NAVENDA NÛÇEYAN- Neh meh piştî xwepêşandanên 19ê Adarê, xwendekarên li Enqere, Stenbol, Îzmîr û Eskîşehîrê ji bo protestokirina girtina hevalên xwe daketin kolanan.
Li Îzmîrê, xwendekaran li dijî girtina çar kesan ji ber beşdarbûna di xwepêşandanên 19ê Adarê de, lidarxistina meşan û dayîna daxuyaniyan nerazîbûn nîşan dan. Polîsan êrîşî meşvanan kirin û dever dorpêç kirin. Xwendekaran karîn dorpêçê bişkînin û meşa xwe bidomînin. Di encama êrîşa polîsan de gelek xwendekar hatin binçavkirin.


