SILÊMANIYÊ – Li Başûrê Kurdistanê, bajarê Silêmaniyê, pêşangehek hunerê bi beşdariya zarokan hate li darxistin. Di pêşangehê de, berhemên hatine pêşkêşkirin bi peyamên piştgirî û hevalbendiyê ji bo berxwedana Rojava hatin xuyang kirin.
Gelek zarok bi wêne, berhemên destî û xebatên hunerî beşdarî pêşangehê bûn. Zarokan bi hunera xwe hest û ramana xwe ya li ser şer, berxwedan û azadiyê diyar kirin û bi vê awayî piştgirîya xwe ya ji bo gelê Rojava dîsa nîşan dan.
Beşdarên çalakiyê bal kişandin ku peyamên aşîtî, azadiyê û berxwedanê yên ku bi rêya hunerê ji aliyê zarokan ve têne dayîn, gelek wate û girîng in.


