Enter your email Address

Cuma, Aralık 19, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

KCK: Gelê Kurd di we Newrozê de diyar kir, jiyaneke bêyî Rêber Apo qebûl nake

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê diyar kir ku Newroza 2024'an yek ji Newrozên herî bi heybet ên salên dawî bû û got, "Gelê me îrade û peyamên xwe bi şênberî di Newrozê de nîşan da."

Edîtor: Nucan Serdoz
22/03/2024 - 15:25
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Kurdistan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 5 mins read
A A
KCK: Gelê Kurd di we Newrozê de diyar kir, jiyaneke bêyî Rêber Apo qebûl nake
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN – Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê daxuyaniyek weşand û “Newroza herî bi heybet a salên dawî” silav kir û destnîşan kir ku peyama herî şênber a Newrozê bi bangawaziya gelê Kurd “divê Rêber Apo ji aliyê fîzîkî ve tavilê azad bibe” bû.

Daxuyaniya KCK’ê bi vî rengî ye:

“Newroza 2024’an bû yek ji Newrozên herî bi heybet ên salên dawî. Gelê Kurd li çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat, li her cihê ku lê ye bi milyonan kesî dakete qadan û cejna Newrozê bi coşeke mezin pîroz kir; îrade, dilxwaziya xwe ya ji bo jiyana azad û demokratîk û sekna xwe ya di vî warî de bi rengê herî xurt nîşan da. Ji Serhedê heta bi Botan, peravên Dîcle, Firat û Zapê; ji Amedê heta bi Rojava Şehba, Cizîr û Kobanê, ji Başûr heta bi Rojhilat Sinê, Merîwan, Makûyê û ji wir jî heta bi derveyî welat li her derê Newroz bi tevlîbûneke mezin û bi heybetî hate pîrozkirin, tê pîrozkirin. Newroza Amedê jî bû asta herî bilind a vê yekê. Em vê helwesta azadî û berxwedanê ya bi milyonan mirovî silav dikin. Em malavayiya gelê xwe dikin ku bû yek dil û bi stranên xwe yên azadiyê, bi govenda xwe qad dagirt û Newroz li gorî wateya xwe ya dîrokî pîroz kir. Em di wê baweriyê de ne ku asta li pîrozbahiyên Newrozê yên ku hîn dewam dikin, wê hîn bê bilindkirin. Bi vê wesîleyê em Newrozê careke din li gelê Kurdistanê yê welatparêz pîroz dikin. Newrozê bi taybetî li jinan pîroz dikin ku bi dilxwaziya xwe ya ji bo azadiyê reng dan qadan, bi hebûn û têkoşîna xwe jiyan azad û bi wate kirin. Em têkoşîna wan silav dikin. Bi vê wesîleyê em Newrozê bi taybetî li dayikên Kurd ên berxwedêr pîroz dikin, silav û hurmetên xwe pêşkêş dikin.

Gelê Kurd îrade û peyamên xwe di Newrozê de bi şênberî nîşan da. Bi rengekî ku nebe cihê nîqaşê raxist pêş çavan ku Rêber Apo îradeya Kurdan e û di çareseriya pirsgirêka Kurd de muxatab Rêber Apo ye, divê Rêber Apo ji aliyê fîzîkî ve tavilê azad bibe, jiyaneke bêyî Rêber Apo qebûl nake. Peyama herî şênber a Newroza 2024’an bi vî rengî bû. Gelê Kurd bi yek dengî nîşanî dost û dijminan da ku îradeya xwe Rêber Apo ye, xwedî li vê îradeyê derdikeve û wê ti carî dest ji azadiyê bernede.

Peyamên ku gelê Kurd di Newrozê de destnîşan kir divê rast bêne fêhmkirin, her kes hesabê xwe bi rengekî rast bike û bi vî rengî nêzî gelê Kurd bibe. Yên ku hesabên şaş bikin wê helwest û îradeya bi milyonan mirovî li hemberî xwe bibînin. Yek ji peyamên herî girîng ên Newroza 2024’an jî ev bû; gelê Kurd nîşan da ku zextên înkar, îmha û qirkirinê wê bê encam bimînin, gelê Kurd wê têkoşîn û berxwedana xwe ya li hemberî van ferzkirinan xurt bike û dewam bike. Lewma Newroza 2024’an bû bersiveke xurt a li hemberû polîtîkayên qirker ên desthilatdariya AKP-MHP’ê ya faşîst ku dijminê Kurdan e. Ragihand ku ev polîtîka wê bê encam bimîne.

