NAVENDA NÛÇEYAN – QSD’ê nasnameya 13 şervanan aşkera kirin ku di navbera 17-27’ê Çile (2026) de di berxwedana li hemberî êrişên komên hikumeta demkî de şehîd bûne.
Navenda Ragihandinê ya QSD’ê bi daxuyaniyekê nasnameya 13 şervanan aşkera kirin ku di berxwedana li hemberî êrişên komên hikumeta demkî ya Sûriyeyê de şehîd bûne.
Daxuyanî wiha ye: “Em Hêzên Sûriyeya Demokratîk nasnameyên 13 lehengên xwe aşkera dikin ku berxwedana li hemberî êrişên komên Şamê de şehîd bûne. Van şehîdan bi berxwedanî û îradeyeke ku nayê şikandin li hemberî alava dijmin li ber xwe dan. Bi xwîna xwe ya pak wateyên berxwedan û parastina gelê xwe, ewlehî û rûmetê wê nîşan da.
Ev şehîd ne tenê şervanên ji rêzê li meydanên berxwedanê bûn, lê belê navnîşana îradeya gelê ku teslîmbûnê red dike ne. Şahidiyek zindî ya ruhê berxwedanê ku destkeftiyên me û xwestekên gelê me ji bo azadî û edaletê diparêze. Van şehîhdan li eniyên pêşîn li hemberî êrişan sekinîn û xwe dijî hewldanên şikandina îradeya gelê me mertalên asê bûn.
Xwîna şehîdan kevirê bingehîn ê berdewama xeta berxwedanê ye. Ew pusuleya gavên me yên ber bi pêşerojê ve ne ku bi edaletê hatiye çêkirin û li ser qurbaniyên azad hatiye avakirin. Bi saya berxwedana wan, gel hatin parastin îradeya gel ji hemî şêweyên êrişan xurttir ma.
Dema ku em van kesayetên bilind bi bîr tînin, em pabendbûna xwe ya bêdawî ji nû ve piştrast dikin ku em ê li pey şopa wan biçin û rêya berxwedanê ji bo parastina gelê xwe û parastina destkeftiyên wan bidomînin. Em soz didin gelê xwe yê berxwedêr ku em ê dilsozê xwîna şehîdan, parêzvanên îradeya wan bimînin. Çi dibe bila bibe em ê dest ji mafê xwe yê azadî û edaletê bernedin.”
Nasnameyên şehîdan wiha ne:

Nasnav: Şervan
Nav û paşnav: Ferîd Bekir
Navê dayikê: Rengîn
Navê bav: Rebîh
Cihê jidayikbûnê: Efrîn
Cih û dîroka şehadetê: Heqil El Sewra-18 Çile 2026

Nasnav: Berxwedan Amûdê
Nav û paşnav: Faris Îsa
Navê dayikê: Diweyda
Navê bav: Îbrahîm
Cihê jidayikbûnê: Amûdê
Cih û dîroka şehadetê: Dêrazor-17 Çile 2026

Nasnav: Nemir Qamişlo
Nav û paşnav: Mehmûd Mihemed
Navê dayikê: Fedwa
Navê bav: Ebdulfetah
Cihê jidayikbûnê: Qamişlo
Cih û dîroka şehadetê: Çilaxa-25 Çile 2026

Nasnav: Bîrhat Amûdê
Nav û paşnav: Mihemed Kûsa
Navê dayikê: Xedra
Navê bav: Fewaz
Cihê jidayikbûnê: Amûdê
Cih û dîroka şehadetê: Dêrazor- 17 Çile 2026

Nasnav: Çekdar Qamişlo
Nav û paşnav: Mihemed Sadûn
Navê dayikê: Efraa
Navê bav: Ehmed
Cihê jidayikbûnê: Til Hemîs
Cih û dîroka şehadetê: Dêrazor-17 Çile 2026

Nasnav: Devrim Herekol
Nav û paşnav: Welîd Osman
Navê dayikê: Şukriya
Navê bav: Îbrahîm
Cihê jidayikbûnê: Til Marûf
Cih û dîroka şehadetê: Çilaxa-27 Çile 2026

Nasnav: Kawir Botan
Nav û paşnav: Xalid Hesen
Navê dayikê: Elmaz
Navê bav: Hikmet
Cihê jidayikbûnê: Dirbêsiyê
Cih û dîroka şehadetê: Dêrazor-17 Çile 2026

Nasnav: Îvan Dêrik
Nav û paşnav: Elî Ehmed
Navê dayikê: Emîne
Navê bav: Ednan
Cihê jidayikbûnê: Til Eswed
Cih û dîroka şehadetê: Dêrazor- 19 Çile 2026

Nasnav: Şivan Mistê
Nav û paşnav: Şivan Mistê
Navê dayikê: Necah
Navê bav: Mihemed
Cihê jidayikbûnê: Serêkaniyê
Cih û dîroka şehadetê: 17 Çile 2026

Nasnav: Dilşêr Qerebab
Nav û paşnav: Omer Hîro
Navê dayikê: Emîne
Navê bav: Mihemed
Cihê jidayikbûnê: Efrîn
Cih û dîroka şehadetê: Tebqa-18 Çile 2026

Nasnav: Elîşêr
Nav û paşnav: Îmad El Berho
Navê dayikê: Şemsa
Navê bav: Îbrahîm
Cihê jidayikbûnê: Recim El Herbawî
Cih û dîroka şehadetê: Dêr Hafir-17 Çile 2026

Nasnav: Zuhêr Xanî
Nav û paşnav: Roman El Ehmed
Navê dayikê: Yusra
Navê bav: Fesîh
Cihê jidayikbûnê: Til Tewîl
Cih û dîroka şehadetê: Reqa-19 Çile 2026

Nasnav: Dilsoz Amûdê
Nav û paşnav: Ehmed Hisên
Navê dayikê: Feyhaa
Navê bav: Ferhan
Cihê jidayikbûnê: Amûdê
Cih û dîroka şehadetê: Dêrazor-17 Çile 2026

