BERLÎN – Ji bo protestokirina êrîş û siyaseta qirkirinê yên li dijî gelê Kurd li Rojava Kurdistanê, bi pêşengiya Kurdistanîyên ku li Berlînê dijîn û hevalên wan, li paytexta Almanyayê Berlînê mîtîngeke mezin û meşeke girseyî hate lidarxistin.
Bi bangkirina hevbeş a TCŞ, Teko-Jin, NAV-Berlin, Meclîsa Jinên Destdan, FEDA Berlin, KJAR Berlin, Kongra Star Berlin, Ciwaka Îslamî ya Berlînê, Navenda Çanda Rojava û Meclîsa Jinên Êzîdî ya Berlînê, bi hezaran kes beşdarî çalakiyê bûn.
Çalakî saet 17.30’an li pêşiya Deriyê Brandenburgê (Pariser Platz) dest pê kir. Di çalakiyê de flamên YPG û YPJ hatin hildan. Mîtîng bi rêzgirtina 1 deqeyî ji bo bîranîna şehîdên şoreşê dest pê kir. Piştî wê, xwepêşanderan pankartan bi nivîsên “Defend Rojava”, “Rojava ne tenê ye” û “Divê êrîşên li dijî gelê Kurd rawestin” vekirin û slogan avêtin.
Di axaftinên li mîtîngê de hate destnîşankirin ku tiştên ku li Rojava têne yaşandin, sûcekî eşkere yê mirovahiyê ne. Axaftvan li bêdengiya Yekîtiya Ewropî û raya giştî ya navneteweyî nerazîbûn nîşan dan. Wan got ku her çend di navbera hêzên Şamê û Rêveberiya Xweser de lihevkirinek hebe jî, li Kobanê hîn jî av û elektrîk tê qutkirin, ambargo nehatiye rakirin û gel bi vê rewşê re pir bêhnedîtiye.
Hate gotin ku êrîşên li dijî Kurdan li seranserê Rojava armanca xwe li ser têkoşîna demokrasî, aşîtî û jiyana bi rûmet digirin û ev êrîş dixwazin pêvajoya siyasî ya li herêmê sabotaj bikin. Di axaftinan de rolek dewleta Tirk di van êrîşan de hate nîşankirin û hate gotin ku ev siyasêt, her weha êrîşekî vekirî ye li ser pêvajoya aşîtî û civaka demokratîk a li Tirkiyeyê pêş dike.
Di çalakiyê de her weha hate destnîşankirin ku gelê Kurd, bi taybetî jinên Kurd, berxwedanek bi hêz nîşan didin. Hate gotin ku çeteyên HTŞ dixwazin mafê protestoya rewa bi tawanbarkirina “terorê” têk bibin û li dijî jinan, ciwanan û wan kesên ku jiyana azad dixwazin, êrîşên sîstematîk pêk tînin. Bi ruhê “Jin Jiyan Azadî” yê ku li Rojava tê berxwedan kirin, bang li mezinakirina hevserokatiyê hate kirin.
Xwepêşanderan got ku heya ku êrîşên li dijî iradeya jiyana demokratîk, pirreng û azad a Rojava bi dawî nebin, ew ê li qadan bimînin. Ji Yekîtiya Ewropî jî hat xwestin ku li dijî operasyonên leşkerî yên Tirkiyeyê li herêmê helwesteke zelal bigire, mafên siyasî û mirovî yên gelê Kurd biparêze û ji bo rawestandina êrîşên li dijî Rojava gavên somut bavêje.
Mîtîng, piştî meşa ber bi Museumsinselê ve, bi slogan û peyamên hevserokatiyê bi dawî bû.



