NAVENDA NÛÇEYAN- Xwendekarên ODTÜ (Zanîngeha Teknîkî ya Rojhilata Navîn) têkoşîna xwe ya ji bo parastina daristanên xwe didomînin. Li dijî projeyek qezenc-xwaz ku statuya herêma parastina xwezayî ya pileya sêyemîn a daristana ODTÜ yê ji holê radike, bi planeke nû ku di 1ê Kanûna Pêşîn a 2025an de li Rêveberiya Jîngeh û Bajarvaniyê ya Parêzgehê hate pêşandan, xwendekar roja Sêşemê 17ê Kanûna Pêşîn saet di 4:30ê êvarê de li ber çîmenên Fîzîkê kom bûn û civîneke çapemeniyê li dar xistin.
Di daxuyaniya xwe de, xwendekarên ku daxwaza hevdîtinê bi Rektoratê re kiribûn, her wiha destnîşan kirin ku rayedaran red kirine ku bi wan re hevdîtin bikin, û dubare kirin ku ew ê daristana ODTÜ yê biparêzin wekî berê û dê rê nedin ku ti projeyên qezenc-xwaz berdewam bikin.


