Enter your email Address

Pazar, Şubat 15, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

15ê Sibatê: Komplo Li Dijî Hemû Gelan e

Edîtor: Nucan Serdoz
15/02/2026 - 8:49
di nav Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Mijarên Girîng, Nûçe, Rêber APO, Taybet, Video
Reading Time: 7 mins read
A A
15ê Sibatê: Komplo Li Dijî Hemû Gelan e
ParvekeTweet

DOSYA TAYBET – Dosyayê me ya taybet li ser Komploya 15ê Sibatê destwerdana navneteweyî, pêşketinên herêmî û perspektîfên li ser çareseriyan vedikole. Dosya nirxandinên ku di çarçoveya paradîgmaya “Neteweya Demokratîk” a Rêber APO de hatine kirin vedihewîne.

15ê Sibatê: Komplo Li Dijî Hemû Gelan e

Di serdema Modernîteya Kapîtalîstê de aqilê komploger ji bo hêzen desthilatdarî amûrê serekî ye. Kengî pêşketinên civakî û demokratîk ji wan re dibin aşteng, berê xwe dêkûdolab û rêbazên qirej didin û di pêkanîna wan de ti sînorê exlaqî û mirovî nas nakin. Ji ber ernigariya xwe ya stratejîk û dewlemend, hêzên emperyalîst her tim dixwastin li rojhilata navînê serweriya xwe ava bikin. Ji ber vê, derbe, suîqest, ravandin û sixûrî wekî ku şewazê asayî ya rêveberiya dewlete li vî herema bûye. Kî li vî axê ji bo azadî û adaletiya xwastiye derketinekî çêbike, bi vê rastiya rû bi rû hatiye. Taktîka “parçe bike, birêvebibe” ku di dema Imperatorê Romayê de hatiye pêşxistin, di serdema modernê de wekî huner û zanistekî bû. Taybet li Rojhilata Navîn, dewletên Ewrûpî wekî Inglistan û Fransiya ji bo ku bandora xwe li ser herema bisepinin, gelan bi hevdû re dan şer kirin. Hema bêje hemû politîka Ewrûpa di nav du sedsalen dawî de li ser vî bingehê hat meşandin.

Yek ji gelên ku herî zêde bûne hedef ji wan komployan, gelê Kurd e. Piştî Şerê Cîhanê yê Yekemîn dema Rojhilata Navîn ji aliyê hêzên modernîteya kapîtalîst ve hate dizaynkirin, cih ji Kurdan re nehatiye dayîn. Di civîna sala 1920’an a li Qahîreyê hatî kirin de, biryara înkar û çaresernekirina pirsgirêka Kurd hate dayîn û Kurdistan belavî çar parçeyan hate kirin. Dewlet netewên Tirkiye, Iraq, Sûriye û Îran li ser înkar û îmhaya Kurd hatine avakirin. Û ji bo parastina berjewendiyan xwe, Kurd nîv-mirî hatin histin û li hemberî cîranên xwe wekî gef û mijarê bazirganiyê hatin bikar anîn. Carna pistgirî ji wan re hat dayîn, carna dîsa bi qirkirin hatin derbaskirin. Lê ti car ne hat histin bi vîna xwe ya serbixwe biryar bigirin û jiyan bikin.

