Enter your email Address

Çarşamba, Şubat 4, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

Çîgdem Dogû: Têkoşîn û zanebûna Ji bo rêxistinbûna jinê girîng e

Endama Konseya Rêveber a KJK'ê Çîgdem Dogû bal kişand ser girîngiya rêxistiniya jinê û got, "Divê jin xwe nas bike, bi xwe û hemzayenda xwe piştrast be.”

Edîtor: Nucan Serdoz
12/01/2024 - 14:35
di nav Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 7 mins read
A A
Çîgdem Dogû: Têkoşîn û zanebûna Ji bo rêxistinbûna jinê girîng e
ParvekeTweet

Endama Konseya Rêveber a KJK’ê Çîgdem Dogû beşdarî bernameyeke Jin TV bû û qala girîngiya rêxistiniya jinê kir.

Nirxandinên Çîgdem Dogû wiha ne:

“Rêxistinî pîvaneke bingehîn a Îdeolojiya Rizgariya Jinê ye. Di hemû îdeolojiyan de ev yek bi vî rengî ye. Rêxistin nebe gavavêtin nabe. Dîroka mirovahiyê dîroka rêxistiniyê ye. Dema ku mirov bala xwe bidin ser cewhera pênaseya civakî bûnê wê bê dîtin ku rêxistinbûnê îfade dike. Rastiya rêxistinbûna civakê îfade dike. Rêxistinek di çarçoveya exlaqê de ye. Yanî ji bo paşeroja mirov, civak û mirovahiyê, rêxistinbûn xwedî girîngiyeke stratejîk e. Ji aliyê pênaseyê ve rêxistinbûn ji hûnandin tê. Tu rastî, aborî, tenduristî, perwerdeya civakê dihûne. Bi Kurdî dibêje ‘rêxistin’. Yanî xistina ser rê, sererastkirina rê. Ji aliyê etîmolojîk ve jî dema mirov dinirxîne, tê dîtin bê ji bo mirovahiyê tê çi wateyê. Pêşenga destpêkê ya rêxistinbûn û civakî bûnê jin e. Xwegihandina nasnameya xwedawendiyê, pêwendiya xwe bi hêzeke rêxistinî heye. Ji ber ku di rêxistinknirina jiyana civakî de bi rola pêşengiyê rabû û di vê mijarê de xizmetên gelekî hêja ji civakê re kir, civakê ew gihand asta xwedawendiyê. Aliyê xwe yê trajîk jî ev e. Jin bû pêşenga destpêkê, gavên destpêkê avêt, bi demê re pêşketinên mezin li dora wê pêk hatin. Lê belê ji hêza pêşengiyê mehkûmî bêrêxistiniyê hate kirin.”

Çîgdem Dogû diyar kir ku operasyona destpêkê ya li dijî jinê di vê çarçoveyê de hate kirin û destnîşan kir ku jin pêşenga civakê bû, lê ji civakê, ji rêxistiniyê hate qutkirin.

Endama Konseya Rêveber a KJK’ê Çîgdem Dogû işaret bi têkoşîna jinê, têkoşîna azadiyê ya jinên Kurd kir ku îro bi dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ li tevahiya cîhanê belav bûye û axaftina xwe wiha dewam kir: “Jin jiyan e, jiyan civak e. Li gel vê yekê rastiyeke ku azadiyê dinirxîne. Mirov rêxistiniyê jî li dora vê gelekî baş dikare vebêje. Bêyî ku ji giştiya wê jiyanê qut bibe, lê belê li wê derê rêxistiniya xwe biparêze hewl dide azadî, wekhevî û edaletê tevlî wê bike. Rêbazeke bi vî rengî ya rêxistinî îradebûneke hîn xurt diafirîne. Jin dikare hîn baştir xwe nas bike.”

