Enter your email Address

Çarşamba, Şubat 4, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Nûçe Kurdistan Başûr

Konferansa 3’yemîn a ciwanan li Şengalê dest pê kir

3’yemîn Konferansa Ciwanên Êzidxanê li Şengalê bi beşdariya 300 delegeyan, bi dirûşma “Ji bo azadiya Rêber Apo cenga azadiyê bi ser bixin, xweseriya Şengalê misoger bikin” dest pê kir.

Edîtor: Çekdar Amed
12/01/2024 - 11:55
di nav Başûr, Ciwan, Giştî, Kurdistan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 4 mins read
A A
Konferansa 3’yemîn a ciwanan li Şengalê dest pê kir
ParvekeTweet

ŞENGAL – Konferansa Yekitiya Ciwanên Êzidxanê ya 3’yemîn bi beşdariya 300 delegeyan, li navçeya Sinûnê ya Şengalê dest pê kir.

 

1 Ji 4
- +

1.

2.

3.

4.

Konferansê bi deqeyek rêzgirtina ji bo giyanê hemû şehîdan dest pê kir paşê li ser navê fermandariya Yekîneyên Berxwedana Şengal (YBŞ’ê) Xemgîn Şengalî axivî.

‘Ên ku bikaribin civakê biparêzin ciwan in’

Xemgîn Şengalî di serî de konferansê li her kesê pîroz kir û wiha got: “Em konferansa 3’emîn li hemû ciwanan û li civaka Êzidî pîroz dikin. Hemû şehîdên şoreşê bi bîr tînin û vê rojê li wan jî pîroz dikin. Em di wê hêvî û baweriyê de ne ku ev konferans dê bibe sedema yekitiya hemû Êzidiyan. Her ciwaneke Êzidî di nava têkoşîn û xebatê de ye, ji ber ku ev erka hemû ciwanên Êzidî ye. Çi dema ku êrîş li ser civakê tên kirin, her dem ên ku li hemberî êrîşan radiwestin ciwan in. Bi bîrdoziya ku me ji Rêber Apo girtiye em dibêjin em li pişta ciwanan in. Planên dijminan ji bo tunekirina ciwanan hene, bi rêbazên koçberiyê, bi şerê taybet û hwd. ji ber ku dizanin hêz û cewhera civakê ciwan in. Ji bo wê jî pêwîst e ciwanên Êzidxanê şiyar bin û rol û misyona xwe bilîzin. Barê herî giran li ser ciwanên Şengalê ye. Serok Apo dibêje me bi ciwanî dest pê kir, em ê bi ciwanî bi ser bixin. Ji bo wê jî em vê konferansê li hemû ciwanan pîroz dikin.”

‘Ciwan hêza cewherî ya civakê ne’

Paşê li ser navê rêveberiya xweser a Şengalê hevseroka meclisa rêveberiya xweser Cîhan Celo axivî û got: “Em vê konferansê di serî de li şehîdên 74 fermanan pîroz dikin. Bi destpêkirina sala nû me konferansa ciwanan li dar xist. Peyama vê konferansê pêşxistin û rêxistinkirina civakê ye. Ciwan her dem li hemberî qirkirin û zilmê radibin. Di fermanê de jî yên ku li hemberî dijminan sekinîn ciwan bûn. Îro Şengal ji bo Iraqê mînak e, ev yek jî bi saya pêşengiya ciwanan e. Ji bo rêxistinkirina ciwanan di Şengalê de çi ji me bê xwestin em ê bikin. Hêza me ya ciwanan ger qels be dê bandora neyînî li ser me hemûyan bike. Em vê konferansê li hemû kesên ku li hemberî zilm û zoriyê rawestiyane pîroz dikin û bi hêvî ne ku bibe mifteya xurtkirina têkiliya di navbera Şengal û Iraqê de.”

