Enter your email Address

Cumartesi, Aralık 20, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Ciwan

‘Li Başûrê Kurdistanê 700 hezar xwendekar ji xwendinê bêpar in’

Nêzî sê mehan e xwendina li dibistanên li Başûrê Kurdistanê rawestiya ye lê belê heta niha hikumet û aliyên pêwendîdar ji bo çareserkirinê tiştek nakin. Mamoste Sirûşt Sîrwan got ku divê hikumet berpirsyariya xwe bi cih bîne.

Edîtor: Nucan Serdoz
10/01/2024 - 14:53
di nav Ciwan, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe, Xwendekarên
Reading Time: 3 mins read
A A
‘Li Başûrê Kurdistanê 700 hezar xwendekar ji xwendinê bêpar in’
ParvekeTweet

Silêmanî- 13’ê Îlona 2023’an zengilên yekem ên destpêkirina xwendina Başûrê Kurdistanê lê dan. Lê belê mamosteyên li perwerdeya sînorên parêzgeha Silêmanî, Helebce, herdû îdareyên serbixwe yên Germiyan û Raperînê dest bi boykota perwerdeyê kirin û ev sê meh in ji bo mafên xwe yên bingehîn ên mûçe û bi fermî tayînkirina mamosteyên bi peyman boykot berdewam dike.

Li herêma Kurdistanê nêzî milyonek û 800 hezar xwendekar hene. Lê belê ji ber boykota mamosteyan, li navçeyên ku tê de xwendin rawestiya ye, nêzî 700 hezar xwendekar ango ji sedî 40 xwendekaran dest bi xwendinê nekirine. Di civîna dawî ya wezîrê perwerdeyê di 16 Kanûna sala borî de, rêveberiyên perwerdeyê yên Silêmanî, Helebce, Raperîn û Germiyanê diyar kirin ku piştî bicihkirina zagona butçe û şandina beşa butçeya Başûrê Kurdistan bi fermî tayînkirina mamosteyên bi peyman û mamosteyên ku bi pileyên bilind bûne mamosta wê bi cih bînin. Her wiha bi nivîseke fermî ji wezareta perwerdeya hikumeta demborî ya Başûrê Kurdistanê ragihand. Piştî guftûgokirina bi encûmena wezîran, rezemendî piştî bicihkirina zagona butçeya federalî û şandina darayê ji bo herêmê heye.

‘Hikumet neçar e daxwazên gel bi cih bîne’

Mamosteya werzîşê Sirûşt Sîrwan diyar kir ku mamoste mûçeyê xwe bi rekûpêk nagirin sê meh carekê mûçe tê dayîn loma jî heta ku daxwazên mamosteyan neyên bicihanîn wê neçin dibistanan û got: “Hikumet çawa daxwaza berdewamiyê li mamosteyan dike? Heta ku mûçeyê wan her meh nede ne mumkun e mamoste bikaribin debara xwe bikin. Divê hikumet bi erka xwe rabe û mûçeyê mamosteyan bide. Hikumet neçar e daxwazên gel bi cih bîne. Lê belê hikumeta herêmê xwe berpirsyar nabîne li dijî gel peywira xwe bi cih nayne, ji ber wê bê helwest e.”

‘Salek li ser xwendina dibistanên hikumetê re derbas bû’

Sirûşt Sîrwan da zanîn ku ger hikumet biketa derdê xwendekaran dê hewldana çareseriya pirsgirêkê bikira û wê daxwaza mamosteyan jî bi cih bianiya û wiha got: “Tenê xwendekarên qonaxa 12’an diçin dibistanê û ew jî ne bi dilê xwe dixwînin, temamkirina xwendinê li gel wan tenê ji bo derbaskirina qonaxê ye. Di aliyê temen de cudahî di navbera xwendekarên dibistanên hikumetê û yên taybet de çêdibe, ji ber ku dibistanên taybet berdewam dikin. Salek di ser xwendekarên dibistanên fermî de bê perwerde derbas dibe.”

‘Hikumet dixwaze berê xwendekaran bide dibistanên taybet’

Sirûşt Sîrwan wiha got: “Hikumeta herêmê bi taybetî dixwaze bi awayekî ne rasterast dibistanên fermî bike yên taybet. Ji bo malbat zarokên xwe bişînin dibistanên taybet di nava hewldanan de ye. Ji ber nîşan didin ku di dibistanên hikumetê de tu pêşeroj nîn e, neçar dikin ku zarokên wan berê xwe bidin dibistanên taybet. Hikumet dixwaze gel ne hişyar û ne rewşenbîr be. Mamoste ji sala 2014’an ve daxwaza mafên xwe dikin. Ji ber wê hikumet baş dizane daxwaza mamosteyan çi ye û erkên xwe jî dizane ji bo bicihkirinê. Ji ber ku divê malbatên xwendekaran piştgiriyê bidin mamosteyan.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Ciwan û karkerên Şêx Mexsud Şehîd Sara bibîranîn

Nivîsa Pêş

HPG: 2 leşkerên dagirker hatin cezakirin

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
HPG: 2 leşkerên dagirker hatin cezakirin

HPG: 2 leşkerên dagirker hatin cezakirin

Di çalakiyê de xwendekara zanîngehê ya ji Yûrda Keçan a KYK’ê ya Cevîzlîbagê hat avêtin wiha got: “Eger tiştek me tunebe, tirsa me tune ye”

Di çalakiyê de xwendekara zanîngehê ya ji Yûrda Keçan a KYK'ê ya Cevîzlîbagê hat avêtin wiha got: "Eger tiştek me tunebe, tirsa me tune ye"

Manşet

  • Di 60 Saniyê’de Nûçeyên Rojê
  • Li Gelek Bajaran Xwendekar Daketin Kolanan
  • Li Humsê Cenazeyê Ciwanekî Hat Dîtin
  • Komîna Ciwanan a Şehîd Egîd Saroxan Daran Diçîne Ji Bo Keskkirina Taxê
  • KJK: Êrişa Li Dijî Leyla Zana Êrişa Li Hemberî Rûmeta Jinan û Gelê Me Ye
  • Semînera Perwerdehiya Alîkariya Yekem ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger ve li bajarê Hesekê hat lidarxistin
  • Li Cizîra Şirnexê Gelek Xwendekar Rastî Tacîzê Hatin

Herî zêde hatine xwendin

  • Yekîtiya Xwendekaran û Hêzên Ewlehiyê li Qamîşloyê Semînerek Dijî Madeyên Hişber Lidar Dixin

    Yekîtiya Xwendekaran û Hêzên Ewlehiyê li Qamîşloyê Semînerek Dijî Madeyên Hişber Lidar Dixin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG’ê Nasnameya Şeş Gerîlayan Şehîd Ketine Parvekir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • KJK: Êrişa Li Dijî Leyla Zana Êrişa Li Hemberî Rûmeta Jinan û Gelê Me Ye

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Cizîra Şirnexê Gelek Xwendekar Rastî Tacîzê Hatin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komîna Ciwanan a Şehîd Egîd Saroxan Daran Diçîne Ji Bo Keskkirina Taxê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Semînera Perwerdehiya Alîkariya Yekem ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger ve li bajarê Hesekê hat lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Humsê Cenazeyê Ciwanekî Hat Dîtin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Gelek Bajaran Xwendekar Daketin Kolanan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Civîna Salane ya Yekîtiya Jinên Ciwan a 2025’an li Dêra Zorê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Êlih ê “Leyla Zana Rûmeta Me Ye”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.