STENBOL – Li taxa Kanarya ya navçeya Küçükçekmece ya Stenbolê, ciwanên welatparêz ji bo protestokirina Komploya Navneteweyî ya 15ê Sibatê kampanyayek grafîtî li dar xistin.
Di çarçoveya çalakiyê de, ku ji aliyê Ciwanên Welatparêz ve tê birêvebirin, li gelek deverên taxê sloganên ku Komploya Navneteweyî ya 15ê Sibatê eşkere dikin û tecrîda li ser Rêber Apo protesto dikin hatin nivîsandin.
Bi xebata xwe, ciwanan tekez kirin ku komploya navneteweyî ya 15ê Sibata 1999an ne tenê li ser gelê Kurd, lê di heman demê de li ser têkoşîna azadiyê ya hemû gelan êrîşek bû. Ciwanan bal kişandin ser polîtîkayên tecrîda mutleq ên li Îmraliyê berdewam dikin û diyar kirin ku komplo berdewam dike û ew ê têkoşîna li dijî wê berfireh bikin.

