QAMIŞLO – Lewend Nisêbîn (Sileman Oral) li bajarê Qamişlo bi hezaran ciwanan bi rêxistin kir û xwe bi civakê re kir yek. Dema El Nûsra êrîşê Serêkaniyê kir, berê xwe da eniyên şer û di 19’ê Çileyê 2013’an de şehîd bû. Dayika Emîne, ku li di wan salan de şehîd Lewend ji nêz ve nas kir, li taxa Qudurbek, qala hatina wî ya bajarê Qamişlo û çawa bû pêşengê ciwanan û civakê.
Min heval Lewend di sala 2011’an de nas kir, wê demê nû ji çiya daketibû, ew û çend hevalên xwe. Wê demê jî li vir şoreş nû destpêdikir.
Şehîd Lewend li vir karê ciwanan dikir û derbasî mala me dibû. Ew bû, şehîd Serhad bû, şehîd Nîzar bû, heval Seydo bû, şehîd Brûsk bû. Li vir, li taxa Qudurbek, karê siyasî dikir, şehîd Lewend karekî pir zor dikir. Bi şev û roj kar dikir, digot “ez naxwazim karê xwe lewaz bibe, naxwazim tiştek jê kêm be”. Karekî gelekî pîroz li Qudurbek dikir, heya em sax bin em ji bîr nakin.
Dema şehîd Lewend derbasî mala me dibû, me digot ew parçeyekî ji kezeba me ye. Çawa ku derbasî mala me dibû, em kêfxweş dibûn, me dixist di hembêza xwe de. Dema digot “yadê” û “yabo” em difiriyan. Min jê re digot “rûne kêliyekî ji xwe re, rehat be”, digot “na yadê, karê min heye, ez dixwazim karê xwe bikim, ez hatim we bibînim kêliyekî û ezê biçim”. Min digot, “Kûrê min, ka em xwarinekî bi hev re bixwin”. Digot “temam yadê, ezê bi te re bixwim, lê ezê acele bixwim”. Ama çi hebe, nanek, kêmekî mast, yê girîng ew e ku ez bi te re bixwim û ez biçim karê xwe bikim. Min digot “Kûrê min, çênabe”, ez digiriyam, min digot tu çawa bê firavîn derdikeve. Digot “tiştê ku min cem te xwariyê têrê min dike, ezê biçim”. Min digot, “ bes min zanîba tu çi karî dikî”, got “Heta ku ez Qudurbek û Kurdistanê çênekim, ez karê xwe nasekinim, ezê heta heta karê xwe bikim.
Şehîd Lewend bû yek ji malbatê. Karê xwe dikir, carinan êvarê dereng dihat, diwestiya. Min ê tiştên wî danîba, digot, “na yadê, daneyne, ezê bi xwe bikim”. Nedihişt em cilên wî bişon, ew bi xwe dişûşt. Min digot “kûrê min, tu çima nahêle em bişon?”. Digot, “yadê, ez jî wek te me, tu diwestî, ezê jî biwestim, yanî ez nahêlim tu biweste”.
Ev navenda me yê ciwanan, me niha navê wê kiriyê navenda şehîd Lewend, ji xwe şehîd Lewend wê navend, kevir bi kevir ava kir, tê bîra min. Satilê çimento radikir milê xwe û diçû. Blok bi blok dixist ser hev du. Dema ku hevalên wî hatin, nîvê navend xilas kir. Bi wê lingî wî yê seqat, ew navendê giştî çêkir. Xortên me yên ciwan tevlî bûn. Ji hezkirina xwe jê re, dihatin û alîkarî dikirin. Gelek bûn, lê şehîd Lewend digot “lazim e ez bi xwe bikim”. Li wê cih berî eskerên dewlet tê de bûn. Lê şehîd Lewend got emê wir bikin navendê ciwanan, ewê derkevin. Di carekî de min dît ku heval Lewend ew cih girt, ew esker baz dan. Çawa baz dan, ez nizanim. Ew navend bû ya ciwanan û heya niha jî ya ciwanan e.
Her şev wê heval Lewend civîn çêkiribana, ji ciwanan re diaxivî, keça min jî yek ji wan bû. Hinek ji van ciwanên me niha şehîd ketin. Hinek ji wan niha li çiya ne û hinek jî aniha li vir kar dikin, hemû jî bi navê şehîd Lewend. Tu têkeve kîjan malbata Qudurbek, hemû şehîd Lewend nas dikin, ji ber keda wî. Waxtê ku şehîd Lewend şehîd ket, hemû milet baz da Mizgefta Qasimo. Di malan de hefteyekî xwarin çênekirin. Kes neçûyê, karê xwe nekiriye. Heya niha jî hemû milet bi navê şehîd Lewend kar dike.
Di destpêkê de, şehîd Lewend keç û xortan li ser navê YXK (Yekîneyên Xweparastin ên Kurdistanê) bi rêxistin dikir, û bi şev parastina sînor dikirin. Piştre dihatin û li vir karê siyasî dikirin, diçûn civînan, diçûn di nav gel de.
Min digot qetekî ji canê min e. Min jê re got xwarina xwe hêdî bixwe, digot, “na, ezê biçim ser karê xwe, ez hatim silavekî bidim û ez biçim”. Digot “eger ku ez şehîd ketim, bila zarokên we vê karî berdewam bikin”. Heya îro zarokên me behsa şehîd Lewend dikin.
Şehîd Lewend bi nermayî, bi her kesî re dida û distand, diket dilê wan. Ez pir pê tesîr bûm, heta niha suretê wî ber çavê min e. Ez pir jê bandor bûm. Ew navend li ser navê wî, komîna li ser navê wî, heya niha ez nikarim biçim wir. Milet gelek bi şehadeta wî pê êşiya. Piştre, xortên me li vir navê wî rakirin, çeka wî rakirin. Çûn şer li hemberî Cebhet El Nûsra û DAIŞ’ê.


