Enter your email Address

Perşembe, Aralık 18, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

KJK: “Serhildana Şeladizê li dijî dagirkereiyê bersivek e”

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
28/01/2019 - 14:47
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet
Reading Time: 4 mins read
A A
KJK: Rojbûna Rêberê konfederalîzma demokratîk, vejîna azadiya jinê ye
ParvekeTweet

KJK; “Em serhildana gelê Şêladizê, Dêrelok û ya hemû Başûrê Kurdistanê yali ser giyanê yekîtiya neteweyî silav dikin.”

NAVENDA NÛÇEYAN- Koordînasyona KJK’ê derbarê hebûna dewleta Tirk a li Başûrê Kurdistanê, bomberdûmanên wê û derbarê Serhildana gelê Şêladizê daxuyanî da.

Dewleta Tirk di 23’ê Çileyan de Başûrê Kurdistanê bomberdûman kiribû û di vê bomberdûmanê de 4 kes hatibûn qetilkirin. Gelê Şêladizê jî roja Şemiyê serî hildabû û baregeha leşkerî ya dewleta Tirk a li Sirê dabû ber agir. Leşkerên Tirk li vê derê êrîşî gel kiribû û 2 sivîl qetil kiribû û herî kêm 6 sivîl jî birîndar bûbûn.

Di daxuyaniya KJK’ê de ev tişt hate diyarkirin:

“Êrîşên dagirker ên dewleta Tirk ên li dijî Başûrê Kurdistanê û qetlîamên wê her dem di rojevê de ye. Di saleke dawîn de hema bibêje her roj êrîşên dagirker tên kirin û bi dehan cihên sivîlan tên bomberdûmankirin. Em van êrîşên dewleta Tirk bi tundî şermezar dikin. Di 23’ê Çileyê de ji ber êrîşên balefirên şer ên artêşa Tirk 4 mirovên welatparêz şehîd bûbûn û di serhildana Şêladizê de jî 2 welatparêz hatin qetilkirin. Em sersaxiyê ji malbatên wan re dixwazin. Em diyar dikin ku em ê bi helwesta berxwedana neteweyî xwedî li bîranîna van welatparêzên xwe derkevin.

HELWESTA GELÊ ŞELADIZÊ TÊRA XWE WATEDAR E

Helwesta gelê Şêladizê di serî de ya gelên Dêrelok, Duhok û Başûrê Kurdistanê ya li dijî faşîzma dewleta Tirk a dagirker têra xwe watedar e. Ciwan, jin û kal û pîr meşiyane ser baregehên leşkerî yên dewletaTirk û baregeha dagirkeran dane ber agir. Ev serhildan li dijî dagirkeriyê ye û bersivek e ku ji hemû kesên ku li dijî dagirkeriyê bêdeng dimînin.

Di vê serdemê de ya ku li her çar parçeyên Kurdistanê berxwedaneke bi heybet çêdibe, serhildana gelê Şêladizê ji bo dîroka Başûrê Kurdistanê têra xwe watedar e. Serhildana Şêladizê helwesta berxwedanê ya ji bo giyanê welatparêzî û neteweyî gelekî girîng e. Gelê me bi helwesta xwe diyar kiriye ku, li ser axa xwe tu carî hêzeke dagirker naxwazin.

DEWLETA TIRK HEBÛNA XWE LI SER DIJMINATIYA KURDAN AVA KIRIYE

Dewleta Tirk hebûna xwe li ser dijminatiya Kurdan ava kiriye û ji ber qetlîamên xwe tu ferqa wê ji ya rejîma Saddam tune. Faşîzma dewleta Tirk ne bi tenê Bakurê Kurdistanê, bi polîtîka û sepanên xwe li ser hemû Kurdistanê gefeke mezin e.

Dewleta Tirk li Cizîr, Sûr, Silopî, Roboskî û Efrînê qirkirina Kurdan ji xwe re kiriye sedema hebûne û di êrîşên wê yên li dijî Başûrê Kurdistanê jî heman armanc heye. Helwesta êrîşkar a dewleta Tirk a li dijî referandûma Başûrê Kurdistanê û di dagirkeriya Kerkûkê de tê zanîn. Bi van êrîşan re dixwazin hebûna Kurdan înkar û îmha bikin.

HEMÛ PARTIYÊN SIYASÎ DIVÊ PEYAMA ŞELADIZÊ BAŞ FÊM BIKIN

Divê hemû partiyên siyasî yên li Başûrê Kurdistanê peyama gelê Şêladizê û Dêrelokê baş fêm bikin. Ev serhildan di heman demê de ji bo kesên ku polîtîkaya xwe ne li gorî yekîtiya neteweyî pêk tînin jî peyamek e. Divê were zanîn ku yên ku qetlîamên dewleta Tirk nabînin wê li dijî têkoşîna azadiyê ya gelên me bin.

Li ser vî esasî em careke din serhildana gelê Şêladizê, Dêrelok û ya hemû Başûrê Kurdistanê yali ser giyanê yekîtiya neteweyî silav dikin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Li Bêdlîs’ê li 2 gundan derketina derve hate qedexekirin

Nivîsa Pêş

PDK’ê rojnamevanek û du çalakvanên civaka sivîl li Akrê binçavkir

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
PDK’ê rojnamevanek û du çalakvanên civaka sivîl li Akrê binçavkir

PDK’ê rojnamevanek û du çalakvanên civaka sivîl li Akrê binçavkir

Dersîm Dag; “Heta ku ev tecrîd neyê rakirin, ew ê aştî, azadî û wekhevî neyê welat”

Dersîm Dag; "Heta ku ev tecrîd neyê rakirin, ew ê aştî, azadî û wekhevî neyê welat"

Manşet

  • Li Efrînê Jinek Ciwan Hat Qetilkirin
  • Belgefîlma Vartinîs Li Berlînê Hate Nîşandan
  • Di 60 Saniyê’de Nûçeyên Rojê
  • Xwendekar Daristanên Xwe Diparêzin
  • Deklerasyona Mîtînga ‘Hêvî û Azadî’ Hat Ragihandin
  • Ciwanê Ku Hatbû Binçavkirin, Li Girtîgehê Jiyana Xwe Ji Dest Da
  • HPG Şehîdên Zapê Bi Bîr Anî

Herî zêde hatine xwendin

  • HPG Şehîdên Zapê Bi Bîr Anî

    HPG Şehîdên Zapê Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Efrînê Jinek Ciwan Hat Qetilkirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Deklerasyona Mîtînga ‘Hêvî û Azadî’ Hat Ragihandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Kobanê bi kevir û molotofan bersiv dan dagirkeran!

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Di 60 Saniyê’de Nûçeyên Rojê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Di 60 Saniyê’de Nûçeyên Rojê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanê Ku Hatbû Binçavkirin, Li Girtîgehê Jiyana Xwe Ji Dest Da

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Xwendekar Daristanên Xwe Diparêzin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Belgefîlma Vartinîs Li Berlînê Hate Nîşandan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.