Dijminatiya desthilatdariya AKP-MHP’ê ya li Kurdan, polîtîka û mejiyê wê yê faşîst, nîjadperest û neteweperest Tirkiye ber bi felaketê ve biriye. Desthilatdariya AKP-MHP’ê vê yekê her roj hîn bêhtir kûr dike. Îradeya ku gelê Kurd di Newrozê de nîşan da, li dijî faşîzma AKP-MHP’ê ya ku Tirkiyeyê ber bi felaketê ve dibe, bû helwesteke xurt. Ev helwest helwesta jiyana bi hev re, piştevaniya bi gelan re û li ser vê bingehê demokratîkkirina Tirkiyeyê û rizgarkirina ji felaketê ye. Newrozê hesabê wan hêzan xera kir ku çareseriyê li deverên cuda digerin, çareseriyê di qirikrinê de dibînin û hewl didin hinekan tevlî polîtîkayên xwe yên qirkirin û îmhayê bikin. Newrozê nîşan da ku hesabê şaş wê ji Amedê vegere. Newroza Amedê ev peyam da, encameke bi vî rengî afirand. Ji ber vê yekê divê Newroza Amedê rast bê fêhmkirin. Em Newroza Amedê ya bi heybet bi taybetî pîroz dikin, her kesên ku tevlî Newroza Amedê bûne silav dikin.

Newroza 2024’an têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd gihand asta bilind, ji niha ve nîşan da ku sala 2024’an wê bibe sala serketinê. Asta teknîk û taktîkê ya gerîla moraleke mezin da gelê me, kir ku Newroz hîn bi coş û xurt bê pîrozkirin. Di Newrozê de têkoşîna gel û gerîla hevdu temam kir, xurt kir û bingeha serketinê danî. Em careke din bi tîna agirê Newrozê cejna neteweyî ya gelê me, Newrozê pîroz dikin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Meşa Newrozê ya bi sedan kesî li Dragûîgnan pêk hat

Nivîsa Pêş

Li Berlînê meşa ciwanan a Newrozê

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Li Berlînê meşa ciwanan a Newrozê

Li Berlînê meşa ciwanan a Newrozê

Yekiniyên Parastina Cevherî kesê bi navê Savaş Duman ê ku xebatên sîxuriyê dike eşkere kir

Yekiniyên Parastina Cevherî kesê bi navê Savaş Duman ê ku xebatên sîxuriyê dike eşkere kir

Manşet

  • KJK: Êrişa Li Dijî Leyla Zana Êrişa Li Hemberî Rûmeta Jinan û Gelê Me Ye
  • Semînera Perwerdehiya Alîkariya Yekem ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger ve li bajarê Hesekê hat lidarxistin
  • Li Cizîra Şirnexê Gelek Xwendekar Rastî Tacîzê Hatin
  • Yekîtiya Xwendekaran û Hêzên Ewlehiyê li Qamîşloyê Semînerek Dijî Madeyên Hişber Lidar Dixin
  • HPG’ê Nasnameya Şeş Gerîlayan Şehîd Ketine Parvekir
  • Di 60 Saniyê’de Nûçeyên Rojê
  • Ciwanên Êlih ê “Leyla Zana Rûmeta Me Ye”

Herî zêde hatine xwendin

  • Bi Hezaran Xwendekar li Dijî Ambargoyê Meşiyan

    Bi Hezaran Xwendekar li Dijî Ambargoyê Meşiyan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG’ê Nasnameya Şeş Gerîlayan Şehîd Ketine Parvekir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Şoreşger ên Kantona Firatê civîna xwe ya salane lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • KJK: Êrişa Li Dijî Leyla Zana Êrişa Li Hemberî Rûmeta Jinan û Gelê Me Ye

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Êlih ê “Leyla Zana Rûmeta Me Ye”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Yekîtiya Xwendekaran û Hêzên Ewlehiyê li Qamîşloyê Semînerek Dijî Madeyên Hişber Lidar Dixin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Cizîra Şirnexê Gelek Xwendekar Rastî Tacîzê Hatin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Wan ê Ciwanekî Hat Revandin û Îşkencekirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Semînera Perwerdehiya Alîkariya Yekem ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger ve li bajarê Hesekê hat lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Belgefîlma Vartinîs Li Berlînê Hate Nîşandan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.