Enter your email Address

Cumartesi, Aralık 20, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

KJK’ê jinên ku keda xwe di pîrozbahiyên 8’ê Adarê de hebû, pîroz kir

Koordînasyona KJK'ê jinên ku di pîrozbahiyên 8'ê Adarê de ked dan pîroz kir û got, "Yekane rêya sekinandina serdema barbariya modern, birêxistinkirina Şoreşa Jinê ya li ser felsefeya Jin, Jiyan, Azadî ye."

Edîtor: Nucan Serdoz
11/03/2024 - 14:36
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 3 mins read
A A
KJK’ê jinên ku keda xwe di pîrozbahiyên 8’ê Adarê de hebû, pîroz kir
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN- Daxuyaniya Koordînasyona KJK’ê ya li ser malpera xwe ya înternetê weşand bi vî rengî ye:

“Em jinên têkoşer silav dikin ku bi deng, gotin, govend û tilîliyên xwe qad dagirtin, li dijî kiryarên barbar ên sîstema mêr li ber xwe didin, hesab ji sîstema mêr-dewletê ya zalim dipirsin. Em hemû jinên ku di pîrozbahiyên bi bandor ên Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê ya 2024’an de ked dan, pîroz dikin.

Jinên ku di bin zexta zayendîperestiya civakî de 24 saetên rojê krîz, komkujî û zilmê dibînin, îsal di 8’ê Adarê de careke din bi wêrekî, bi biryardarî gotin ‘Ez heme’ û rastiya têkoşîneke radîkal afirandin. Jinan li ber polîtîkayên mêtingerî, qirkirin, destavêtin û destdirêjiyê rabûn ku li her qada jiyanê û di her kêliyê de têne ferzkirin. Jinan di hemû çalakiyan de bi dengekî bilind nerazîbûna xwe li dijî rêxistinî û mejiyê zayendîperest ê desthilatdarîparêz anîn ziman ku berpirsyar û sûcdarê kiryarên li dijî jinan e. Lewma 8’ê Adarê ya 2024’an bû nîşaneya şênber a hişyarbûna jinê, têgihiştin, îradebûn û rêxistiniyê. Têkoşîna jinê îro bûye têkoşîna mafên mirovan û demokrasiyê ya herî radîkal.

Destketiyên ku bi têkoşîna jinê hatin afirandin bi Şoreşa Jinê ya Rojava re gihîşt asteke bilind. Me 8’ê Adarê ya îsal bi biryardariya wê yekê pêşwazî kir ku Şoreşa Jinê bikin malê jinên Rojhilata Navîn û cîhanê. Şerê ku bi destê faşîzma mêr-dewletê têne destpêkirin herî zêde bandorê li me jinan, zarokan, gelan û xwezayê dike. Ji ber vê yekê jî li dijî krîz, şer, hilweşîn, koçberî, nijadperestî, neteweperestî û zayendîperestiya faşîzma dewlet a mêr a serwer, weke jin divê em ne tenê rojeke salê, lê di her kêliyê de ji bo jiyaneke ekolojîk, azad û demokratîk di nava rêxistinî û têkoşînê de bin. Sala 2024’an ku şerê aborî, siyasî, çandî û leşkerî bandoreke hilweşîner li ser jin, gelan û xwezayê kirin, ji aliyê têkoşîna jinê ve jî salake girîng e. Rastiya 8’ê Adarê bû nîşaneya asta herî bilind a vê yekê. Di vê kêliya krîtîk a dîrokê de yekane rêya rawestandina serdema barbariya modern ew e ku li ser felsefeya Jin, Jiyan, Azadî Şoreşa Jinê bê birêxistinkirin. Li dijî sîstema mêr ku kêlî bi kêlî şer, mêtingerî, nijadperestî, zayendîperestiyê hildiberîne û zêde dike, di şexsê jinê de jiyanê qetil dike, divê em hêza xwe ya hişmendî û têkoşînê bilind bikin û bi vî rengî bimeşin. Veger êdî ji têkoşîna jinê nabe. Lewma divê hîn bêhtir bê birêxistinkirin, xeta têkoşîna hevpar bê afirandin û bi vî rengî em ê karibin sîstema zordar a ku dema wê qediya ye têk bibin.

Dem dema mezinkirina têkoşînê ye, dema gerdûnî û hevparkirina têkoşînê ye. Dem dema avakirina Şoreşa Jinê li ser bingeha felsefeya Jin, Jiyan, Azadî ye. Weke KJK’ê bi coş û bedewiya Şoreşa Jinê em jinên ku 8’ê Adarê bi wate kirin careke din silav dikin.

Ji bo serketina têkoşîna maf, edalet, wekhevî, azadî û demokrasiyê em soza xwe dubare dikin ku her rojê bikin 8’ê Adarê.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Jinekî ciwan ê 14 salî 150 kîlo radike: ‘Jin dikare her tişt bike û sînoran jî derbas bike’

Nivîsa Pêş

Desteya Ciwan û Werzîşê ya Dêrazor perwerdeyekî alîkariya yekem bi dawî kir

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Desteya Ciwan û Werzîşê ya Dêrazor perwerdeyekî alîkariya yekem bi dawî kir

Desteya Ciwan û Werzîşê ya Dêrazor perwerdeyekî alîkariya yekem bi dawî kir

Jinekî ciwan ê 14 salî 150 kîlo radike: ‘Jin dikare her tişt bike û sînoran jî derbas bike’

Hevbîna Xwebûn a Jinên Ciwan ên Bakur û Rojhilatê Suriyê di roja 2'yemîn de ye

Manşet

  • Li Qamişloyê meşa ji bo azadiya Rêber Apo dest pê kir
  • Karasu: Berfîn Nûrhaq, Hevaleke Ku Hemû Bedewî Di Xwe De Dihewand Bû
  • Di 60 Saniyê’de Nûçeyên Rojê
  • Li Gelek Bajaran Xwendekar Daketin Kolanan
  • Li Humsê Cenazeyê Ciwanekî Hat Dîtin
  • Komîna Ciwanan a Şehîd Egîd Saroxan Daran Diçîne Ji Bo Keskkirina Taxê
  • KJK: Êrişa Li Dijî Leyla Zana Êrişa Li Hemberî Rûmeta Jinan û Gelê Me Ye

Herî zêde hatine xwendin

  • Yekîtiya Xwendekaran û Hêzên Ewlehiyê li Qamîşloyê Semînerek Dijî Madeyên Hişber Lidar Dixin

    Yekîtiya Xwendekaran û Hêzên Ewlehiyê li Qamîşloyê Semînerek Dijî Madeyên Hişber Lidar Dixin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • KJK: Êrişa Li Dijî Leyla Zana Êrişa Li Hemberî Rûmeta Jinan û Gelê Me Ye

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komîna Ciwanan a Şehîd Egîd Saroxan Daran Diçîne Ji Bo Keskkirina Taxê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Cizîra Şirnexê Gelek Xwendekar Rastî Tacîzê Hatin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Humsê Cenazeyê Ciwanekî Hat Dîtin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Gelek Bajaran Xwendekar Daketin Kolanan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Qamişloyê meşa ji bo azadiya Rêber Apo dest pê kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Semînera Perwerdehiya Alîkariya Yekem ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger ve li bajarê Hesekê hat lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Êlih ê “Leyla Zana Rûmeta Me Ye”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Civîna Salane ya Tevgera Ciwanên Şoreşger a 2025’an li Dêra Zorê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.