NAVENDA NÛÇEYAN – Koma Xwebûn, li cihekî di nav Navînê Rojavayê Brazîlya de. Ji bo parastina şoreşa Rojava, ne tenê gelê Kurdistanê, lê di heman demê de hemû gelên cîhanê û rêxistinên sosyalîst ji bo parastina van destkeftiyan radibin. Em gotara ku dostên me yên ji Abyayala li ser vê mijarê nivîsandine bi we re parve dikin.
Ji Abya Yala Heta Kurdistanê, Gel Ji Bo Şoreşê Serî Hildidin
Silav heval. Ez ji sinorê rojavayî ya dewletê Brazîlya dinivîsim. Li vir li hemberî gelên xwecihî yên vî herêmê, ji bo dused salan şerekî tunekirin hatiye meşandin. Taybet li hemberî gelên Guaranî û Kaiowá û hemû şehîdên wan – mîna Vicente Fernandes Vilhalva ku di 16ê Mijdarê 2025an de hezên li başûrê navçeyê Mato Grosso do Sul hêzên begî û çeteyên ew da kuştin. Di heman demê de, gel ber xwe didin û axên bav û pirên xwe ji destê began rizgar dikin. Sistema begtî bingeha zordariya dewletê Brazîlî ya li dijî gelan e. Ev dewlet li ser cenazeyên milyonên kesên xwecihî û reşîk di encama birîna qedim ê dagirkeriyê de hat ava kirin. Ji van axên di nav berxwedanê de ku li hemberî dagirkerên nû serî hildidin ve li ku derê em wekî tevgerên pirrengî, serhilder û yên gelan şer dikin, em deng û mirasê şehîdên xwe yên ji Brazîlya û Abya Yalai’yê bi şehîdên Kurdistanê re parve dikin. Ew rêya me ya têkoşina hevpar ji bo jiyanê ronî dikin. Ji ber vê bîranîna jiyan û têkoşîna Şehîd Lêgerîn pir giring e. Ji ber ku ew ji bo şoreşê canê xwe bexşand û rêya enternasyonalîzmê li Abya Yala’yê û ya lêgerîna me ya ji bo azadiyê vekir.
Ji cihê xwe, em heta dawî paradîgmayê Rêber APO diparêzin. Û gav bi gav bi tiştên ku em ji şoreşa gelê Kurd û Tevgerê Azadiyê fêr bûn, rêyên azadiyê dihûnînin. Em ji we re, ji hevalên ku li Kurdistanê, li Rojavayê û li ser çiyayan ber xwe didin re dibêjin: Têkoşîna we têkoşîna me ye. Ji bilî dûrbûnê di navbera me de di vê kelî ya parastin û rizgariya mirovatiyê de ku bi pêşengiya hevpar a gelên cihanê ku natirsin bêjin “êdî bes e” tê meşandin, can û dilên me gel we ne. Hûn ne bi tenê ne. Di vê hefteya de li Abya Yala’yê me gelek çalakiyên piştgirî ji bo Rojavayê dest pê kirin û heta serkeftinê em ê ranawestinin. Rojava dê bi ser bikeve. Serkeftina Rojava êdî rastiyekî ye ku bi hewildanên enternasyonalîstî wekî vî tê piştrastkirin. Bi lihevhatinên wekî vî em his dikin ku wî derzî yê ku li çiyayên Kurdistanê hatiye hûnandin, ewqas xurt û kûr e ku bi wî em dest, jiyan û xeyalên xwe dihûnînin û parve dikin. Ji bo cîhanekî ku, wekî Zapatista dibêjin, di nav xwe de gelek cîhanan dihewîne. Û li ku derê reng û rênişanên Şoreşa Kurdî bi kirinên me yên jiyanî re li ser bingehê çalakbûnê kolektîvê dibin yek.
