeta navendî ya Iraqê û hikûmeta herêma Kurdistanê tê jiyîn, dîsa zêxtên li ser Îranê her roja diçe diran dibin dihêle ku Tirkiye wisa bifikire. Bi vê re dewleta faşîst a Tirkiyeyê yekem armanca wê ew e ku kurdan bê îrade bike û wan bi temamî têxe bin dagirkeriya xwe. Ev polîtîkayê ku bi hatina AKP’ê ve hîn dijwartir li ser gelên herêmê tên ferzkirin, ji niha ve ji xwe re hevalbend jî avakirine.

Dewleta tirk di çarçoveya dagirkeriyê de her roja diçe bi çavsoriyek dijwar li ser gelên herêmê êrîşan pêk tîne. Li herêma Efrînê bi destê komên çete û hevkarên rêxistinên mîna ENKS ve malên gel talan kirin û wan ji cihê wan kirin. Niha jî heman zîhniyet dixwaze li herêma Cizîrê yanî li herêma rojavayê Firatê jî heman êşa bi gel bide jiyandin û herêmê dagir bike. Bêguman ji bo hêzên dagirker sînorên sekinandinê nîne. Mîna hîtler çawa ku piştî zêdehiya Ewropayê xist destê xwe û bi vê ve qayil nebû berê xwe da Rûsyayê û di Rûsyayê de binketinek mûtlak jiya, heman tişt ji bo dewleta tirk jî derbasdar e. Heya ku ew binketinek mezin nejî dê her roja biçe bixwaze zêdetir êrîşê herêmên cûda û bixwaze sînorên xwe fireh bike. Her çiqas niha ji xwe re sînorên Mîsak-î Mîlî dest nîşan dikin jî ev hemû gotinên virt û vala ne. Ji ber ku ji bo hêzên dagirker sînor ne diyar in. Lewma gotinên ku îro ev bi lêv dikin jî hemû vala ne.

Tişta ku herî mirov matmayî dihêle û ji bo gelê kurd bi êş e xayîntî ye. Bi taybet xayîntiya malbata Barzanî di roja me ya îroyîn de bi gelê kurd pir mezin dide windakirin. Wisa diyar e ku ev malbat bi temamî ketiye bin kontrola dewleta tirk. Lewma dewleta dagirker herêma Kurdistanê wek herêmek cuda nabîne û li gor xwe, çawa dixwaze wisa tevdigere. Sedemên li herêma Kurdistanê û bi taybet jî li herêma ku PDK kontrol dike gelek deverên cuda baregehên leşkerî avakirin, li şûna pêşî li faaliyetên MÎT’a tirk bigire pêşî lê vekirin, li hemberî bombebarankirina herêma Kurdistanê bêhelwest mayîn û çavên xwe ji kesên bi destê tirkan ve tên kuştin re girtin çi ye? Ger ev ne şirîkatî ye di navbera herdu aliyan de ye çi ye? Bawer dikim ku gelê kurd îro bi van polîtîkayên PDK’ê ve êdî hîn baştir dizane û famkiriye di Kurdistanê de xeta îxanet û hevkariyê çiqas xetere ye.

Dewleta dagirker a tirk ji bo herêma Kurdistanê dagir bike PKK ji xwe re wek hincetek nîşan dide. Hemû êrîşên xwe qaşo dijî PKK’ê ye bi lêv dike lê di rastiyê de ev êrîş hemû amadekariyên dagirkirina heremê ne. Operasyona ku îro li herêma Xakûrkê tê meşandin jî perçeyekî vê dagirkeriyê ye. Em ji bîr nekin ku di her kêliyê de dewleta tirk daxwaza xwe ya sînorên Mîsak-î Mîlî bi lêv dike û ji xwe bigihîne van sînoran jî di nav hewldanan de ye. Yekem sedema vê oprasyonê jî xwe gihandina van sînoran e. Lê dizane PKK wê bi tu awayî nehêle ew herêmê dagir bike. Lewma operasyon jî li herêma PKK lê dimîne destpê kir. Armanc hem PKK bêbandor hiştin hem jî dema hin kesan dengê xwe kir ango dijî operasyonê derketin bêjin “em operasyonê dijî PKK’ê didin meşandin” lê di rastiyê de armanc dagirkirina herêma Kurdistanê ye.

Ger li herêmê PKK winda bike, li holê herêmek bi navê herêma Kurdistanê jî namîne. Çawa li hemberî êrîşên DAIŞ’ê pêşmerge PDK’ê ji Şengal, Mexmûr û hin navçêyên ku bi çavsoriyek mezin ve girêdayî PDK’ê bûn reviyan li hemberî êrîşên dewleta tirk wê qet nikarîbin li ber xwe bidin.