‘Divê em tifaqa Şengalê pêk bînin ev yek jî erka ciwanan e’

Berdevka TAJÊ Riham Hico jî axivî û got: “Em di şexsê hevala Vejîn û Arîn de hemû şehîdên xwe bi bîr tînin. Konferansa ciwanan li Rêber Apo û li hemû hevalan pîroz dikin. Li dijî civaka Êzidî her dem êriş didomin ciwanên Şengalê jî dibin hedefa wan êrişan. Erka ciwanan ew e ku li dijî komplo û êrişan li ber xwe bidin. Erka ciwanên Şengalê ew e ku pêşiya koçberiyê bigrin. Erka wan ew e ku Şengalê bi rêxistin bikin. Erka wan ew e ku li dijî nijadperestiyê têbikoşin û ji bo jiyana bi aram xebatên xwe bênavber bidomînin. Ji bo mafên jin, ciwan, zarok, pîr û kalan li Şengalê hebe divê em tifaqa Şengalê pêk bînin. Ev tifaq erka ciwanan e. Em ê Şengalê bi ciwanan re bi rêxistin bikin. Rêber Apo gotibû; ‘Em ê bi ciwanan bi ser bikevin.’ Em jî xwe zana bikin, xwe birêxistin bikin, xwe ji fermanan biparêzin, erka me jî ew e ku em xwe di her aliyê jiyanê de perwerde bikin. Ger jiyana me tenê bi telefonan ve girêdayî be divê bizanibin ev yek jî cureyek êrişan e. Gelek êrişên li dijî ciwanan hene, yek ji wan jî êrişa fikrî ye.”

Konferans bi nîqaşan didome.

ÇAVKANÎ: ROJNEWS

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Li Zapê gelek leşkerên Tirk hatin cezakirin

Nivîsa Pêş

YPG: Fermandarê şoreşa gelan Şervan Heleb şehîd bû

Çekdar Amed

Nivîsa Pêş
YPG: Fermandarê şoreşa gelan Şervan Heleb şehîd bû

YPG: Fermandarê şoreşa gelan Şervan Heleb şehîd bû

Malbat ji bo Rêber APO serî li dozgeriyê û girtîgehê dan

Malbat ji bo Rêber APO serî li dozgeriyê û girtîgehê dan

Manşet

  • Li Silêmaniyê Zarokan Bi Hunerê Xwe Piştgirî Ji Berxwedana Rojava Kirin
  • KCK: Xwedîderketina Li Rojava Divê Daîmî Be
  • Ji Abya Yala Heta Kurdistanê, Gel Ji Bo Şoreşê Serî Hildidin
  • Ciwanên Dêrik û Qamîşloyê Li Kolanan Parastina Bajarên Xwe Dikin
  • “Li Hemberî Têkoşîna Domdar Tu Bandora Şerê Taybet Tune Ye”
  • Bi Pêşengiya TekoJINê Li Berlînê Çalakiyek Hat Lidarxistin
  • Belavkirina Belavokan Li Cenevreyê Beriya Meşa Dirêj a 7ê Sibatê

Herî zêde hatine xwendin

  • QSDˊê Nasnameyên 8 Şervanan Ragihandin

    QSDˊê Nasnameyên 8 Şervanan Ragihandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Kobanê 12 şehîd hatin oxir kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • ‎Bi ços gelê Kobanê şahiye xwe ye di roja 15’emîn de didome

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • KCK: Xwedîderketina Li Rojava Divê Daîmî Be

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komek Ciwan Li Deriyê Sêmalka Hatin Rawestandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Abya Yala Heta Kurdistanê, Gel Ji Bo Şoreşê Serî Hildidin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Jinên Ciwan ên Kobanê fêrî çekê dibin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Iraq hewl dide deriyê sînor yê Şengal-Bakurê Suriyê bigre

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • NIRXANDIN – Bi armancan ve girêdana şidandî mitlaq dide qezenckirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • LEZGÎN – Zarokên Agir li Stenbol û Îzmîrê agirê tolhildanê bilind dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.