Enter your email Address

Perşembe, Şubat 5, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Analîz

Mustafa KARASU: ‘Tecrîdê bişikîne, Faşîzmê têk bibe û Kurdistanê Azad Bike’

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
03/12/2018 - 10:45
di nav Analîz, Giştî, Manşet
Reading Time: 5 mins read
A A
Mustafa KARASU: ‘Tecrîdê bişikîne, Faşîzmê têk bibe û Kurdistanê Azad Bike’
ParvekeTweet

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûstafa Karasû, di gotara xwe ya vê hefteyê de ya li rojnameya Yenî Ozgur Polîtîkayê, işaret bi girîngiya têkoşîna li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir.

Karasû bi bîr xist, ji bo tenduristî, ewlekarî û azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kampanyayeyeke têkoşînê dest pê kiriye û got, “Li zindanên li Kurdistan û Tirkiyeyê ji bo rakirina tecrîdê biryara grevên birçîbûnê hate dayin û bi cih hate anîn. Gelê me yê li Ewropayê jî bi grevên birçîbûnê mîna her carê nîşan da ku wê bi xurtî tevlî vê têkoşînê bibe. Ev helwest û çalakî li armanca armanca ’em tecrîdê bişikînin, faşîzmê têk bibin, Kurdistanê azad bikin’ tê, ku Komîteya Rêveber a PKK’ê biryara wê dabû. Bi rastî jî encamên berfireh ên şikandina tecrîdê wê hebin. Şikandina tecrîdê û têkbirina faşîzmê, wê bike ku li Tirkiyeyê demokrasî, li Kurdistanê jî jiyana azad pêk were. Lewma, dawîanîna li tecrîdkirina Rêber Apo wê gelek girêkan veke.”

Karasû anî ziman ku 15’ê Sibata îsal dibe 20 sal ku Rêberê Gelê Kurd dîlgirtî ye û got, mayina rêberê gelekî bi 20 salan li zindanê divê bi berfirehî were analîzkirin.

AMADEKARIYA ÇALAKIYA MEZIN

Karasû bal kişand ser greva birçîbûnê ya Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven û bi dewamî ev tespît kir: “Guven bi jiyan û kesayetiya xwe, bi awayekî zelal nîşan da bê rastiya Rêber Apo ji bo gel û jinên Kurd tê çi wateyê. Bi gotina, ‘ez hevrêya wan kesan e ku di oxira jiyanê de dikarin canê xwe feda bikin’, wateya çalakiya xwe raxist pêş çavan. Ji xwe hemû zindaniyan ragihandin ku ev pêvajo dişibe pêvajoya sala 1982’an û beriya çalakiya mezin, dest bi greva birçîbûnê ya deh rojî kirin. Ji malbatên xwe û rêveberiya girtîgehan re ragihandin ku piştî vê çalakiya demkî, wê dest bi greva birçîbûnê ya bêdawî-bêdorveger bikin. Ji her kesî re eşkere kirin ku wê bi vê sekn û çalakiya xwe bibin şopdarê berxwedêrên 14’ê Tîrmehê. Lewma em şopdarên berxwedêrên 14’ê Tîrmehê û yên bi qasî di oxira wê de canê xwe feda bikin ji jiyanê hez dikin, silav dikin.”

EGER GELEK XWEDÎ LI RÊBERÊ XWE DERNEKEVE, NIKARE XWEDÎ LI RÛMET Û HEBÛNA XWE DERKEVE

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûstafa Karasû diyar kir, zext û zilma li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ne ya qebûlkirinê ye û got, “Ev zext û zilm li tevahiya gelê Kurd tê kirin. Eger gelek xwedî li Rêberê xwe dernekeve, nikare li rûmet, nasname, hebûn û azadiya xwe derkeve. Ji ber vê yekê xwedîderketina li Rêber Apo ji bo gelê Kurd bûye têkoşîna man û nemanê. Ji xwe zexta li Rêber Apo tê kirin û operasyonên li tevahiya Kurdistanê ji bo tinekirina hebûna Kurdan tê kirin, bi hevdemî tên kirin. Êrîşên ji bo şikandina îradeya gelê Kurd, êrîşên ji bo qirkirina Kurdan e. Eger ev neyê fêhmkirin, ne rastiya Kurdan tê fêhmkirin, ne jî rastiya qirkirinê ya ku li Kurdan tê ferzkirin. Ji ber vê yekê, çalakiyên di vê demê de tên kirin nîşan didin ku qirkirina li ser gelê Kurd tê ferzkirin û êrîşên tinekirinê hatine fêhmkirin. Nêzîkatiyeke ji bilî vê yekê xeflet e, xwexapandin e.”