Çîgdem Dogû ragihand ku ew vê yekê jî weke têkoşîna zayendê pênase dikin û got, “Mejî û hînbûnên ku ji aliyê zayendîperestiya civakî ve hatine afirandin ji aliyê her kesî ve têne zanîn. Nêzîkatiyên welê hene ku kevneperestî, serwerîperestî û koletî qebûl kiriye. Weke ku me got, rastiyeke jinê heye ku hem ji dîroka xwe, hem jî ji dîroka civakê hatiye qutkirin. Bêguman zor û zehmetiyên xwe gelekî zêde ye. Beriya her tiştî divê li dijî rastiya ku xwe nas nake, têbikoşe. Divê beriya her tiştî jin xwe nas bike, bi xwe, bi jinê piştrast be. Jin li hemberî hev hatiye rakirin, weke objeyeke zayendî hatiye pênasekirin. Vê yekê bandor li psîkolojî û karakterê jinê kiriye. Bêyî ku ev rastî bê dîtin, meşandina têkoşîna azadiyê nabe. Bêyî vê yekê ji xwe di gava destpêkê de wê bihilkume.

Lewma têkoşîna ji bo têgihiştin û zanekirinê gelekî girîng e. Di vir de jî dibe ku nêzîkatiyên li pêşiya vê yekê dibin asteng hebin. Dibe ku ev yek ji bo hemû têkoşînan derbas bibe. Mînak serhildaneke ji rêzê hêsan e. Em bibêjin, tu sîstemê şermezar dike, dewletê, mêr şermezar dike. Derdikeve kolanan, red dike, qebûl nake. Baş e, ev yek aliyekî girîng ê têkoşînê ye. Lê belê ev hinekî hêsan e. Divê em li dijî aliyên xwe yên paşverû jî têbikoşin. Baş e, ez aqlê mêr red dikim. Lê belê aqlê li hemberî vê yekê wê çi be. Baş e, vê sîstemê red dikim, lê sîstema li hemberî vê wê çi be? Ev sîstem jinê ji aliyê aborî ve ditepisîne, talan dike. Em ê aboriyeke çawa ava bikin, em aboriyeke çawa dixwazin? Endustriya tenduristiyê bedena jinê ewqasî bi kar tîne, li hemberî vê yekê ji bo jin û mêr, ji bo tevahiya civakê divê sîstemeke çawa ya tenduristiyê hebe? Perwerde veguheriye sîstema şuştina mejî, bi mejiyê hiyerarşîk û mêr hatiye dagirtin. Di nava jiyaneke li dora azadî û jinê wê perwerde çawa be?

Mijara ku herî zêde em li ser nîqaş dikin ev e. Ev dibe bûyer, nerazîbûnên destpêkê gelekî xurt in. Lê belê ji aliyê veguherandina rêxistiniyê û pêşkêşkirina alternatîfê ve em gelekî kêm dimînin. Bi dîtina min sîstemê ev rêbaz jî bi dest xistiye.

Ji ber ku daîmîbûn tune ye. Tu li ber tiştekî radibe, red dike lê belê li hemberî vî tiştê tu red dike, qebûla te, stratejiya te çi ye? Dema ku ev nebe, têkoşîna te jî daîmî nabe. Tu şermezar dike, lê belê sîstema li hember bi heman rengî ye. Te alternatîf neafirandiye. Di ser re ew sîstem hîn zexel e. Xwedî tecrûbeyeke ji 5 hezar salî ye. Li hemberî rastiya ku tu red dike, hesabê wê yekê dike ku gelo dikare bikişîne nava sîstema xwe. Yanî lîberalîzm. Timî şermezar dike, lê heta ku derê?  Piştî demekê psîkolojiya têkçûnê rû dide. Ji aliyekî ve divê li hemberî vê têkoşîn bê meşandin, ji aliyê din jî dewlemendiya îdeolojîk, polîtîkbûyîna rêxistinî divê, weke tevgera jinê divê em polîtîkayê biafirînin.

