KOBANÊ – Komîteya Tendirûstî ya Yekîtiya Xwendekarên Demokratîk ên Sûriyê, li Komîna Şehîd Yehiya ya bajarê Kobanê perwerdeyekî tendirûstî yê alîkariya yekem ji bo şêniyên taxê li darxist. Yekîtiya Xwendekaran diyar kir ku wê li gelek deveran perwerdeyên bi vî rengî lidar bixe, bi taybetî ji bo amadekirina gel ji bo tedawîkirina birîndarên şer.

