NAVENDA NÛÇEYAN – Em gotara bi sernavê “Hebun Xwe Parasrine!” a ku ji hêla Armanc Cemre ve hatiye nivîsandin, bi xwendevanên xwe yên hêja re parve dikin.
Hebûn Xwe Parasrine!
Hebun diyardeyekê ku cewher re giredayî ye. Ger ku hebun hemu taybetmendiye cewherî dixwe de bixwîne ev tê wate ya ku bûye Xwebun, bûye cewher. Her şoreşgerek, filozof, rewşenbîr û hwd. ji bo hebun pênaseyek pêşdixîne. Wek tevgera azadiya jin ev nîv asire ku em di lêger û parastina têkoşîna cewher û hebun didin meşandin. Lêgera li ser kok jî di ve çerçoveyê de dibe. Dinav rastiya civaka heyî de û di hemû pêvajoyen dîrokî dema ku em dest digirin jî ev heye. Şer û têkoşîna ku tê meşandin jî li ser vî esasî ye. Di milekî de li hemberî erîşek topyekun beramberî cewher û hebune heye, di mile dî de jî berxwedaniyek ji bo vêgera cewher û parastina hebun heye. Li beramberî şaneyên bîngehîn yê civaken ku em wek civaka exlaqî û polîtîk pênase dikin, bo vê jî erîşek mezin heye. Her wiha wek civak heman demê beramberî kes jî ev erîş hene. Bi taybet li hemberî jin û ciwanan ev erîş her roj zêdatir jî dibin. Jin û ciwanen ku dinav rastiya civaka çînayetî de mezin dibin, li beramberî cewherê xwe beyanî bûyînek pir mezin jiyan dikin. Di vê wate ye de çawa ku rastiya civaka çînayetî ne rastiya civaka ye, ne rastiya kes bixwe ye jî. Divir de lêgera welatparezî destpêdike ku hem wek erk û mîsyonek serekê ye, hem jî tê wate ya hebun e. Her wiha dibe rêgeza yekemîn a birdoziya rizgariya jinê.
Welatparêzî tê wateya girêdanbûna ax û welatê xwe re bûyîn e. Welatê kû, axa kû em li ser dijîn tenê ne cihê lê mayînê ye. Qada avabûna çand, exlaq, ziman, taybetmendiyên civakî û kevneşopî yê ye. Ji ber kû erdnîgariya kû em lê jiyan dikin civakbûn pêşketiye û xweserbûn hatiye qezençkirin pir bi manedare. Çawa kû gîha rayê xwe dema bi ax re dike yek, kûrtir dike bihêz dibe, mirov jî axa xwe re koka xwe belavbike, kûrtir bike pêşdikeve, bihêzdibe. Bi vê awayê nirxên vê yên çandî û exlaqê jî dewlemend dibin. Dagirkirina axa kû mirov lê dijî, bi qirqirinê û qirqirina çandî ve hevsenge. Heger kû mirov ne girêdayê axa xwe be, we ya hezneke ji bo wan axan jî nikare têkoşîn bike. Girêdanbûna axê wekê girêdanbûna dayik û jiyanê ye. Jiber vê ye kî welatparezî peşnekeve hêza têkoşînê jî pêşnakeve û axa welat wek nirxekê mezin naye dest girtin û parastin. Axake azad nebe jiyanekê azad jî nabe. Li Kûrdistanê parêzwanê herî mezin a ax jî, nirxên jiyanê jî jine. Hemû nirxên azadiyê, hezkirina axê ango welatparêzî, çand, exlaq hemû li derdora jinê pêşketiye û jin parêzwanê wan nirxanin. Ji ber vê hezkirin û parastina axê, hezkirin û parastina jinê ye. Ji bo parastina nirxên jinê welatparêzî şertê esasê ye. Di jinên ciwan de hestên welatparêzî pêşxistin, girêdanbûna vê bi axê re xurtkirin, di jinên ciwan de serxistina fikra axa xwe bi hebuna xwe re wekhev dîtin gavên esasê û yekemîn a têkoşînê ne.