Em ji bîr nekin ku aliyê herî zêde dijî referandûma azadiya herêma Kurdistanê derdiket dewleta tirk bû. Dîsa heman dewlet tu carî Kerkûk wek axa Kurdistanê nedîtiye û li vê herêmê ji bo kurd winda bikin nijadperestiya tirkmenan piştgirî dike. Dîsa ji bo li herêmê nekevin valatiyekê bi hemû hêza xwe ve malbata Barzanî piştgirî dikin. Derdê wan na kurd û Kurdistanê wan ji xwe re hin hevkar dîtine û bi destê van hevkaran ve dixwazin tuxmê fesadiyê di nav kurdan de biçînin. Lê kurd ne mecbur in ku bi vê şermê re jiyan bikin. Ev şerma ku malbata Barzanî di nav kurdan de dide avakirin ne qedera gelê kurd e. Gelê kurd gelekî qehraman û bi her awayî bi nirxê xwe yê neteweyî ve girêdayî ye. Lewma pêwîstî heye ku her kurdekî xwedî rûmet û welatperwer ji vê şerma malbata Barzanî re bêje êdî bes e. Gelê kurd ne mecbûr e bi şerma ku hûn li ser me ferz dikin bijîn.

Li hemberî van polîtîka û êrîşên dewleta dagirker pêwîst e gelê herêmê yekitiya xwe xurt bike. Ger yekitiyek li ser bingeha parastina Kurdistanê pêş bikeve wê demê ne malbata Barzanî û ne jî dewleta tirk wê bikaribe bi hesanî êrîşî kurdan bike. Bêguman ev yekitî pêwîst e bi sînorê herêma Kurdistanê ve jî sînordar nemîne. Her çar perçeyê Kurdistanê bigire nav xwe û yekîtiyek netewî ava bike. Bi vê yekîtiyê re li her çar perçeyên Kurdistanê dê gelê kurd bi awayekî hîn xurttir bikaribe destkeftiyên xwe biparêze. Wê demê dewleta tirk wê tu carî nikaribe li ser vê axa pîroz planên xwe yê qirêj pêk bîne.

Di dilê gelê herêmê de ruhê yekîtiyê û azadiyê ji her demê zêdetir heye. Berxwadana Şeladizê vê yekê bi awayekî pir aşkera radixe ber çavan. Lewma pêwîst e li her çar perçeyê Kurdistanê em ruhê Şeladizê di nav xwe de ava bikin û dagirkeran ji ser axa welatê xwe biqewitînin.”


ÇAVKANÎ: e-rojname – Êrîş Qoser

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Ji Pênûsa Gerîlla: Hevalê min î hêja ciwanê delal Cemîl Çatax

Nivîsa Pêş

ANALÎZ – Tecrîda teqez dê bi berxwedanê bê şikandin

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
Kesên Xelata Nobelê girtine bang li Tirkiyeyê kir û daxwaza azadiya Rêberê Gelan kir

ANALÎZ - Tecrîda teqez dê bi berxwedanê bê şikandin

Li ser sinorê Kobanê mertalên zindî şehîd Hogir û şehîd Viyan Amara bi bîr anîn

Li ser sinorê Kobanê mertalên zindî şehîd Hogir û şehîd Viyan Amara bi bîr anîn

Manşet

  • Li Kolnê standeke danasînê ji bo Festîvala Ciwanan a Lecwan Munzur hate vekirin.
  • Ciwanan Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk Xwendin: “Divê Em Rola Xwe ji bo Civaka Demokratîk Bilîzin”
  • Karwanê cenazeyê fermandar Nûredîn Sofî ber bi Qamişloyê ve bi rê ket
  • Cenazeyê yek ji pêşengên şoreşê Nûreddîn Sofî tînin Qamişloyê
  • Ciwanên li Qamîşloyê Perwerdehiya Xweparastinê Dibînin: “Em Amade ne ku Civaka xwe biparêzin”
  • Nivîskar Firaz Baran Bangek li ser Dîroka Meşa Dirêj Dike
  • Yekîtiya Jinên Ciwan ên Halebê Civîna Xwe ya Şeş Mehî Lidarxist

Herî zêde hatine xwendin

  • Li Kolnê standeke danasînê ji bo Festîvala Ciwanan a Lecwan Munzur hate vekirin.

    Li Kolnê standeke danasînê ji bo Festîvala Ciwanan a Lecwan Munzur hate vekirin.

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komxebata Ciwanên Şengalê bi encamnameyekê dawî bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG: Em pêşengê neteweya Kurd Nûreddîn Sofî û hevrê Bahtiyar Gabar bi hurmet bi bîr tînin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Nivîskar Firaz Baran Bangek li ser Dîroka Meşa Dirêj Dike

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên li Qamîşloyê Perwerdehiya Xweparastinê Dibînin: “Em Amade ne ku Civaka xwe biparêzin”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Endonezyayî: Armanca me ew e ku paradîgmaya ku ji hêla Ocalan ve hatî pêşxistin li her derê belav bikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Rêber Apo banga dîrokî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Wanê Çalakiyên Li Dijî Polîtîkayên Şerê Taybet Berdewam Dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanan Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk Xwendin: “Divê Em Rola Xwe ji bo Civaka Demokratîk Bilîzin”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • 4 Ciwan di çemê Firatê de xeniqîn

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.