NAVENDAD NÛÇEYAN – Ev gotar, ku li ser berxwedana Rojava û qehremanên me yên şehîd disekine, girîngiya manewî ya şoreşa Rojava tekez dike. Em gotara xwe ya li ser êrîşên ku di 6ê Çile de li du taxan dest pê kirin, çawa di vî gelî de îradeyek, yekîtî û hêza berxwedanê avakir, bi we re parve dikin.
Li Kurdistane tenê dengê vê hevoka pîroz bilind dibe; ME BIRYARA MIRINÊ DAYE.
Ezmanê welatê me bi rihê azad û wêrek dixemile. Îro dayîka hemû mirovahiyê Mezopotamya ewladê wê dîsa rastî qirkirinê tên. Di dîroka me de hertim rojên me yên reş hebûn. Dîsa xwastin hemû rojê me tarî bikin, lê me qet rê neda ku dijmin vê kêfxweşiyê jiyan bike û em ê nedin jî. Her zext kir ku me bin pê bike, tune bike û qir bike, me ji nû ve jîn da.
Ji Geliyê Zîlan, Dersim, Cizîr, Helebçe, Şengal û dewam kirina wê li Rojavayê Kurdistanê ye. Çeteyên DAÎŞ’ê di Kobanê de şikestin û kîna xwe ya binketinê li bajarê dagirkirî Serêkanî, Efrîn, Gire Spî de bi qetil kirin, revandin, şewitandina cenazeyan de xwe da der. Welatê ku mirovahî ji hovîtiya DAİŞ’ê xelas kir û xwedî li rûmeta mirovahiyê derket Rojava bû. Bi Şoreşa 19’ê Tirmehê jiyaneke nû hat sazkirin, her der bi aramî xemilî, bi keda Rêbertiya me û hezkirina gel ve ev ava bû û her ku çû mezin bû. Wekî navê xwe bû sembola xuşk û biratiya gelan. Her çû dewlemend û bedew bû. Bi peşengtiya jin her çû xweşik û bi wate bû. Lê bi qasî xweşik bûna xwe tu cari ji hovîtiya dijminê me DAÎŞ, Tirkiyê û hêzên hegemon bêpar nema ye.
Beriya niha DAÎŞ, bi destê şervan û jinên wêrek ve di navenda xwe de hatibû şikandin. Îro dîsa DAÎŞ di bin nav û teşeyê xwe yê nu; HTŞ’ê bi vê hovîtî û kînê ve erişê parezvanê mirovahî û rûmetê kirin. Belê, ev di çarçoveya peymana sedsala nû de pêk hat. Li ber çavê her kesî ev komên hov û barbar erişî taxên berxwedêr Şex Meqsud û Eşrefiyê kirin. Piştî salekî ji ketina wan ya di Sûrî de û xerabkirina bajarê herî xweşik û qedîm Heleb, berê xwe dan her du taxan. Taxên ku mohra xwe li dîrokê daye, ji despêka Şoreşa Rojava ket nav şerekî de. Lê tu carî kesî bî iradeya vî gelî nekarîbû. Rejîma Baas, Tirkiyê, Nusra, bi hevre eriş kirin lê nekarîbûn yek bihûst jî derbas bin. Ji fermandarê şer bigre, jinen wêrek, jinên Efrînê yê ku Rêbertî wan wekî xwedawendan penase dike, giredanbûn û dilsoziya xwe bi Rêbertiya me re nişan dan.
Zarok çavê xwe di nav şer de vekirin, bi tiliyên xwe yên biçûk nîşana serkeftinê çêkirin, slogana Bijî Serok APO bû peyvê wan yê yekemîn. Ciwan ji bo ku tevlî seferberiya Keleha Dimdim; Kobanê’ya berxwedêr û Efrîn’a dewlemend bibin, qet dûdilî jiyan nekirin. Kalên ku çanda xwe parastin, rûxmî hemû şert û mercan pêşkeşî ciwanên xwe kirin. Dayikên ku yek deqe ne ji parastina taxên xwe, an ji bi amade kirina xwarinekî ji ewlade xwe yê di çeperê şer de, moral dayîna şervanan ve rihê berxwedêr yê vî gelî her tim bi serkeftinê tacîdar bû.
