ÎZMÎR- Meclîsa Îzmîrê ya Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) li Navenda Çandê ya Narlidere “ji bo Bîranîna Sirrı Sureyya Onder û Aştî û Ciwan” li dar xist. Li hola ku civîn lê pêk hat pankarta kampanyaya “1 Milyon Îmze ji bo Aştiyê” hate daliqandin.
Piştî deqeyek rêzgirtinê ji bo kesên ku di têkoşîna azadî û demokrasiyê de Şehîd ketine, civîn bi pêşkêşkirina slaytekê ku ji bo rêzgirtina Onder hatibû amadekirin dest pê kir.
Ozgur Garip Sazcı, endama Meclîsa Ciwanan a HDK, di civînê de axivî û bal kişand ser têkoşîna aştiyê ya Onder û diyar kir ku ew pêşengê têkoşîna enternasyonalîst bû. Sazcı behsa pêvajoya ku ji hêla Rêber Apo ve hatiye destpêkirin kir û got ku jiyaneke azad tenê bi biratiya gelan mimkun e. Ceren Önder Kandemir piştre axivî û got ku bîranîn ji bo wê pir watedar bû û spasiya her kesê kir ku hêviya xwe ji bo aştiyê winda nekiriye û berdewam dike.



