KOBANÊ – Desteya Ciwan û Werzîşê ya Kantona Firatê civîna xwe ya salane ya sala 2025 li darxist. Endamên Deste, nûnerên tevgerên ciwanan û Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakûr û Rojhilatê Sûriyê amade bûn. Civîn li salona Encûmena Rêveberiya Xweser pêk hat.
Civîn bi deqayekî rêzgirtin ji bo bîranîna şehîdên şoreşê destpêkir.
Piştî wê, nirxandinên Rêber Apo li ser rola pêşeng a ciwanan û rola werzîşê di nav civakê de û, her wiha, rapora xebatê sala 2025 a Desteya Ciwan û Werzîş a Kantona Firatê hatin xwendin.
Rewşa siyasî a herêmê jî hat nirxandin û dîmenekî li ser kar û çalakiyên a salê dawiyê hat pêşkêş kirin.
Piştre beşdaran nêrîna xwe li ser rewşa heyî ya xebatê Desteya Ciwan û Werzîşê ya Kantona Firatê parve kirin û pêşniyarên xwe ji bo pêşxistina wê anîn ser ziman.

