AMED – Meclîsa Ciwanan a DEM Partî û Hevbendiya Xwendekarên Azad a Dîcleyê li dijî komploya 15’ê Sibatê li ÇandAmedê civîna ciwanan lidarxistin.
Ji aliyê Meclîsa Ciwanan a Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan (DEM Partî) û Hevbendiya Xwendekarên Azad a Dîcleyê ve li Navenda Kongreyê ya ÇandAmedê civîna ciwanan hate lidarxistin. Civîn bi şîara “Ji tarîtiyê ber bi ronahiyê ve dimeşin” hate pêkanîn û nûnerên partiyên siyasî û saziyên cuda jî beşdar bûn. Di salona ku civîn lê hate lidarxistin de wêneyên Rêber Apo û pankartên “Ji tarîtiyê ber bi ronahiyê” û “Iradeya Apoger komploya cîhanê têk bibe” hatin daliqandin. Civîn bi rêzgirtina ji bo şehîdên şoreşê dest pê kir. Di civînê de marşa “Çerxa şoreşê” hate xwendin û sloganên “Şehîd namirin”, “Biji Serok Apo” û “Jin, jiyan, azadî” hatin bilindkirin.
Di civîna ku Veysi Aktaş û Çetin Arkaş wek axaftvan beşdar bûn û berdewamîya wê ji bo çapemeniyê hate girtin de, komploya 15’ê Şubatê, Pêvajoya Aştiyê û Civaka Demokratîk û her weha pêşketinên li Rojava têne nîqaşkirin.


