NAVENDA NÛÇEYAN- Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) diyar kir ku ciwanek ji bajarê Dirêkîş ê Tertûsê di rewşên nepen de, piştî ku ji hêla hêzên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê ve hatibû girtin, di girtîgehê de jiyana xwe ji dest da.
Li gorî malbata wî ciwanî, ew nêzî 20 rojan hatibû ragirtin û piştî 3 hefteyan cenazeyê wî radestî wê kirine.
Malbatê diyar nekir ku kurê wan di bin êşkenceyê de miriye yan na, lê li gorî agahiyên xwecihî şopên êşkence û şikandinê hene ku bûne sedema mirina wî. Lê hin çavkaniyên dîtir destnîşan kir ku ji ber nexweşiyê jiyana xwe ji dest daye.
Bi dehan girtî di girtîgehên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê de jiyana xwe ji dest daye, di heman demê de malbat û rêxistinên Sûriyeyî bang dikin ku lêpirsînînên serbixwe û lez werin vekirin ku sedemên wefata girtiyan werin eşkerakirin û sûcdar werin cezakirin.