Dema ku Rêber Apo li Kurdistanê xeteke nû afirand û dewleta Tirk li hemberî serhildana nû ya Kurdan bi bin ket, hêzên modernîteya kapîtalîst ji bo berjewendiyên xwe yên li Rojhilata navîn ji dest nedin, ketin dewrê û ji bo têkçûna têkoşîna azadiyê piştgirî dan dewleta Tirk. DYE’yê li dijî têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd xala 5’emîn a NATO’yê pêk aniye. Komploya navneteweyî ya bi serkêşiya DYE û Îsraîlê, ji aliyê NATO’yê ve hatiye koordînekirin. Weke tê zanîn Rêber Apo di 9’ê Cotmeha 1998’an de ji Sûriyeyê derket û derbasî qada Ewropayê bû. Lê hêzên komploger a bi serkêşiya DYE’yê, rasterast îmhaya Rêber Apo armanc kirine. Dema ku Rêber Apo ev zemîn ji holê rakir, plan kirin ku bi sîstema tecrîd û êşkenceyê ya Îmraliyê bigihijin vê armancê. Bi vî rengî wê bi îmhaya Rêber Apo şerê Kurd-Tirk çêbibe, Kurd wê bên qirkirin, Tirkiye wê hîn jî hêza kontrolê ya modernîteya kapîtalîst a li Rojhilata Navîn be, berjwendî û serweriya modernîteya kapîtalîst a li Rojhilata Navîn wê dewam bike. Sîstema tecrîd û êşkenceyê ya Îmraliyê bi vê armancê hat avakirin.

Helwesta Rêber Apo ya li hemberî komployê û li hemberî komployê kombûna gelê Kurd a li dora Rêber Apo, rê li ber armanca komplogeran girt. Rêber Apo helwesta herî bi wate nîşan da û nehişt ku komplo bigihije encamê. Armanca komploya navneteweyî ew bû ku Kurd û Tirk şerê hev bikin, Rojhilata Navîn veguherînin qadên pevçûnê û bi vî awayî serdestiya modernîteya kapîtalîst a li Rojhilata Navîn pêk were. Li hemberî vî, pêşxistina xeta Netewe Demokratîk komploya navneteweyî têk bîr. Ji ber ku hem yekitiya netewî ya gelê Kurd gengaz dike hem jî dihele ku di nav cîranên xwe bikaribin bi aramî bîjin. Ji ber vê, pêkanîna Netewa Demokratîk û pêşxistina biratiya gelan di Rojhilatê Navinê de ne xeyalekî ye. Ji bo misogerkirina hebûn û azadiya gelê Kurd, pêdiviyekî bivê-nevê ye.

Ji ber vê, hêzên navdewletî yên Imperialîst û komên rantxur ên ku ji şerê Kurd, Tirk, Arab û gelên din feyda digerin, bi hemû rêûrêbazan dijminatî li vî paradigma dikin. Şerê tunekirin ê ku ji 2015an û şûnda ve li hemberî Tevgerê Azadiya tê meşandin li ser vî esase hat pêşxistin. Dema ku berxwedana gerila vî hewildana têk bîr, qonaxekî nû dest pê kir. Çawa ku li Xeza komkujî hat pêk anîn, planên ji vê deh qat dijwartirin li hemberî gelê Kurd hatibûn amadekirin û armanc kir hemû deskeftiyên gelê Kurd di serî de li Rojavaye tesfiye bikin. Dema ku Beşar Esed ji desthilata hat avetin û rejîmekî nû li şûnda wî hat ava kirin, êdî ev plan ket dewreyê. Derketina Rêber APO û banga wî ya 27ê Sibatê destwerdanekî li hemberî vî bû. Ji hela teorîkî bi Manifestoya Aştî û Civaka Demokratîkê, bingeha çareseriya pirsgireka Kurd hat dayîn. Û bi fesixkirina PKKê, rêya ji bo pêkanîna vî hat vekirin.

Îro jî ev têkoşîn tê meşandin. Hêzên Moderniteya Kapitalîst, di serî de DYE, Ingilistan û Israel, ji bo ku pêşî li wan pêşketinan bigerin, carekî din serî li rêbazên komploger dan û dixwaz di nav gelê Kurd û Arab de şerekî bidin destpêkirin. Ji bo vê jî hemû amurên şerê taybet bi kar anîn û bi hevkariya çeteyên Islamîst re dîsa êrîşa Bakur û Rojhilata Sûriya kirine. Di heman demê de li ser ragihandinê şerekî tayber pir kûr hat meşandin û hewil hat dayîn dijminatiya di navbera gelên heremê de sor bikin. Paradijma Netewe Demokratîk hedefê hemû êrîşan bû. Rêber APO ev wekî “15ê Sibatê Duyemîn” bi nav kir û li hemberî van provokasyonan hişyarî kir. Lê rûxme çiqas zirar dan jî, armanca wan pêk neanîye. Têkoşina jin û ciwanan û rêxistinbûna gel ên her çar parçeyên Kurdistanê li Rojavayê carekî din hesaban dijminê xirab kirin. Li ser vî esasî jî Rêber APO midaxale kir û bi helwesta xwe ya “Rojava xeta min a sor e”, şer da rawestandin. Gelê Kurd û gelên din ên herema destkeftiyên xwe yên esasî parastin.