DIVÊ GELÊ ME LI DORA BERXWEDANA LI ZINDANAN BICIVE

Karasû got, divê gelê Kurd li dora têkoşîna li zindanan bicive û wiha dewam kir: “Eger gerîla û girtiyên li zindanan di nava şert û mercên herî giran de têdikoşin, hingî em dikarin hîn bi xurtî têbikoşin û rabin ser piyan. Ti zilm û zext nikare li ber serhildanê bibe asteng. Gelê Kurd eger di dema ku hişmendî û tecrûbeya xwe kêm bû serhildanên dîrokî kiribe, niha jî dikare bike. Bi deh hezaran ewladên gelê Kurd şehîd bûn, êşkence li sed hezaran hate kirin, bi sedan hezaran li zindanan hatin girtin, bi milyonan neçar man koçî metropolên Tirkiyeyê û her deverên cîhanê bikin. Bi sed hezaran kesî bi îradeya xwe ya azad li dijî êrîşan li ber xwe dan; berdêla xwe hilweşandina mal, tax û bajaran jî be, berdêla xwe mirina bi sedan jin, zarok û extiyaran jî be Kurdan ji rûmeta xwe tawîz nedan. Hişmendiya gelê Kurd di nava van zor û zehmetiyan de xurt bû. Gelekî bi vî rengî wê xwedî li berdêlên hatine dayin, xwedî li nirxên hatine afirandin derkeve û xwedî hêz û potansiyela berxwedanê ye.

‘DEM HATIYE KU EM HIŞMENDÎ, WIJDAN Û HÊZA XWE NÎŞAN BIDIN’

Dem hatiye ku em vê hişmendî, wijdan û hêza xwe nîşan bidin. Bİ taybetî ciwanên ku êş û kêfxweşiya gelê Kurd di dilê wan de ye, dem hatiye ku nîşan bidin, ew ewladên vî gelî ne. Li ser vê bingehê girîng e ku bi rê û rêbazên gelekî dewlemend li derve bersiv ji berxwedana hevrêyên li zindanan re bê dayin. Ev yek wê tecrîdê bişikîne, faşîzmê têk bibe û Kurdistanê azad bike.”

ÇAVKANÎ; Yenî Ozgûr Polîtîka

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Karkerên TOKÎ’yê ku ji bo mafên xwe berxwedidan hatin binçavkirin

Nivîsa Pêş

Li Swêd’ê salvegera vejîna PKK bi fîşekên hewayî hat pîroz kirin

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
Li Swêd’ê salvegera vejîna PKK bi fîşekên hewayî hat pîroz kirin

Li Swêd'ê salvegera vejîna PKK bi fîşekên hewayî hat pîroz kirin

Li Dijî Tecrîda Giran Parlamenterên HDP Dikevin Greva Birçîbûyînê

Li Dijî Tecrîda Giran Parlamenterên HDP Dikevin Greva Birçîbûyînê

Manşet

  • QSD’ê Nasnameyên 13 Şehîdan Aşkera Kirin
  • Bi Agirê Dilê Me Berxwedan Bê Dawî Dibe
  • Ji Aliyê TCŞ û YJK-E Ve Li Frankfurtê Ji Bo Rojavayê Çalakiya Bi Hêz Ya Infostandê
  • Li Bajarê Torino Ya Îtalyayê Ji Aliyê Ciwanên Taxên Karkeran Ve Daxuyaniya Piştgiriyê Bi Rojavayê Re
  • Li Hamburgê Ji Bo Rojavayê Çalakiya Şanoyê
  • Ciwanên Şoreşger li rojhilatê Kobanê dev ji parastinê bernadin
  • Jinên Ciwan ên Kobanê çalakiya keziyan lidarxistin

Herî zêde hatine xwendin

  • QSD’ê Nasnameyên 13 Şehîdan Aşkera Kirin

    QSD’ê Nasnameyên 13 Şehîdan Aşkera Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Jinên Ciwan ên Kobanê çalakiya keziyan lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Kobanê bi kevir û molotofan bersiv dan dagirkeran!

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Hamburgê Ji Bo Rojavayê Çalakiya Şanoyê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bi Agirê Dilê Me Berxwedan Bê Dawî Dibe

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Şoreşger li rojhilatê Kobanê dev ji parastinê bernadin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Silêmaniyê Zarokan Bi Hunerê Xwe Piştgirî Ji Berxwedana Rojava Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Yekîtiya Jinên Ciwan Li Dêrikê Li Ser Sûrên Kezî Ku Sembola Berxwedana Jinên Kurd e Boyax Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • KCK: Xwedîderketina Li Rojava Divê Daîmî Be

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şervanên Kurd û Ereb li Eniya Şer a Hesekê Mil bi Mil li Hev Disekinin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.