HESEKÊ – Li Kampa Talaye ya bajarê Hesekê, ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger ve komxebatek li dijî polîtîkayên şerê taybet û tiryakê hate lidarxistin.
Hêzên ewlehiyê jî beşdarî komxebatê bûn. Hêzên ewlehiyê ciwanan li ser zirara bikaranîna madeyên hişber agahdar kirin. Di çalakiyê de zirara bikaranîna madeyên hişber li ser kesan û civakê, û bandorên polîtîkayên şerê taybet li ser ciwanan hatin nîqaşkirin. Beşdaran li ser van mijaran agahî dan.
Ciwanên ku beşdarî komxebatê bûn jî axivîn, pêşniyar û nirxandinên xwe parve kirin. Di çarçoveya bernameyê de pêşandaneke slaytê ya ku zirarên ji ber madeyên hişber nîşan dide, hate nîşandan.
Tevgera Ciwanên Şoreşger diyar kir ku ew ê di pêşerojê de van çalakiyên hişyarkirinê pirtir bidomînin.