Di sala 2014’an heya pêvajoya 2016’an ji ev erk somut bi şerê rêveberiya xweser re derket hole. Bi sêdan jin û ciwanan lêgerîne xwe vêgerandin lêgerînen azadiye. Lewra vêgera welat bû vêgera xwebuna xwe, vêgera cewhere jiyane. Rastiya gel û Kurdistana metînger edî nedihat qebul kirin û pêvajoyek nû ya xwe rêveberine hat destpêkirin. Xwerêvebirin di vî warî de tê wateya xwegêrandine ku bi xeta parastina cewherî re ev hebun edî pêwîst bû vêgeriya buna azadiye. Gelê Kurd edî pêwîst bû di warê maf û bîryar de xwedî rol û misyon bune. Lê ev ji dest hatibû girtin. Ev vêgera ku di xeta parastina cewherî de pêş diket, heman demê dihat wate ya “yê jê hatibû girtin, paşde girtin û tol jê girtin e”.
Sistema kapîtalîst ku bi armanca sûd girtina ji potansiyela mezin a jin û ciwanan ve ji bo wan tevlî sîstema xwe bike gelekî dixebite û hemu polîtikayên xwe li ser jin û cewanen pêşdixe. Li hemberî rastiya Kurdistana dagirkirî û gelê ku dihat metîngehkirin nîşandayîna îradeya ji agir a di xeta parastina cewherî de bi rihê seferberî re kolan û taxên xwe parastin re hat destpêkirin. Ev berdewamiya şerê Hîlvan-Sîverek bû. Ev berdewamiya serhildanên gel yê salan 90’î li Amed, Cîzre û Nisebîn hatibûn destpêkirin bû. Tovên têkoşîne yê xwe parastine, di dîrokek cuda de bi pêşengtiya egîdiya jin û ciwanen Kurd de nûjen dibû. Ew dewleta ku di çavê her kesî de pir mezin bû, ew dewleta ku kesek nikarî bû beramberî we dengê xwe derxîne dinav kolan û taxên Surê, Cîzre û Nîsebîn de ruxînek mezin jiyan kir.
Lewma tegehên ku em wek; “parastina cewherî, Xwebun, hebun û xwezayîbûn” pênase dikin jî bîngeha xwe ji tegêha “amargî” yanî vêgera dayîke digirin. Ev lêgerîn bi naskirina xwe, dîroka xwe û civaka xwe re pêkan dibe. Bêguman heya ku hêzkirin û parastina van nîrxen ku hatina avakirin pêkan nebe, em nikarin pênaseya welatperweriyek rast jî bikin. Xwe rêvebirin jî erkekî esasî ye welatpareziyê ye. Berxwedan û têkoşîna ku sendrom li dijmin da jiyandin jî di van salan de di şexsê qehremanen wek Şehît Axîn Mahîr Dîcle, Seve, Pakîze, Zeryan, Sîdar û Nuda’yen de derket holê. Her wiha em xwe parastin û welatê xwe parastin tene wek şerek çekdarî nikarin pênase bikin. Lê belê ger ku dijminekî ku ji bo tune kirina civakê erîşî te dike hebê wê demê da ku tu, ax welat, dîrok, gel û hemu nîrxen civakî ku hatina avakirin biparezê tu yê parastine cewherî, vêgerîne parastinek çekdarî jî. Ev hêzkirina welat û erkê me yî beramberî civak û welatê me dide nîşan dan. Bêguman yê ku herî zede bi ax, welat, dîrok, çand û zimanê xwe re giredayî ye û da ku bibe parazvanê van nîrxen û di mewziyên her pêş de berxwedanî nîşan daye, xwe ji kendala avetiye heya guleya xwe dawî şer kiriye û teslîmîyet qebul nekiriye jin e. Ya ku jin û jiyan dixê yek jî, ev hêzkirina welat e. Dema ku ev her du peyv dibe yek, cewherî dibe. Di vê wateyê de erîşên li ser jin jî, li ser jiyane jî wek hev tê dîtin û parastina jiyane dibe parastina nîrxen ku hatina avakirin.