Weke tevgerên jinê yên cîhanê me heta niha nekarîne van organan biafirînin. Rêxistin hene. Lê belê ji aliyê afirandina polîtîkaya jinê ya jeostratejîk-jeopolîtîk ve gelo rêxistiniyeke me heye? Nîne. Em bala xwe bidin Kurdistanê. Ji aliyê vehewandina tevahiya jinên Kurd ve kêm e. Belê, heye û weke tevgera jinê em hewl didin vê bi pêş ve bibin. Lê belê divê hîn bêhtir bê kûrkirin. Ji vî alî ve dema mirov dinirxîne, divê li ser xeta 3’yemîn rêxistinî bê kirin. Ne tenê şermezarkirin, li gel vê yekê divê bê destnîşankirin ku çi tê qebûlkirin, divê rêxistinî bê kirin. Li cîhanê rêxistinên cuda yên jinan hene û gelekî girîng e. Ne ji bo rexnekirinê dibêjim lê belê divê ev rêxistinên heyî ji bo birêxistinkirina jiyana xwe divê em bibin yek.”

Çîgdem Dogû destnîşan kir ku ew ji vê stratejiya rêxistinbûnê re jî dibêjin sîstema konfederal a jinê ya demokratîk û hewl didin vê yekê bi rêxistin bikin.

Çîgdem Dogû got, “Komun, meclîs, kooperatîf û akademî” û diyar kir ku ew hewl didin li ser van 4 mijaran sîstemeke konfederal a demokratîk ava bikin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Gerîlayên Azadiyê li Artêşa Tirk xistin: 14 leşker hatin cezakirin

Nivîsa Pêş

Peyama Rêber APO ji bo ciwanên Êzidî: “Azad jiyan kirin di destê we de ye!”

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Peyama Rêber APO ji bo ciwanên Êzidî: “Azad jiyan kirin di destê we de ye!”

Peyama Rêber APO ji bo ciwanên Êzidî: "Azad jiyan kirin di destê we de ye!"

Ciwanên Tirkmen ên tevlî konferansa ciwanên Êzidî bûn: Em ji bo têkoşîna hevpar li virin

Ciwanên Tirkmen ên tevlî konferansa ciwanên Êzidî bûn: Em ji bo têkoşîna hevpar li virin

Manşet

  • Şehîdê Yekîtiya Neteweyî Ehmed Hêmin Ku Di Berxwedana Rojava De Şehîd Bû, Li Silêmaniyê Hate Bibîranîn
  • Li Silêmaniyê Zarokan Bi Hunerê Xwe Piştgirî Ji Berxwedana Rojava Kirin
  • KCK: Xwedîderketina Li Rojava Divê Daîmî Be
  • Ji Abya Yala Heta Kurdistanê, Gel Ji Bo Şoreşê Serî Hildidin
  • Ciwanên Dêrik û Qamîşloyê Li Kolanan Parastina Bajarên Xwe Dikin
  • “Li Hemberî Têkoşîna Domdar Tu Bandora Şerê Taybet Tune Ye”
  • Bi Pêşengiya TekoJINê Li Berlînê Çalakiyek Hat Lidarxistin

Herî zêde hatine xwendin

  • QSDˊê Nasnameyên 8 Şervanan Ragihandin

    QSDˊê Nasnameyên 8 Şervanan Ragihandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • KCK: Xwedîderketina Li Rojava Divê Daîmî Be

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Abya Yala Heta Kurdistanê, Gel Ji Bo Şoreşê Serî Hildidin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Jinên Ciwan ên Kobanê fêrî çekê dibin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Silêmaniyê Zarokan Bi Hunerê Xwe Piştgirî Ji Berxwedana Rojava Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komek Ciwan Li Deriyê Sêmalka Hatin Rawestandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • ‎Bi ços gelê Kobanê şahiye xwe ye di roja 15’emîn de didome

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Sozdar Avesta: Di vê demê de wê li ser xeta şehîdan têkoşîn bê meşandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • ‘Li Raperînê Herî Kêm 2 Hezar Ciwan Koçî Dervey Welêt Kirin’

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Yekîtiya Jinên Ciwan li Dêra Zorê Peyama Rêber APO Xwendin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.