KOBANÊ – Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan ên Kobanê, di bin slogana “Rêber Apo xeta me ya sor e” de, civînekî li derbarê salvegera 27’emîn a Komploya Navnetewî ya 15’ê Sibatê li dijî Rêber Apo û komployê hemdem yê dijî Bakûr û Rojhilatê Sûriyê lidarxistin.
Di serî de ji bo bîranîna tevahî şehîdên şoreşê, deqayekî rêzgirtin hat rawestandin.
Piştî wê qala dîroka Komployê Navnetewî ya ku bi girtina Rêber Apo di 15’ê Sibatê 1999’an de bi encam bû. Her wiha, qala girêdanbûna wê bi rewşa heyî ya herêmê û komployê ku rê ji êrîşên dawî yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê re vekir hat kirin. Hat destnîşankirin ku komployê dawî hedef dike fikirê Rêber Apo yê Netewa Demokratîk têk bibe, û nakokiyên di nav gelê kurd û ereb de çêbike, lê belê, ji bo ku gelê herêmê çareseriyekî mayînde bibîne û nekeve lîstokên dewletên derve, divê di biratiya gelan de israr bike.
Civîn bi slogana “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.



