Enter your email Address

Çarşamba, Aralık 17, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

YPG`ê nasnameya şehîdekî aşkera kir

Navenda Ragihandinê ya YPG`ê ragihand ku şehîd Bahoz Amed li Eyn Îsayê 17’ê Mijdara 2023`yan şehîd bûye. Navendê soz da ku mîrataya ked û ezmûna daye şoreşê, wê bibe bingeha têkoşîna wan.

Edîtor: Nucan Serdoz
27/01/2024 - 10:40
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 3 mins read
A A
YPG`ê nasnameya şehîdekî aşkera kir
ParvekeTweet

Navenda Nûçeyan- Navenda Ragihandinê ya Yekîneyên Parastin Gel (YPG) daxuyaniyek da û tê de aşkera kir ku şehîd Bahoz Amed (Ehmed Elî) 17`ê Mijdara 2023`yan li Eyn Îsayê çalakiyek li dijî dewleta Tirk û çeteyên wê bi rêve bir û şehîd bûye.

Navendê ev agahî di daxuyaniya xwe de parve kirin: “Hevrê Bahoz Amed di malbateke welatparêz de li Efrînê ji dayik bû. Cihê lê mezin bû jî mîna malbata wî, xwedî hestên welatparêziyê yên xurt bû. Hevrê Bahoz ê xwendina xwe heta lîseyê di dibistanên rejîma Sûriyeyê ya mêtinger de qedand, ji ber ji polîtîkayên înkar û çewisandinê yên rejîmê li ser gelê Kurd haydar bû, biryar da ku nexwîne. Tevlîbûna xizmên wî yên di nava têkoşîna azadiyê de û bayê şoreşê yê li Rojava diherikî, bandor li hevalê Bahoz kir. Hevrê Bahoz piştî YPG’ê sala 2012’an bi Şoreşa Rojava re xwe îlan kir û bandora wê di demeke kin de li tevahiya Rojava belav bû, bi biryara tevlîbûnê cihê xwe di nava refên şoreşê de girt.

Di navbera salên 2014 û 2019’an de ku êrîşên dijmin herî zêde dijwar bûn, bi moral û baweriyeke bilind li hemberî dijmin bênavber şer kir û têkoşîn meşand. Di pêngava ku di sala 2016’an de li Şehbayê li dijî çeteyan hat destpêkirin, di şikandin û têkbirina dijmin de roleke girîng lîst. Li Efrînê dema sala 2018’an dewleta Tirk a dagirker bi çeteyan re êrîş kir û di sala 2019’an de jî di berxwedana Serêkaniyê de, li dijî dagirkeriyê her tim li eniya pêş bû. Di gelek çalakiyên ku beşdar bibû de, qabiliyeta wî ya şer di mijara derbên giran li dijmin bide de bi bandor bû. Serkeftinên wî yên di şer de jî di kesayeta wî de xuya dikirin. Digel taybetmendiyên xwe yên kedkar û fedakar, di mijara eleqedarî û destekdayîna ji hevalên xwe re jî li ber çavan bû. Ya herî girîng jî ti carî di rakirina berpirsiyartiyê de paşde gav neavêt. Hevrêyê me Bahoz ê herî dawî li Eyn Îsayê di asta fermandariya eniya şer de cih girt, bi xwe çalakiya li dijî leşker û çeteyên dewleta Tirk a dagirker bi rê ve bir û bi lehengî gihişt asta şehadetê.

Em hevrêyê xwe Bahoz ê bi qehremanî têkoşiya û şehîd bû, bi rêzdarî û minet bi bîr tînin. Mîrateya ked û ezmûna daye şoreşê, wê bibe bingeha têkoşîna me. Weke heval û hevrêyên wî em sersaxiyê di serî de ji malbata wî ya hêja û ji hemû gelê xwe yê welatparêz re dixwazin. Em soz didin em ê têkoşîna xwe ya azadiyê ji her demê zêdetir bi îdîa û biryardariyeke mezin bimeşînin, hêvî û xewnên gelê xwe yên welatekî azad pêk bînin.

Nasnameya hevrêyê me yê şehîd wiha ye:

 

1 Ji 1
- +

1.

Nasnav: Bahoz Amed

Nav û Paşnav: Ehmed Elî

Navê Dayikê: Enîse

Navê Bav: Semîr

Cih û Dîroka Şehadetê: Eyn Îsa/17’ê Mijdara 2023`yan”

 

1 Ji 9
- +

1.

2.

3.

4.

5.

6.

7.

8.

9.

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Strana “Ciwanên Şoreşger” a Koma Hevra!

Nivîsa Pêş

Koma çand û Hûnera Qudurbekê a ciwanan

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Koma çand û Hûnera Qudurbekê a ciwanan

Koma çand û Hûnera Qudurbekê a ciwanan

Nîşandana Sînevîzyonê ya endamên TCŞ li Lûzern

Nîşandana Sînevîzyonê ya endamên TCŞ li Lûzern

Manşet

  • Di 60 Saniyê’de Nûçeyên Rojê
  • Şêniyên Firatê ji bo Azadiya Fîzîkî ya Rêber APO Meşiyan
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan li Kantona Reqqayê şehîdên ciwanan bi bîr tînin
  • Mîtînga ‘Hêvî û Azadiyê’ bê Lidarxistin
  • Hejmara Nû a Kovara ”Silava” Derket
  • Civîna Salane ya Tevgera Ciwanên Şoreşger a 2025’an li Dêra Zorê
  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê

Herî zêde hatine xwendin

  • Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin

    Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan li Kantona Reqqayê şehîdên ciwanan bi bîr tînin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Mîtînga ‘Hêvî û Azadiyê’ bê Lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Hejmara Nû a Kovara ”Silava” Derket

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şêniyên Firatê ji bo Azadiya Fîzîkî ya Rêber APO Meşiyan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG NRÇ: Mîrateyeke Têkoşînê Ya Mayînde Hiştin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Di 60 Saniyê’de Nûçeyên Rojê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Parlamentoyê Erîşên Cinsî Yên Li Dijî Stajyerên Xwendekaran Hatin Protestokirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Çalakiyên Dewriya Dibistanê Di Roja Xwe Ya Heştemîn De Berdewam Dike

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • SAMER: %97ê Dengdêrên Partiya DEM Dixwazin Serdanên Rêber Apo Li Îmraliyê Berdewam Bikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.