Tevî vî jî, li gorî fikrê Zapastista, Şoreşa Kurdistan bi wan serhildanên gelan ên ku li Abya Yala’yê rû didin re tên gel hev û dîwarê mezin ê Şerê Cîhanê Seyemîn didin şikandin. Ev metafor bi şibandina “Îdra Kapîtalîst”ii ji bo pênasekirina sistema-cihanê dikare bê bikaranîn. Ev sistem ji bo domandina “bahrê xwin û herriyê”, werankirin û tundiya metînger dimeşe. Zapatista ji me re dibêjin ew dîwar rûye xwe diguhere. “Carna eynikekî mezin e ku wêneyê tunekirin û mirin diteyîsine, wekî ku çareseriyekî cûda ne pêkan e. Carna xweşîk dixuye û dîmenekî aramî li ser rûyê xwe nîşan dide. Carên din hişk û gewr e, wekî ku dixwaze ji me re bide bawer kirin ku ti car naye şikandin”. Ristê ku em bi hev re dilizin, hevalên me, ev e: divê em wan şikandinan mezin bikin. Di nav wan şikandinan de em ji we re dinihêrin, da ku her tiştî ku pêkan e îro û sibe bê kirin, em ê bibînin.
Di Abya Yala’yê de ji dema dagirkeriyê yekemîn ê Ewrûpî ve projeyekî metinger û qirker hatiye destpêkirin û gel di kolandina çakvaniyên binerdê û çandingehan de wekî koleyan dan şuxilandin. Kapitalîzm di parzeminê me de bêyî ku çinekî karker hebûya pêşket. Bingeha wî bi hewildana tunekirina gelek şewazên jiyanê ne-kapitalîstê hat dayîn. Ew hewil dan jiyanên me yên komûnal tune bikin û nîzamê xwe li ser gelan bisepînin. Bi îdeolojiya xwe ya nijadperest ku dewlete wan ava kir dixwaz mejiye me dagir bikin. Bi wî dewletê ku li ser desthilatdariya mêrê hatiye damezrandin dixwaz politîkbûn û hebûna gelan bidizin. Çend çavkanî dibêjin ku ji 50 milyonan zêdetir di wê pêvajoyê de mirin. Ev naye wê watê ku gel ber xwe neda: tecrûbeya “Quilombo dos Palmares”iii di Brazîlya de yê ku di nav sedsalên 17. û 18. de sedsalekî didomand, berxwedana gelê Mapûçe yê ku xweseriya Wallmapuiv heta sedsalê 19. misoger kir û her şerê gelên xwecihî li dijî dagirkeran, minakên vî rihê ku hîn me dide tevgerandin in.
Di torên “ekstraktîvîst”v de dînamîk û stratejiyên nû hene. Axên gelên xwecihî, “quilombos” û yên gelên din ên resenî tevî zeviyên malbatan û axên ku berî dewlet di nav gelê de belav kiribûn, hemû ji bo hilberandina berhemên pevguhentinê desteser dikin. Rêbazên cûda tên bikaranîn. Minak di Amazonê de kolandinên piçûk tên bi kar anîn. Û herî dawî jî “dayinên karbon”vi derketin pêş. Firma û nûnerên wan di nav hikûmetê de hewil didin çarçoveyên hiquqî yên ku axan diparêzin nerm bikin. Û yan bi hêdîka yan bi lezê bi hikûmetên cûda vê tiştî pêk tînin. Ev dînamîk arizandin û desteserkirin li dijî gelan e. Bihayên madeyên ku ji axê tên hilberandin her diguherin. Ji ber vê li şûnda ku sermayê xwe bi kirrina axa girê bidin, wan bi kirê girtin çêtir e. Ev encamekî ya fînansekirina çandiniyê ye.
