NAVENDA NÛÇEYAN – Di demekî de ku rayedarên dewleta Îranê îdia dikin ku ew cezayê darvekirinê li xwepêşanderan nabirin, Dadgeha Tehranê cezayê darvekirinê li ciwanek 19 salî ku tevlî xwepêşandanan bibû, birî.
Li gor agahiyên ji çavkaniyên xwecihî hatine belavkirin, Şaxa 15’an a Dadgeha Şoreşê ya Tehranê bi serokatiya Dadwer Selwatî, cezayê darvekirinê li Mihemed Emîn Bîglerî (19) hat birî. Mihemed Emîn di dema nerazîbûnê li Tehranê de ji aliyê hêzên ewlehiye ve hatibû binçavkirin.
Li gor heman agahiyan, dosya Mihemed Emîn Bîglerî ji bo dubare li berçavan re bê derbaskirin, şandine Dadgeha Bilind ya Îranê.
Hat gotin ku ji aliyê hêzên ser bi Supayê Pasdaran ve dibin êşkenceyê de îfadeya Mihemed Emîn Bîglerî hatine girtin.
Hêjayî gotinê ye Dadwer Selwatî yek ji wan dadwerên rejîma Îranê ye ku bi dayîna cezayên giran yên li dijî girtiyên siyasî tê naskirin. Navê Selwatî di nava lîsta cezayan a Amerîkayê de ye.


