ROJAVA – Ezîz Ereb, ciwanekî ereb yê ku ji 2015’an ve di nav Hêzên Sûriyê Demokratîk de cihê xwe digire, li beramberî êrîşên bi serkêşiya dewleta Tirk û çeteyên girêdayî DAIŞ û HTŞ ku hestên nijadperestî û nakokiyan dixin di nava gelên Sûriyê de axivî.
Di axaftina xwe de da diyar kirin ku dîrokekî hezar salan ê jiyanekî hevpar ê gelên kurd û ereb bi hev re heye. Nakokiyên ku îro di navbera gelan de tên çêkirin, encama mûdaxaleya dewletên hegemonîk yên ku çeteyan berê xwe didin Sûriyê ye.
Ezîz Ereb wiha got: “Me berî jî dît dema ku çeteyan derbasî Minbicê û Efrînê bûn, çawa ku komkûjî li ser gel anîn û nakokî dan avakirin. Ev niha carekî din li Reqa tê jiyankirin. Ev çete weke hêzên ne resmî derbasî Sûriyê bûn, ser navê Îslamê, bi peyva “La îlah îlellah”. Em hemû jî misilman in, lê em dizanin ku Islam ne bi vî rengî ye.
Tu serê xelkê jê bike, û tu zarok, jin, zilam qetil bike, û serê wan li bajaran daliqîne, tu têkeve mala xelkê, talan bike, wan bi zorê ji cih û warê wan derxîne, bi taybetî miletê kurd ê ku bi gelê ereb re bi hev re bi hezar salan jiyankiriye û têkiliyekî pir xurt di navbera wan de heye, tu li wan ji mala wan derxîne, ev ne Îslamiyet e. Em weke netewa ereb, li keleka birayên xwe yên kurd şer kir li dijî çeteyên DAIŞ’ê yên ku êrîşê herêmên ereb û kurdan dikirin.
Çeteyên DAIŞ çawa berî êrîşê herêmê me dikirin, niha dîsa heman êrîşên li ser navê Îslamê pêk tînin. Em misilman, dizanin ku Îslam olekî firehbûnê ye, ne yê tengbûne ye. Lê mixabin, yê ku niha li ser navê Îslamê tê jiyankirin, pêkanîna fikirê DAIŞ’ê ye. Çawa hêzên navnetewî van komên xwe yên çete tînin li ser axa me, û wan bi cih dikin ji bo ku nakokiyan bixin di navbera gelê ereb û kurd de, em weke miletê ereb vî tiştî red dikin û li dijî wê disekînin.
Ez banga gelê xwe yê ereb dikim ku neyê van lîstok û planên ku dewletên derve bi me dikin. Em hemû zarokên Sûriyê ne û em li ser heman ax jiyan dikin. Em ne li dijî netewa kurd in, û netewa kurd jî ne li dijî me ye.
Em ne li dijî peyva “Ellha Wakbar”. Lê aniha bi wê peyvê derbasî Sûriyê dibin weke ku vê axê rizgar dikin, lê rastiyê ew e ku ew carekî din axa Sûriyê dagir dikin. Talan, komkûjî, tecawiz hemû tên kirin.
Ez dixwazim dubare bînim ziman ez bang li gelê me yê ereb û kurd her wiha giştî miletan dikim ku neyê lîstokên dewlwtên derve yê ku bi me dikin, destê xwe bidin hev û li kêleka hev bin. Me bi fikirê yekîtiya Suriyê destpê kir, me tu ferq nexist di navbera netew, ol û zimanan de, û em ê vê yekê berdewam jî bikin.
Ez dixwazin vê yekê jî bînim ziman gelek caran Dewleta Tirk û Hikumeta Şamê ji min xwestin ku ez li dijî QSD derkevim , lê ez vê yekê red dikim û tu carî jî qebul nakim ji ber di 10 salan di nav HSD de min tu fikirekî şaş nedît, da ku ez li dijî wê derkevim.”

