HESEKÊ – Cenazeyê şervanên QSD’ê Roman El Ehmed (Zuhêr Xanê) û Harûn Leylûn (Mahir Seydo) û endamê Hêzên Asyîşê Ehmed Mistefa yên di berxwedana li hemberî êrişên komên hikumeta demkî ya Sûriyeyê de şehîd bûne, bi merasîmekê li Parewangeha Şehîd Dijwar a li gundê Dawudiyê yê bajarê Hesekê hatin veşartin. Ji şervanên QSD’ê Egîd Hesekê (Raman Îsa) û Milîtan Rojava (Mihemed Xişo) ên di heman berxwedanê de şehîd bûne merasîma xiyabî hat lidarxistin.
Merasîm bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir. Piştre endamê Meclisa Giştî ya PYD’ê Ebdulxenî Oso axivî û got, bi saya keda şehîdan berxwedana vê dawiyê dîrokî bûye û hebûna gelê Kurd hat parastin.
Endama Fermandariya Giştî ya QSD’ê Dilbirîn Kobanê jî axivî û got, “îradeya gel naşkê. Şoreş berdewam e. Ji bo vî gelî em amade ne bi bi dehên caran şehîd bibin.”
Dilbirîn Kobanê anî ziman ku ew ji bo parastina destkeftiyên vê şoreşê rêya şehîd Ziyad Heleb bişopînin.
Piştî axaftinan nasnameyên 5 şehîdan hatin xwendin. Di dawiyê de cenazeyên şehîd Roman El Ehmed, Harûn Leylûn û endamê Hêzên Asyîşê Ehmed Mistefa bi dirûşmên “Şehîd namirin” spartin axê.