Her wiha parastina cewherî tê wateya hêza rexistinkirî û hêza fikrandina azad. Ger ku di fikir de azadbûn pêşnekeve, li gorî rolên kû jin re hatiye sapandin ve nêzîkbûn we derbikeve holê. Bi vê re jî pêwîstiya têkoşînê, guhertin, û israra serkeftinê dernakeve. Bi pêşketina îrade û hişmendiya azad ve jinên ciwan bi awayekê xwedî hişmendî dikare iddaya xwe ya pêşengtî bîne ser ziman û di pêşengtî de bibe diyarker. Rol û misyona parastina cewherî jî ya esas di fikir de destpê dike ku ya derket holê ev bixwe bû. Ya ku rûye bi sedan jinên Ciwan daye Sur, da Nisebîn û Cizre ev heqîqet bixwe bû.
Her wiha ger jinên ciwan nebin hêzekê rêxistinbuyî wê behsa kîjan azadî, îrade, hêza cevherî yê bike? Dema em behsa rêxistinbuyîn dikin bêgûman pêşîtirîn behsa rêxistinbuyîna xweser dikin. Têkoşîna rêxistinkirî nebe emê çawa behsa rizgarbuyîn bikin. Dinav şerê nîv asir yê ku bi dewlet-zilam re tê meşandin de di şexsê jina Kurd de, gerîlayen azadiyê de ev şênber bûye. Hêza xwe parastina jin û hêza xwe rêxistinkirina jin serkeftinen herî mezin daya avakirin. Her wiha tirsek mezin jî daye avakirin. Heger em birêxistinkirî bin dikarin hebûna xwe diyarbikin, wisa nebe dema êrîşekê herî biçûk de emê rûbirû yê belav buyinê bibin. Hêza rêxistinkirî ya jin ku di şerê rêveberiya xweser de da nîşan dan, carek dî di dîrokê de bi tîpên zêrîn hat nivîsendin û carek dî ji hemu jinên cîhane re bû rênîşandan.
Rastiya heqîqetê parastina cewherî ku tê wateya xwe rêxistinkirin, jiyana xwe û welate xwe rêxistinkirin di vî warî di şerê rêveberiya xweser de ji aliyê herkesê ve hatiye dîtin. Merheleya kû têkoşîna me ya jin gîhaştîde em dikarin bêjin kû ev sedsal wê bi têkoşîna roja me yî îro re we şahîdiya şoreşa jin bike. Bê gûman ji bo pêşxistina şoreşa jinê hewildanîn zêdetir û kedên zêdetir dayîn pêwîst dike. Ji ber kû jinên ciwan pêşengin, sedsala 21. kû vê bibe sedsala jinê de ya kû pêşengtiya vê sedsalê jî bike jinên ciwanin. Taybet di van salên dawî de le her qade de jinên ciwan asta pêşengtî de cîh digirin. Piranî êrîşên civakî li ser jinên ciwan ve pêşdikeve, sedem pêşengbûna vê ye. Ya kû herî zêde tê mağdûr kirin, tê bikaranîn, wek metayekê herî binirx tê dîtin jî jinên ciwanin. Dîsa sedem wekheve. Jîna Amînî jî, Rojîn Kabaîş jî jineke ciwanbû. Rêheval Sara û Rûken jî mîlîtanê jinên ciwan bûn. Zîlan, Bêrîtan, Viyan, Leyla Şaylemez hemû di salên xweyên ciwantî de bûn hevalên kû xetê diyardike. Sedemê Serokatî kû ciwan û jin wekê pêşenge paradîgma diyarkir, girêdayê temsîliyeta rastiya wan a civakê û dîrokî ye. Jiber vê sedemê di jiyanîkirina xeta parastina cewherî de, di avakirina şorêşa jin de, têkoşîna me ya azadî, gîhandina serkeftinî de erk û berpirsiyartiya yekemîn jin û ciwanan re, di serîde jî dikevin ser milên me.
Asta azadiyê wekê jinên ciwan girêdayê pêkanîna erk û berpirsiyartiyên me û li gorî vê jiyankirin û xebatkirina me ve elaqadare. Piştî bi hezaran sal heman axê de, ji nûve wekê nûjenkirina şoreşa neolîtîk pêşketina şoreşa me ya jinê ji bo gîhandina serkeftinê pêwîste bi dil û can em têkoşîn bikin, bi hezkirin, bi elaqa, bi şewq divê têkoşîn bikin û teqez bigîhîjin serkeftinê. Bi hêza jin, fikrandina azad û parastina cewherî pêşxistin re teqez em e serbikevin.
ARMANC CEMRE