Ev zext neçar dike ku firmayên mezin û xelekên cûda yên pêvajoyê hilberandinê têkiliyên xwe bi rêveberiya dewletê kûr bikin û hêzên xwe yên siyasî û leşkerî mezin bikin. Mînak di salê 1850 an de xwedîtiya erd a di encamê kirin û mîrasgirtinê de hatiye legalizekirin. Ji ber daxwaza zêde ya çavkaniyan ji bo şoreşa endustrî ya duyemîn li Ewrûpa û DYE’yê, hilberandin di astê girseyî de zêde bû û xweditiya axê di hinek destan de kom bû. Di wê demê de axên kal û pir ên gelên xwecihî û resenî wekî derqanûnî hatin destnişan kirin û çarçoveyên qanunî ji bo avetîna gelan ji axên xwe ve hatin avakirin. Ev qirkirina gelan kûr kir. Serhildana “Canudos” (1896-1897) di dawiya sedsale 19. de minakê raperîna gelan li hemberî arteşa komara Brazîlî ye. Ji bilî ku bi tundî hatiye tunekirinîn, rihê Canudos ji nifşên nû yên şervanan re îlham dide. Wekî serhildanên mezin ên gelên xwecihî yên wê demê didin jî.
Yê ku niha diqewime, derqanûnîkirina mafên axên resenî yên kal û pirên me ji nû ve dide tevgerandin û dihele ew yekser biguherin çavkaniyan ji bo bazarê cihanî. Ji vê zêdetir jî. Dagirkeriya û êrîşkirina ya ku DYE li ser Venezuelayê pêk aniye modelekî ji bo yê ku li seranserê Abya Yalayê bê meşandin e. Rênişanê wî jî “nakba”yê ku li ser Filistinê tê meşandin, êrîşên li ser Rojavayê û parçekirina Rojhilata Navîn e. Komkujiyên dawî di Rio de Janeiro de ku bi kuştina sedan kesan bi encam bûn, û komkujiyên dawî yên gelên xwecihî, rêsenî û gundî di nav vî çarçoveyê de dikarin bên serzêde kirin. Hezên lêşkerî yên dewletê, çekdarên began û çeteyên ku bi destekdayîna yekser yên gelek parçeyên dewletê Brazîlî bazirganiya madeyên hişbir dikin, wan komkujiyan pêk tînin. Lê em dizanin heman hêzên emperyalîst ên ku vî dikin niha li ser Rojavayên êrîş dikin. Yên wekî DYE ne. Yan jî Israel, ku ji aviskerê ji bo Ekstraktîvîstên Brazîlî û teknolojiyên şer yek ji firoşkarê herî mezin e. Ev heman teknolojî di êrişan li dijî favelasvii û gelên xwecihî û resenî de tên bi kar anîn.
Lê belê, bi gotina Silvia Adoue, gelên xwecihî wekî astengiyên ontolojîk, kosmopolitîkviii û fizikî li hemberî desteserkirina axan di nav torên ekstraktîvîstê de derdikevin pêş. Di rojê me ya îro de 391 gelên xwecihî û derdora 294 zimanên xwecihî li Brazîlîyê hene. Em çawa dikarin vê berxwedanê ji bo ax û azadî bi rêk bixin? Paradîgma Konfederalîzmê Demokratîk wekî reyekî gengaz derdikeve pêş. Wekî Rêber APO ji me re got, van gelan ku ew wekî civakên xwezayî di teoriyê xwe de pênase dike, çemê Moderniteya Demokratîk şopandin. Li ku derê “nirxên civaka demokratîk ber xwe didin”, ew cih û ax dibin axên berxwedanê ku alternatîfên rasteqîn ji Modernîteya Kapitalîstê ne. Bi vî rengî, ji bo jiyîn û domandina jiyan li gorî têkiliyên civakî yên cûda, cih tên avakirin. Antonio Bispo dos Santos (ku wekî Nego Bispo hatibû nasîn) hostayekî “quilombola” û têkoşerê Dayika Xweza bû û di Berfanbarê 2023 de koçê xwe yê dawî kir. Ew digot ku “divê mirov bigihije çavkaniya mirovatiya, ji ber ku ti kes bi dîtina lehiyê çem nas nake: lehî demkî ye. Eger tu lehiye dinihêrî tu çem nas nakî. Eger tu çavkaniya wî nas bikî, yê ku wî dide domandin û herikandin, tê çemê nas bikî. Bi peyvên cûda, beyî ku te çavkaniya rêwitiyê gelekî û ji ku derê tên nas nakir, tu nikarî reyên wan nas bikî”.
