PORTUGAL – Li bajarên Lizbon û Porto ên Portugal, bi banga “Platforma Hevgirtina Gelên Kurdistanê” li ber sefaretên Tirkiyê kom bûn û helwestê xwe li dijî Komployê navnetewî yê 27 salan li ser Rêber Apo û li dijî êrîşên çeteyên girêdayi Tirkiyê û HTŞ li ser Rojava nîşan dan.
Çalakvanan piştgiriya xwe ji şoreşa Kurdistanê re dan diyar kirin û hevkariya hêzên navnetewî di êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin.
Bal jî hat kişandin ji bo 27 salên ku Rêber Apo di bin tecridê de li Girtîgeha Girava Îmraliyê esîr girtî ye, û daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hat kirin.
Ev çalaki di çarçoveya banga çalakiyan di nîvgirava Îberiya de, di navbera 12 û 15’ê Sibatê de pêk hatin.