Di her malbatekî de şehîdek heye, di her malbatekî de birîndarekî van şeran heye. Çîroka her malbatekî de êşek heye, lê dema serkeftina wê tînin ziman, hêz didin mirov. Xweşikbûna van taxan her diçe bi van mirovan re mezin dibe. Çîrokê zarokê heft salî ya wê deme, îro bûye çiroka fermandar û şervanênku di eniya şer de cih digre. Piştî şikandina deh salan hovitiya wan disa li ser rûye vê axê xuya kir. Li Şex Meqsud, erd û ezmana qîr kir, rihê hevrêyên me yên şehîd ku di oxira vê axê de feda bûn. Qîr kirin, wicdanê her kesî şiyar kirin. Tirs û xofa wan ji hestiyên me, berê wan da hovîtî û bê çandiya herî mezin. Dest avêtin gorên fedayiyên me; ji ber bi saxî ji wan re bibûn wek kabûs!
Ezmanê Şex Maqsud û Eşrefi yê ku bi dengê gelan dixemile; Kurd, Ereb, Ermen û Turkmen, îro reş bûye ji dumana tank, teyare û topên dijminê hov. Dengê mermiyê ku êrişî biratiya gelan dikin bi ezmana ket. Qêrîna zarokan, hestên dilê dayikan hemû bû hêza daketina kolanan û bi silogana berxwedan jiyane bilind bû, şer bi dilanê pêşwazî kirin.
Erê, ev e Şoreşa ROJAVA!
Şoreşa Rojava bi ked û xwînê heya roja iro hatiye parastin. Sembola şerê gelê şoreşgerî; Şex Maqsud rasti hovîtiyeki pir mezin hat. 40.000 gurê har lê kom bûn. Hemû mirovahiyê çavê xwe jê re girt. Lê gelê me bi fedayîbûna xwe dîsa berxwedan bi serkeftinê tacîdar kirin. Fermandarên wekî heval Ziyad Heleb û Denîz Çiya bûn agire çar perperîkên heqîqetê. Feraşîn, Hawar, Dilbirîn û Gerîla bi agire xwe, axa xwe ji van gemaran paqij kirin. Heya ev fedayî hebin wê tu carî zewqa ketina warê me û talan kirina malan jiyan nekin. Ev heval li beramberî qirejahiya hemû mirovahiyê, disa bûn sembola şerkirinê.
Cesaret nekirin nêzî jinên şerker bibin. Lê dema rihên paqij weke pepûleyekî ber bi ezman de firiya, ew hevala ku bi saetan tena xwe bi sedan hov û barbar tirsandin û heya hênaseya xwe ya dawî şer kir. Çeteyan, ji tirsa dile xwe bê exlaqiya herî mezin û dijminahiya xwe ji şoreşa jin re dan diyar kirin. Cenazeyê qehremaneke jin bi hovîtî ji ezmanan xistin xwarê. Lê rihê azad yên Denîz’an ber bi ezman ve difiriya û laşê wê di destê wan hovan de giha erdê. Rûxmê her tiştî dîsa ispat bû ku jinên pêşeng wê her tirs û xofa dile wan bin. Çawa ji dengê tililiyên me ditirsin, ji hêz û îradeya me ditirsin; ji keziyên me jî ditirsin. Ji ber vê, wê jin tu carî ji şerkeriya xwe, şervantî û xwedawendiya xwe dûr nakeve. Yên ku bikevin ew çeteyên hov in, yê ku mirinê her saet û kêlî jiyan bikin ew in, yên ku mirovahî wan şermezar dike ew in.
Em in yên ku vedigerin ser axa xwe ya pîroz. Rihê me her azad e, em fedayî ne. Em şervan in û dema berxwe didin jî, pakrewan in. Em ji vê jiyana pîroz hez dikin. Bi qasî hezkirina xwe me şer kir. Mermî terê nekir, me canê xwe agir xist û hûn bi agire canê me şewitîn. Di Şex Meqsud de gotina ‘eme heya dilopa dawi şer bikin’ jiyanî bû. Bi fedayî û canbexşane ev şer bi serket. Şex Meqsud û Eşrefiye sembola biratî û fedayitiyê bû û wê her wisa bimîne.
Dîrok wê nikaribê îxanetê li rûpelên xwe bike, dema ev nav derbas bibê: Berxwedana Şêx Meqsûd û Eşrefiyê!
RONAHÎ YEKTA


