TIRBESIYÊ – Bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û şermezarkirina komplpya 15`ê Sibatê ciwanên Tirbespiyê meşek li dar xist.
Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan ji bo şermezarkirina komplpya navnetewî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan hate kirin meşek meşaleyî li dar xist.
Di meşê de nûnerên saziyên civaka sivîl û şêniyên Tirbespiyê beşdar bûn. Ciwanan wêneyên Rêber Abdullah Ocalan û alên ciwanên şoreşger rakirin. Meşvan ji pêşiya navenda ciwanan ber bi naveraste bajêr meşiyan.

Li wir daxuyaniyek ji hêla endama ciwanên şoreşger û jinên ciwan Sefa Hesen ve hate dayîn.
Di daxuyaniyê de hate gotin ku ew bi tundî komploya navnetewî ya ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan şermezar dikin.
Daxuyniyê hate destnîşankirin ku komploya 15`ê Sibatê, heman komplpoya ku îro li ser Rojava tê kirin û hat gotin, “Tu kes nikare îradeya me têk bibe, em ê bi ruhê ciwanan li ber xwe bidin. Wek ciwan em ê her dem li qadan bin hetanî azadiya Rêber Abdullah Ocalan pêk were.”