Lewma ev tevgerê ku tê welidandin nûnertiya nirxên Moderniteya Demokratîkê dike. Wan nirxan di welat û parzeminê me de bi gelek serhildanên ku hîn didominin wekî yên “retomadas” hatin parastin. Retomada çalakiya ji nû ve bidestxistina axekî ye. Ev tevger û cûreyê çalakiyê taybet ya gelên xwecihî ya Brazîlîye ye. Jin pêşengiya wan dikin û di nav gelên resenî (mina quilombolas) û civatên cûda dikare bê belav kirin beyî ku sînoran nas bike. Gelên cûda mîna yên Guaraní û Kaiowá, Terena, Kinikinau, Mbyá Guaraní, Xokleng, Kaingang, Tupinambá, Pataxó, Pataxó Hã-Hã-Hãe, Kariri Xocó, Munduruku, Gamela, avá canoeiro, xukuru kariri, Maxakali, Kamakã Mongoió, Mura û yên din di nav dîrokê de çalakiyên jinûvebidestxistina axên xwe li seranserê welatê kirine û xweserî û sînorên xwe ragihandin. Di warên cuda yên Amerîka Latînî de retomadas wekî rizgarkirina axan tên nasîn. Mîna yên ku gelê Mapuçe dikin.
Bi rizgarkirina axên desteserkirî (yan parçeyekî ji wan) gelên xwecihî vegerin axên xwe yên resenî yên niştîbûyînê. Ew ax ku bi destûra dewletê û tundiya metinger ê dirokî, gelên ne-xwecihî desteser kiribûn. Lewma ev çalakî “çalakiyên kolektîv ên ku armanc dikin ji nû ve sazkirina nîştebûyîna xwecihî yên axên resenî yên ku ji wan hatibûn desteser kirin” e.
Ji destpêka dagirkeriyê ve gelên xwecihî beşdarî têkoşîna dij-metingerî li hemberî kosmofobyaix Ewrûpî û xiristiyan bûn. Nego Bispo’yê ev tişt destnişan kir. Derketina wan ji bo ji nû ve bidestxistina şewazên hebûn û jiyîn ên hevpar ên ku ji tûndiya dagirkeriyên Ewrûpî yên li ser Abya Yalayê bandor bûn e. Ev jinûve bidestxistin ne tenê li ser bingeha axê ye. Lê bîr, têkilî, zanebûn, rêûresm, girêdanbûn, ziman, hûner, nasname, siyaset, xwarin, başbûna ekolojîk, erdnigarî û gelek rehendên din yên hebûna kolektîk yên ku “werankerên ax û daristanan” yan di bin metirsîdarî de kir, yan desterser kir yan jî dan sekinandin, di nav xwe de dihewînin.
Di vê wateyê de, axên jinûvebidestxistî jiyan diparêzin. Lewra li hemberî dorpêçkirina qenciya hevpar û domandina jiyanê, şewazên berxwedanî ne. Li warên ku lihevjiyanî ne gengaz e, li cihên kritîk ên nakok li ku derê dewletên mezin û ekstraktîvîsmê nûjen li ser gelên xwecihî û axên resenî zext didin, ev serpehatiyên dijbertiyê pêk tên. Hejaye bîranîn e, di vê rojê de heft salên berî firma kolandinê Vale di herema Brumadinho ya Minas Gerais de tawanekî kir. 272 kes hatin kuştin û şopekî ya rûxandin, qirêjayiya toxîk, çemên xirabkirî û gelek kesên nexweş xistin. Berovajiyê wî, di axên jinûvebidestxistî de mirov dikare ji nû ve biçine, cihên xirabkirî baş bike û di rexên xwarin, av, enerjî û perwerdeyê de ber bi xweserî bimeşe. Û li hemberî van projeyên kuştina axên xwe, tenduristî, lihevnêrîn û xweparastin dikarin bên pêxistin. Retomadas girêdanbûn û xizaniya ku jiyana kapîtalîst û baviksalar ava dike, red dikin. Û di encamê de ax û têkiliyên bi wê re komî ser hev dikin.
