DÊRÎK – Li navçeya Koçeratê ya girêdayî Dêrik, li gundên Hamzabeg û Tebqa de, ji bo jinan û ciwanan di çarçoveya şerê gelê şoreşger de perwerdeyên hatine destpêkirin bêrawestan didomin. Di çarçoveya bernameya perwerdeyê de, di roja duyemîn de 20 ciwanan li ser bikaranîna çekan perwerde dîtin.
Li gundewarên Dêrikê, jinên ciwan ên Koçeratê jî li gundan ji bo jinan perwerdeya xweparastinê didin. Hat diyarkirin ku çalakiyên ku ji bo avakirina hêzên xweparastina jinan têne meşandin, li gundê Hamzabegê sê rojên bi hev re dê bidomin.
Herwiha hate ragihandin ku li gundên Hamzabeg û Tebqa yên girêdayî Koçeratê de, perwerdeyên li ser bikaranîna çekan û xweparastinê ji bo jinan û ciwanan têne dayîn da ku parastina gel were xurtkirin.


