HESEKÊ- Yekîtiya Jinên Ciwan bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê xebatên xwe yên li tevahî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomînin.
Jinên ciwan ên Ereb û Kurd ên li Hesekê dijîn hatin gel hev û broşurên ku li ser wate û girîngiya 8’ê Adarê hatibûn amadekirin, belav kirin. Jinên ciwan li kargeh û bazarên gel ên ku lê dixebitîn broşur belav kirin, bi çalakiyên xwe Roja Jinên Kedkar a Cîhanê pîroz kirin û çalakiyên hişyarkirinê li dar xistin.
Jinên ciwan jî li sûka gel standek vekirin û pirtûkên Rêber Apo û jinên şoreşger hatin nivîsandin. Standa ku hat vekirin eleqeyek mezin kişand.
Jinên ciwan ên bi dirûşma “Jin Jiyan Azadî” hatin cem hev diyar kirin ku ew ê li ser esasê îdeolojiya azadiya jinê xebatên xwe bidomînin.
Çalakî bi dirûşma “Jin Jiyan Azadî” bi dawî bû.