Tam ji ber van şert û mercan, retomadas di nav şerê cîhanan de cih digerin. Ji ber ku di civatên xwe de vejandina çalakiyên dij-desthilatdarî, saziyên xweser û şewazên cûda yên domandina jiyanekî ku ji şewazên hebûn ên ku dagirkerî sepandinê xwe dûr dixe, ava dike. Û ji vê dozê ti car bernadin.
Helbestvaniya serhilder ên retomadas hêza têkilî û şewazên siyasetkirina yên cûda radigihine. Û di nav wan de têkiliyên kûr bi Rojava û Reveberiya Xweserê re tên dîtin. Taybetmendiyên wan ên serhilder derfetên siberoj û xweseriyên ku li ser bingeha rêûresmên civakî tên avakirin, vedikin. Û wekî axên serhilder, cîhanên ku ji nav kavilên kapitalîzmê ve derdikevin, dihûnînin.
Ev helbestvanî bi Rojavayê re di nav ahengekî de ye. Ev helbestvanî —yan jî kosmo-helbestvanî—jiyanên me dikin yek û gengaz dikin ku li hemberî pençsed salan ên dagirkeriya li Abya Yalayê û hezaran salan ên desthiladariya dewlet û baviksalar li Mezopotamya, em hîn ber xwe didin. Sibe di salvegera 11’in yê rizgariya Kobanê de, em dibêjin: Rojava ti car têk naçe. Wekî axên me yên kal û piran têk naçin, û em li ser heviyê ku rihê Apocî ji me dide xwe bi kok dikin û pirekî ber bi spêdeyên nû yên ronîbuyî ava dikin. Rojavayên din êdî tên welidandin.
Bijî berxwedana Rojava!
Bijî Rêber APO!
iNavê ku gelên xwecihî ji bo parzeminê Amerîka’yê bi kar tînin li şûnda navê ku dargikeran lê kir,
iiÎdra cinawerekî ku ji mitolojiya Yunanî tê. Wekî marekî mezin e û gelek serên cûda yên wî hene. Her ku serekî tê jêkirin, duduyên din çêdibin. Tevgerê Zapatisas vê şibandinê ji bo pênasekirina sistema Kapitalîst ê Kûrahî (global) bi kar tîne
iiiPalmares civatek ku di sedsalê 16em de koleyên Afrikanî yên ku raviyan li Brazîlya ava kir e. Şewazê wan ê rêxistibûna civakî ku wekî “Quilombo” tê nasîn dişibe aşirekî û di bingeha xwe de rêxistinekî xweparastin e.
ivNavê welatê gelê Mapûçe
vEkstraktîvîst ew firm ên ku ji bo pereyê dewlementiyên binerd û sererd ên axekî der dixinin. Gelek caran bêyî destûra gelên wan axan vê karê dikin û ji gel û xwezayê re pir zirar didin
viDestûrên ku di berdela pereyê de dihêlin kesekî yan jî rêxistinekî kirejahiya karbonê di hewayê de berde. Yên ku wan didin sond dixwin çiqas qirêjahî bê berdan ewqas tiştên baş ji bo xwezahî bikin wekî ku hevsengiyekî ava dikin. Lê ya rastî tiştekî wilo tine û ne pêkan e jî. Ji ber vê di serî de ev amûra rewakirinê ya rêxistinên ku xwezahî xirab dikin e.
viiTaxên mezin di bajarên Brazîlî de li ku derê gelên xizan bi defetên pir kêm û bêyî ewlehî dijîn
viiiKosmo di zimanê Yunanî ya kevnê de tê wateyê “gerdûn”. Lê di vê nivîsê de bi wateya nêrandina berfireh ên li ser gerdûn û jiyane û ku di nav xwe de çand, ol, exlaq û zanîst dihewine dikare bê fêm kirin
ixEv peyv wekî olperestî dikarê bê wergerandin. Lê belê ne tenê redkirina ji ol û baweriyên cuda rave dike. Di heman dema de neherandinên gerdûn û jiyanê yên cûda bi tamamî red dike.


