ŞEHBA – Peymangeha Tenduristî li hola Serdem a navçeya Ehdasê bi beşdariya endamên meclis, deste, partiyên siyasî û malbatên xwendekaran şahiya derçûnê li dar xist.
17 xwendekarên ku 2 salan li peymangehê xwendin, derçûn.
Di şahiyê de endamê Medlcisa Malbatên Şehîdan Ednan Reşîd axivî û bal kişand ser rola fikrên Rêber Abdullah Ocalan di pêşxistina zimanê dayikê de.
Reşîd behsa vekirina bi hezaran dibistanan ji hêla Rêveberiya Xweser ve kir.
Endama Peymangeha Tenduristiyê Bêrîvan Kiloşo axivî û got peymangeh di 2021ˊê de hate damezrandin û hêvî kir ku xwendekarên derdiçin alîkariyê bidin her kesên hewcedar û wiha domand: “Em hewl didin xebatên peymangehê di demeke pêş de fireh bikin, kadroyên derdiçin li nexweşxane û navendên tenduristî belav bikin da ku rewşa tenduristiyê li kantonê bi pêş bixin.”
Şahî bi gerandina dîlanan bi dawî bû.
ÇAVKANÎ: ANHA