Di encamê vê berxwedanaê de êdî yekitiya netewî ya gelê Kurd bûye rastiyekî ku ti kes nikare pêşiya lê bigere. Di heman demê de tevgerên enternasyonalîst ên ku ji bo parastina Şoreşa Rojava li her derê daketin kolanê, baweriya xwe bi paradigmaya Moderniteya Demokratîk a Rêber APO diyar kir. Ev jî tiştekî nişan dide: dema gel li derdora fikrê Rêber APO kom dibe, ti hêz nikare pêşiya li wan bigere.

Ji ber vê jî, di salvegera 27min ê komploya navneteweyî de hemû gelên cîhanê denge xwe bi ya gelê Kurd re dikin yek û daxwaza xwe radigihinin: “Divê azadiya fisikî ya Rêber APO bê misoger kirin. Û heta wî demê, ji bo puçkirina komploya navnetewî û azadiya gelê Kurd em ê têkoşîna xwe bidominin!”

Bijî Yekitiya Gelê Kurd!

Bijî Biratiya Gelan!

Bijî Rêber APO!

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Ciwanan Li Hesekê Komploya 15ê Sibatê Protesto Kirin

Nivîsa Pêş

Meşa Me Ya Têkoşînê, Wê Komployê Têk Bibe

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Meşa Me Ya Têkoşînê, Wê Komployê Têk Bibe

Meşa Me Ya Têkoşînê, Wê Komployê Têk Bibe

Manşet

  • Meşa Me Ya Têkoşînê, Wê Komployê Têk Bibe
  • 15ê Sibatê: Komplo Li Dijî Hemû Gelan e
  • Ciwanan Li Hesekê Komploya 15ê Sibatê Protesto Kirin
  • Ciwanên Welatparêz Li Amed Li Dijî Komploya Navneteweyî Ya 15ê Sibatê Çalakiyek Lidar Xistin
  • Bi Sedan Ciwan Li Dêrikê Li Dijî Komploya Navneteweyî Meşiyan
  • Ciwanên Kobanê: “Emê her li derdora Rêber Apo bin”
  • Ciwanên Welatparêz Li Edeneyê Li Dijî Komploya Navneteweyî Grafîtî Çêkirin

Herî zêde hatine xwendin

  • Bayik: Rêber Apo Divê Weke Fîzîkî Azad Bibe

    Bayik: Rêber Apo Divê Weke Fîzîkî Azad Bibe

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Girtiyên Apoyî û PAJK: Divê Em Li Dijî Hêzên Komploger Di Nava Çalakiyan De Bin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Karasu: Divê Gelê Me Li Her Çar Parçeyan Tevlî Çalakiyên Şermezarkirina Komployê Bibe

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • PJAK: Yekîtiya Netewî Komploya 15’ê Sibatê û Êrişa Li Ser Rojava Têk Bir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanekî Ereb Di Nav QSD De: Neyên Lîstokên Dewletên Derve

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Kobanê li ser Komployê 15’ê Sibatê civînekî lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Kobanê: “Emê her li derdora Rêber Apo bin”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanen Bajarê Til Temir Nobeta Parastinê Didomînin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Dêrikê, Ciwan Li Ser Bingeha Prensîbên Şerê Gelê Şoreşgerî Perwerdehiya Çekan Dibînin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Portugal Li Ber Sefaretên Tirkiyê Çalakî Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.