FRANKFURT – Li bajarê Frankfûrt ê Elmanyayê, ciwanên hatin cem hev, dewleta Tirk a faşîst protesto kirin.
Li dijî bomberdûman û êrîşên giran ên dewletê yên li dijî wargehên sivîlan û saziyên binesaziyê yên li Rojava pêk tên daketin qadan.
Çalakgeran di çalakiyê de gelek caran bê navber dirûşmeyên “Bijî Serok APO”, “Bijî Berxwedana Rojava” û “Bijî Berxwedana Gerîla” berz kirin û bi dirûşma “Almanya fînanse dike, TC Bomban” almanî anîn ziman, gelek dewletên Ewropayê li dijî tecrîdê bêdeng in û êrîşên dewleta tirk a faşîst re bûne hevparê sûcên şer.
HAMBÛRG – Ciwanên endamên TCŞ û TekoJIN’ê li dijî êrîşên hewayî yên dewleta Tirk a dagirker a li ser Rojava meşiyan. Ciwanan piştî meşê bi deqîqeyek rêzgirtinê daxuyaniyek dan çapemeniyê û diyar kirin ku ew ê li dijî êrîşên li ser Kurdistanê li ber xwe bidin.
Di çalakiyê de gelek caran dirûşmên “Bijî Berxwedana Rojava”, “Ciwan Fedaî Rêber APO’ne”, “Bê Serok Jîyan Nabe” hatin qîrîn.
AMSTERDAM – Li bajarê Amsterdam ê Hollandayê li dijî êrîşên li dijî Rojava çalakiyek hate lidarxistin. Ciwanên endamên TCŞ’ê û endamên Navenda Çanda Kurd li dijî êrîşên dewleta Tirk a faşîst daxuyaniyek dan.
Daxuyaniya çapemeniyê bi deqîqeyek rêzgirtina ji bo hemû şehîdên Kurdistanê destpê kir. Piştî daxuyaniya bi zimanê Hollandî hat diyarkirin ku êrîş li dijî mirovahiyê ne, çalakî bi dirûşmeyan bi dawî bû.
ANTORPEN – Ciwanên endamên TCŞ’ê (Tevgera Ciwanên Şoreşger) ên li bajarê Antwerpen ê Belçîkayê hatin cem hev, li dijî êrîşên li dijî Rojava jî li qadan bûn.
Ciwanan bi sirûda “Çerxa Şoreşe” dest bi çalakiya xwe kirin. Ciwanan di daxuyaniya xwe ya nivîskî de diyar kirin ku ew ê weke ciwanên APO ji bo her parçeyekî Rojava û Kurdistanê her tim li qadan bin.


