HELEB – Îro, li Helebê, bi pêşengiya Yekîtiya Jinên Ciwan û Tevgera Ciwanên Şoreşger, merasîmek bîranînê ji bo Şehîd Nûjiyan Ocalan, Viyan Kobane û sê hevalên wan hat lidarxistin. Bîranîn bi deqeyek rêzgirtina ji bo şehîdên şoreşê dest pê kir.
Piştre Zeyneb Abdo li ser navê Yekîtiya Jinên Ciwan û Tevgera Ciwanên Şoreşger axivî û behsa jiyan û têkoşîna şehîdan kir. Piştre, li jiyana şehîdan sinevizyonek hat nîşandan.
Merasîm bi dirûşmeya “Şehîd Namirin!” bi dawî bû.


